Wilson Kurdistana serbixwe pêşniyaz kir

8ê kanûna paşîn salvegera 14 Xalên serokê Amerîkî Wîlson e ku ji vir 100 sal berê, piştî şerê cîhanê yê yekemîn hatibû pêşniyazkirin.

Amerîka bi vê pêşniyazê ji bo cîhaneke piştî împaratoriyan amadekarî dikir û dixwest di cîhana nû de bibe xwedî gotin.

Yek ji van xalan, xala 12. bû ku di derbarê parçekirina Dewleta Osmanî de bû û lewma ji nêzîk ve Kurdan jî eleqeder dikir.

Di 1918an de Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi hilweşîneriya xwe bê hed û hesab gihîştibû asta herî bilind.

Li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û Qefqesyayê bi milyonan leşkerên reben, di xizmeta qral û sûltanan de qira hev danîn.

Serokê Amerîkayê Woodrow Wilson 8ê kanûna paşîn a di heman salê de, ji bo damezrandina cîhana piştî şer 14 xalan pêşniyaz kir.

Bidawîkirina şer, kêmkirina çekan, damezrandina rêxistineke navneteweyî û self-determînasona gelên bindest aliyên herî girîng ên van xalan bûn.

Pêşniyazên Wîlson li gelek zimanan hatin wergerandin û ji ligel siyaseta navdewletî, ji aliyê gelên bindest jî ji nêzîk ve hat şopandin.

Gelên di bin zext û zilma împaratoriyan de bûn, pêşniyazên Wilson ji xwe re kirin rêber û daxwaza diyarkirina qedera xwe ya siyasî kirin.

Yek ji van xalan, ya 12. bû ku raste rast bi dîzayna erdên osmanî re têkildar bû.

Wilson bi çarçoveya xala 12. vê pêşniyaz dikir;

Li erdên tirk lê zêde ne, Împaratoriya Osmanî divê bibe xwedî dewlet. Lê ligel vê, divê miletên din ên di bin rêvebiriya osmanî de jî bibin xwedî derfetên jiyaneke biewle û firsenda rêvebiriyeke xweser.

Kurdistana serbixwe

14 xalên Wîlson bûn bingeha sîstema navneteweyî ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn û li ser erdên împaratoriya alman, awisturya û osmanî gelek dewlet hatin damezrandin.

14 Xalên Wilson ji bo Peymana Sewrê ya bi osmaniyan re bû rênîşander.

Lewma jî Kurdistan û Ermenistaneke serbixwe di vê peymanê de cî girt.

Sînorên Kurdistanê ku di Peymana Sewrê de hatibûn diyarkirin. / Harîte: Justiceforkurds.org/

Lêbelê dewletên emperyalîst, kurtedemek şûn ve ji sozên xwe vegeriyan û bi dewleta Tirk a Kemalîst re li hev kirin.

Bi vî awayî, Xala 12. a Woodrow Wilson ku kurdan jî hevparê sîstema cîhanê qebûl dikir, bû qurbana berjewendiyên qirêj ên Brîtanya û Fransayê.

————————-

Foto: Serokê Amerîkayê Woodrow Wilson/Historyplace.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …