Kurteçîroka strana “Lo mîro!”

Eger ne ji wan xamîşokbêj, stranbêj û dengbêjên duh bûna, îro meyê bi gelek serpêhatî û lehengên xwe nasnekiribana. Lê belê hîn jî me ew têr û tije nasnekirine. Hewceye ev nifşên nûh hîn bi zanebûn nêzi van stranên dengbêjan bibin û lêkolînê li ser bikin.

Çawa axa Kurdistanê ji hêla çar dewlatan ve hatiye dagirkirin û bûye çar perçe, her weha jî çand, dîrok û zimanê gele Kurd jî ji hêla heman dagirkeran ve dagir, talan û perçe perçe bûye. Her hêlêk Kurdîstanê bi zimanê dagirkerên hêla xwe, xwe nivisandiye û aniye ziman. Her çê hatiye nivisandin jî ji dagirkeran re bûye berhem, dîrok û bûye dewlemendî. Ev mîrateya Kurdan bûye bingeha hebûna çanda wan a ku îro xwe bi serbilîndî di qada navnetewî de xwe pê dipesinin.

Ji ber van sedeman dîroka gelê Kurd a bi nivîskî pir kême. Ya heye jî ji hêla dagirkeran ve bi zanebûn tê talan kirin, an jî tê guhertin. Lê, ruxmî hemû polîtîqayên asîmîlasiyonê jî zimanê gelê Kurd nehatiye helandin. Bi qîrîn, bi hawar û bi dengbêjî li berxwedaye û li berxwe dide. Weke çiyayên welatê xwe yên zexm û asê xwe ji êş û elemên gelê xwe re xwe kiriye sî û star. Zimanê makzayî (zikmakî) ji bo êş û kêfxweşiyan xwe kiriye qelem. Dîrok û serpêhatî kirine çîrok, çîrok jî kirine destan û bi stranan gihandiye roja îro. Ji bo hemû gelan zimanê makzayî cil û berg e, lê ji bo gelê Kurd yê ji hêla çar dagirkeran ve zimanê wî bi awayekî zanebûn tê helandin, ziman ne hew cil û berg e, heman demê bûye xap û nixêma êş û berxwedana wî jî.

Îhsan Nûrî, Broyê Heskî Têlî, Xalis û Ferzende Beg.

Di vê xapxerabeyê de, di bin vê reşnixêmê de dîrokek bi êş, dûr û dirêj a veşartî li benda evîndar û lêgerên xweye. Eger mirov wekî erdkologekî bibe şopger û lêkolînerê vê dîroka di nav kilam, dûrik û stranên dengbêjan de hatiye veşartin, mirov wê bi sedan li destanên wek İlyada û Odysseus rast bên. Bi taybetî, eger mirov wek antropologekî gotin û bûyerên di nav stranan de bikole, wê ne hew xwe li ser pira di navbera dema neolîtîk û mîlenyûmê de bibîne, wê heman demê bibe şahîd û êşdarê êşa lehengên gelê xwe, yên dengbêjan bi sermestî di dîwanan de li ser dilorandin. Ev êşrastiya doh, di heman demê wê bibe çireroja sibeha dildarên Kurd û Kurdistanê jî.

Şopdarên Evdalê Zeynikê

Di vê şoprêya pîroz de her xamîşokek (çîrok), her stranek û her lorîkek serpêhatiyakeke hîn li rûpelên sor û spî ne hatiye nivisandin. Her serpêhatiyakek rastiya dirokek veşartî ya li benda çilkek çirûsa rojê ye. Eger ne ji wan xamîşokbêj, stranbêj û dengbêjên doh bûna, îro me yê gelek serpêhatî û lehengên xwe nasnekiribana. Lê belê hîn jî me ew têr û tije nasnekirine. Hewceye ev nifşên nûh hîn bi zanebûn nêzi van stranên dengbêjan bibin û lêkolînê li ser bikin.

Dengbêjî ji bo çanda Kurd awazê êş û elem anîna ziman e. Di nav van êş û eleman de bûyer û serpêhatiyên qewimînen êş bi êş hatine hûnandin, bi zimanê Evdalê Zeynikê, şagirt û şopdarên wî. Ji ber vê yekê, di rojên pêş de lêkolîn û erdkoliya li ser dengbbêjiyê gelek girînge. Eger mirov kûr û dûr têkeve nav, mirov wê xweş bibîne eger di her stranekê de fîlmek, mûziqalek mest û mezin, destanek bê ser û bin tê de veşartiye. Lewma hewceye bingeha romana Kurd û sînema Kurd xwe ji vê ber û bênderê xwedî bike. Da ku sînema Kurd, romana Kurd li ser rehê xwe hişin bê.

Bingeh dûrik in

Pir balkêşe, pirên stranên dengbêjan bingeha wan ji dûrika ye (lament). Rastiya dîroka dûrika jî ji êşa dilê dayikan tê. Gelek stranên em îro ji dengbêjên wek Reso û Şakiro guhdarî dikin lorîkên dayikên dil bi birînin. Di vê mijarê de bi sedan mînak hene, wekî Gênç Xelîl, Lawikê Metînî û hwd… Lê îro dixwazim strana “Lo Miro, Lo Mîro” ” wek mînak derxim pêş. Ji ber ku çîroka vê stranê ne hew çîroka şexsekî ye. Di vê strana hevîrê wê bi êşê hatiye stran de çîrok û dîroka êşa lehengên serhildana “Rêxistina Azadiyê” jî tê de veşartiye. Her çiqas me ev stran bi piranî ji Şakiro bihîstibe jî, lê yekem car ev stran ji dengê Reso li Kurdistanê belav bûye. Raste, Dengbêjê vê stranê Reso ye, lê belê ev stran lorîk û dûrika dilşewatiya Cewé Xanimê ye. Cewê Xanim a dayika Keremé Qolsxasî.

Dengbêjê Serhedê yê li seranserî Kurdistanê bi nav û deng Şakiro, şagirt û heyranê Reso ye. Resoyê Gopalan jî şagirt û heyranê Ferzê ye. Ferzê jî şopdar û şagirtê şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê ye. Yanî em qal û bahsa şopdariyakek çar dewranan û xizneyeka zerîn dikin.

Heger em vegerin ser dûrika Cewé Xanim an jî strana Reso, ya “Lo Mîro”, em ê ne hew çîroka Kerem û Evdal, lê di heman demê de em ê çiroka serhildana “Rêxistina Azadiyê”, lehengiya lehengên kurd, berxwedan û hêsîrtengiya wan jî baş bibînin.

Çîroka Lo Mîro

Heger em vegerin ser dûrika Cewé Xanim an jî strana Reso, ya “Lo Mîro”, em ê ne hew çîroka Kerem û Evdal, her du berxê mala Mistefa bibînin. Di heman lorîkê de em ê çiroka serhildana “Rêxistina Azadiyê”, lehengiya lehengên kurd, berxwedan û hêsîrtengiya wan jî baş bibînin. Û dîsa di vê stranê de em ê bibin şahîdê mêrxasîya berxê mala Emer Axa, Ferzende Beg jî. Ji ber vê yekê em nikarin hew bi çavê stranan li van qîrînan binerin. Di van dûrik û lorîkan de bi sedan bûyer û serpêhatiyên kurd yên êş dûr û dirêj henin.

Strana Lo Mîro, ya Reso bi dengekî lez û şewat, li pê hev, bi yek hilmê diqîre û dibêje “Lo Mîro Lo Mîro…”, ev stran lorîka êşa dilê Cewê Xanimê ye. Reso jî bi dengê xwe yê çiyayî bûye peyamber û hewartî ji vê qîrîniyê re kiriye. Dema mirov vê stranê him ji Reso û him ji Şakiro guhdar dike, mirov giranî û êşa stranê ya di rengê dengê Reso de hîn zelal dibîne. Bê guman ev jî sedemek xwe ya taybet heye.

Cewê Xanim

Heger em vegerin ser dûrika Cewé Xanim an jî stranaReso, ya “Lo Mîro”, em ê ne hew çîroka Kerem û Evdal, lê di heman demê de em ê çiroka serhildana “Rêxistina Azadiyê”, lehengiya lehengên kurd, berxwedan û hêsîrtengiya wan jî baş bibînin.

Reso kurê malbatek xizan, ji gundê Gopalan ê girêdayî Karaçoban a Erziromê ye. Gundê Qisqaniyê yê girêdayî Qereyaziyê jî di sînorê vê herêmê de ye. Qisqanî jî gundê Keremê Qolaxasî ye. Resoyê bi ciwantî ji bo debara malbata xwe bike li gundên derdorê gavantiyê dike. Di rojek derbiharê de, serê sibê Reso di nêzi gundê Qisqanîyê re derbas dibe. Riya wî dirêje, ji ber vê yeke dixwaze riya xwe bi gund bixe û biçe taştê bixwe. Çavê wî malek li ser perê gund dibire. Dema nêzî malê dibe dengê jinek dil bi şewat dibihîze. Resoyê temen ciwan, ne hîn li dîwana Dengbêj Sîno û ne jî li dîwana dengbêjê mezin ê ku ji bo pêşerojê wê jê re bibe rê û nîşan rûneniştiye. Lê dîsa jî di dinya xwe de stranbêje Reso. Deng û gotinen lorîka vê jina dil bi şewat gelek bandorê lê ser wî dike. Ji ber vê yekê çendekî li ber hêşya dîwarê hewşê xwe vedişêre, da ku li vê lorîka dilşewat baş guhdarî bike. Kengî lorîk bi dawî dibe ew jî ji ber dîwêr derdikeve û berê xwe dide hundurê hewşê. Ew jina li hêlekê dew dikê û li hêlekê lorîka ”Lo Mîro” dibêje Cewê Xanim e. Dema Cewê Xanim çav li vî mêvanê civan dikeve, desmala xwe ya ku ji ser serê wê daketîye derdora stuyê wê, bi lez dide ser porê xwe û ji mêvanê xwe re “keremke” dibêje. Cewê Xanim a mêvanê xwe dide rûniştandin, jê dipirse “Tu kî ye, ji ku da tê û bi ku da dihere?”

Wêneyeka Ferzende Beg û çend hevalên wî.

Dema Reso yê Yemen ciwan, xwe bi Cewê Xanimê dide naskirin û sedema mêvîntiya xwe tîne ziman, Cewê Xanim bi lez jê re taştê amade dike. Reso berî dest bi xwarinê bike şertekî datîne pêş Cewê Xanimê, “Ya ez nanê te naxwim ya jî tuyê soz bide min ku tuyê şertê min bi cî bîne, da ku ez nanê te bixwim”. Şertê Reso lorîka kêlîyakek berê bihîstîye, dixwaze mahzûbana wî vê lorîkê dîsa bibêje. Cewê Xanima çareya xwe ji destê mêvanê xwe nabîne, soza gotina stranê dide mêvanê xwe.

Piştî Reso taştê dixwe Cewê Xanim dest bi êşllorîka dilê xwe dike. Resoyê xwendin û nivîsa wî nîne, stranên xwe bi guhdarîkirinê ezber dike. Wexta Cewê Xanim lorîka li ser Keremê Qolaxasî, kurê xwe û pismamê wî Evdal û rê hevalê wan Ferzende Beg diqedîne, Reso jê destûrê dixwaze da ku ew jî heman stranê bibêje. Reso yê du caran ji Cewê Xanimê li vê lorîkê guhdarî kirîye êdî strana “Lo Mîro” ji ezber dizane. Piştî Reso destûrê ji Cewê Xanim digre, taw dike û strana “Lo Mîro” diqîre: Lo Mîro, Lo Mîro, Lo Mîro, Lo Mîro, ax Lo Mîro…

Ez nemînim ji maqûlya berxê mala bavê xwe gulî kurê, haho gidîno ez çi bikim li dinyayê piştmêrî tunîne.

Lo mîro sibeye, min dît Evdal bang li Kerem kir, Kerem dengê xwe nekir. Pepûk ez im, Evdal bang dikir Kerem, Kerem dengê xwe nekir…

Piştî Reso bi dengê xwe yê qulungkî lorîka ji dilê Cewê Xanimê dewr digre bi dawî dike, Cewê Xanim hêsrê xwe bi desmala xwe padike û her du destê xwe bervî jor radike û weha dibêje, “Êdî ez bimrim jî xema naxwim. Heta dinya hebe navê Keremê min wê hertim li dinyê hebe.”

Fotoyê sereke: Wêneyeke temsîlî ya Ferzende Beg û Besê Xanim. 

Ev gotar cara ewil di bultena Kurdistanê ya Infowelat de hatiye weşandin. 

———————————

Kî ye Ronî Riha?

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî
nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …