Xelata Sakharov pêşkêşî Jîna Emînî hat kirin

Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewrûpayê ya 2023’an pêşkêşî jina kurd Jîna Emînî hat kirin.

Parêzer Salih Nîxbext di dema xwendina nameya dêya Jîna Emînî de got, “beşeke nameyê bi kurdî ye û ez xemgîn im ku wergera vê nayê kirin.”

Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewrûpayê ya 2023’an pêşkêşî jina kurd Jîna Emînî hat kirin.

Bi armanca dayina xelatê, parlamento li Strasbourgê merasîmekê li dar xist.

Beriya merasîmê malbata Jîna Emînî ji bo Strasbourgê hatibû vexwendin.

Lêbelê ji ber astengiya Îranê ya li balafirgeha Tehranê, malbat nekarîbû tevlî bernameyê bibe.

Parêzerê malbatê Salih Nîkbext di dewsa malbata de xelatê wergirt.

Nîkbext bi boneya wergirtina xelatê, nameya dayîka Jîna Emînî di hizûra beşdarê bernameyê de xwend.

Di nameyê de hat gotin, Jîna Emînî sembola azadiyê û xewna rizgariyê ye ji bo Kurdistanê.

Parêzer di dema xwendina nameyê de got, “beşeke nameyê bi kurdî ye û ez xemgîn im ku wergera vê nayê kirin.”

Tevlî Jîna Emînî heta niha 3 jinên kurd Xelata Sakharovê wergirtine.

Berî niha, Leyla Zana, Nadya Mûrad heman xelatê wergirtibûn.

Têkoşîna Jîna Emînî

Jîna Mehse Emînî jineke Kurd a 22 salî ya ji bajarê Seqiz a  ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Emînî di 13’yê Îlona 2022’an de bi sûcdariya binpêkirina qanûnên Îranê yên ji bo nixumandina jinê hat girtin. Jina Kurd, di navenda polêsan de rastî îşkenceyên giran hat û paşê li nexweşxaneyeke Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Emînî, li rojhilatê Kurdistanê serhildan dest pê kiribû û paşê serhildan belavî bajarên Îranê bû. Di encama midaxaleya hêzên reîjma Îranê de herî kêm 500 kes hatin kuştin, bi hezaran kes birîndar bûn û hejmareke zêde kes hatibûn girtin.

Xelata Sakharov

Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê de her sal ji aliyê Parlamenyoya Ewrûpayê ve tê dayîn. Xelat cara ewil di 1988’an de  ji bo kes û rêxistinên têkoşîna ji bo mafên mirovan dikirin hat dayîn. Xelat xwe dispêre aktîvîzma fîzîknas û mixalifê siyasî Andrey Sakharov ku Yekitiya Sovyetê rastî zilma siyasî hatibû. Kesên vê xelatê digirin, dibin xwediyê 50,000 euro.

Infowelat

Foto: Dîmenek ji merasîma Xelata Sakharov / Foto: X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …