Kurdistan

Nûçe, dosye û wergerên derbarê her çar parçeyên Kurdistanê de.

Namzetê DEMê yê Cizîrê bi tirkî diaxive

Namzetê DEM Partiyê yê Cizîrê Abdurrahim Durmuş di kampanyaya hilbijartinê de gelek caran tirkî bi kar tîne. Durmuş bi vîdyoyeyek ku di 3ê kanûna paşîn de di Facebookê de weşand, bi tirkî xîtabî Cizîriyan kir. Rêxistina Bajarê Şirnexê ya HDPê  di kampanyaya hilbijartinê de piranî tirkî-kurdî bi kar tîne. Rêxistinê …

Bêtir »

DEM Partî namzetên Kurdistanê eşkere kirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên xwe yên ji bo hilbijartinên 31ê adarê eşkere kirin. DEM Partî xwestibû bi riya dengdana gel namzetên xwe hilbijêre û ji bo vê, li 90 navendên bi ser 10 bajarên Kurdistanê pêşhilbijartin hatibûn lidarxistin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) …

Bêtir »

Baro qedexeya Şanoya Kurdî şermezar kirin

Baroyên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar qedexeya li ser Şanoya Kurdî şermezar kirin. Daxuyanî li ser Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê ve hat dayîn. “Qral û Travis” di 16ê kanûna paşîn de li navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê hatibû qedexekirin. Nîqaşên derbarê qedexekirina lîstika şanoyê kurdî de berdewam dike. …

Bêtir »

Li Amedê tirkî zimanê pêşhilbijartinê bû

Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirka pêşhilbijartinê bû. Mixabin tirkî zimanê serdest ê kampanyaya bernamzetên Amedê bû. Bi tenê 8 namzet tevahiya kampanyaya xwe bi kurdî meşandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên li Kurdistanê …

Bêtir »

Îran careke din êrişî Hewlêrê kir

Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê. Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê ya Amerîkayê hatiye lidarxistin. Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê. Hedefa vê êrişê 40 km bakurêrojhilatê paytexta Kurdistanê Hewler bû. Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê …

Bêtir »

Rewşenbîrên Fransî: Em bibin dengê aştiyê yê Kurdistanê

Li Fransayê zêdeyî 120 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, sporvan, hunermend û hilbijartî, ji bo bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re banga tevlîbûna li konferansa 13ê kanûna paşîn a Marsîlyayê kirin. Li Fransayê zêdeyî 120 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, sporvan, hunermend û hilbijartî, ji bo bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re banga tevlîbûna …

Bêtir »

HPG encamên şer ên 2023an eşkere kirin

HPGê daxuyand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di 2023an de 1712 êriş pêk anîne. Di encama pevçûnên dijwar de 928 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, operasyonên artêşa tirk ên 2021-2022’an bi taktîkên nû yên gerîla hatine têkbirin. Dewleta tirk di pêşxistina konsepta şer a 2023’an de ket nava …

Bêtir »

Hejmara duyemîn a Kurdistanê hat weşandin

Hejmara kanûna paşîn a Kurdistanê hat weşandin. Hejmara yekemîn a Kurdistanê di 1ê kanûna pêşîn a 2023an de hatibû weşandin. Hejmara kanûna paşîn a Kurdistanê hat weşandin. Kurdistan bulteneke Infowelatê ye û ji mehê carekê tê weşandin. Hejmara yekemîn a Kurdistanê di 1ê kanûna pêşîn a 2023an de hatibû weşandin. …

Bêtir »

Li Swîsreyê êrişên li ser Rojava hatin protestokirin

Li Ewrûpayê reaksiyonên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistaniyên li Swîsreyê li bajarên Belînzona, Solothurn, Friboûrg, Bern û Winterthûrê daketin kolanan. Li Ewrûpayê reaksiyonên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistaniyên li Swîsreyê li bajarên Belînzona, Solothurn, Friboûrg, Bern …

Bêtir »

Xelata Sakharov pêşkêşî Jîna Emînî hat kirin

Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewrûpayê ya 2023’an pêşkêşî jina kurd Jîna Emînî hat kirin. Parêzer Salih Nîxbext di dema xwendina nameya dêya Jîna Emînî de got, “beşeke nameyê bi kurdî ye û ez xemgîn im ku wergera vê nayê kirin.” Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewrûpayê ya 2023’an pêşkêşî jina kurd …

Bêtir »