Ronî RIHA
Wiha xuyaye Demîrtaş ne hew şîyar bûye, di heman de zengilê şîyarbûnê jî ji bo me Kurdxewaran bi lêdixe.
Demîrtaşê di dadgehê de bi navê parastinê diaxife, ne hew bi dozgerên dewletê re diaxife û xwe diparêze, esas bang li gelê Kurd, bang li ciwanên kurd dike ku bi nûtikên şoreşa cîhanê ji bingeha têkoşîna rizgariya neteweyî tên dûrxistin.
Berî her tiştî doza Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî tê de tên darizandin ne “Doza Kobanê” ye. Hewceye ji hêla gelê Kurd ve ev xapînok ji holê rabe! Demîrtaş û hevrêyên wî tev dîl girtiyên “Doza Kurdistanê” ne! Lê ka kî çiqas ji vê yekê haydar e ev ne zelal e…
Demîrtaş hem haydarbûna xwe û hem jî sedema dîlgirtîbûna xwe bi van gotinên balkêş rast û rind xêz dike:
• “Gelek heval dibêjin, Demîrtaş dest bi gotina ‘Kurd û Kurdistanê’ kir.”
• “Ji ber gotina ‘Kurd û Kurdistan’ ez têm darizandin jixwe.”
• “Ev nêzîkî 20 sal in ez di nav siyasetê de me. Axaftina min a li ser Kurd û Kurdistanê bûye mijara sûcdarkirinê.”
• “Min behsa Somayê jî kir. Çima doz nehat vekirin? Ji ber ku di naveroka axaftina min de kurd nîn e.”
• “Dixwazin rastiya Kurd û Kurdistanê were mahkûm kirin.*Ez Kurd im, welatê min Kurdistan e, her du nasnameyên min rûmeta min in, kes nikare vê binirxîne.”
Wiha xuyaye Demîrtaş ne hew şîyar bûye, di heman de zengilê şîyarbûnê jî ji bo me Kurdxewaran lêdixe. Hêvî dikim bi gotina “Kurdistan” ew jî wekî İlkel Milliyetçiyê Kurd neyê bi navkirin û vê carê ji hêla Kurdan ve neyê darizandin ango ji aliyê Devrimciyên def û pîspîska çepên tirk lê dixin ve!
Eger em vegerin ser “Doza Kobanê”, ma heyran Kobanê ne bajareka li Marsê ye? Dahw, doz û berxwedana Kobanê hem a doh û hem jî ya îro dahw û doza Kurdistanê ye! Li wê derê axa kurd dihat dagir kirin, zarokên kurd wekî berxên qurbanan ji hêla çêlikên çar dagirkeran ve dihatin qetil kirin. Yên xwîna xwe kirin çavên xwe û çûn Koban parastin, bi vê êş û zanînê çûn. Dibe ku yên vê rastiyê veguherînin û bi awayekî din bi me bidin xwendin hebin… Lê herdem rasteqîrên Kurd jî wê hebin. Wê biqîrin û bibêjin “Kurdistan dagir bûye, ez, em, hûn jî dahwedar û dozgerê wê ne. Wek rêberê gelê kurd ê li Îmraliyê ku bûye dîlgirtiyê vê heqîqetê… Dîl girtiyê ku dagirker jê herî xema dixwin jî bêguman dîl girtiyê doza Kurdistanê, rêberê gelê kurd Ocalan e!
Demîrtaşê xwe dîl girtî û sedema vê jî kurdbûna xwe û doza Kurdistanê dibîne, bêguman şagirtê dahw û doza Ocalan a Kurdistanê ye. Lê derdor dixwazin PKKê û Demîrtaş bi awayekî bînin hemberî hev û dîsa kurdan bi destê kurdan hingaftin bidin. Ew kes û derdor xwedî projeyekê ne. Derdên wan gelê Kurd ji dahw û doz Kurdistanê dûr bixin. Ew kes û kesok her çiqas bi devên xwe, xwe wek şoreşger nîşan didin jî, lê di wan de Misto Kemalekî “por zer û çav şîn” radizê…
Demîrtaşê ev bang kir bi hawakî hêsan û zelal ji rêvebir û siyasetmedarên gelê Kurd re ev digot; Sırrı Süreyya Önder ji dewletê re kar dike û rê nedinê da ku têkeve nav rehên siyaseta Kurd. Lê hevkarên wî yên heman projeyan nehîşt ev bang bê bihîstin.
Hişyariya derbarê Sirri Sureya Onder de
Hewceye nê ji bîrkirin da ku Demîrtaş berî niha, di destpêka meha kanûna paşîn a 2022an jî bang û balkişandinek girîng kir. Lê mixabin ev yek ji hêla medyaya Kurd ve nehat dîtin û nehat nîqaş kirin. Demîrtaş dema li dadgehê parastina xwe dikir diyar kir ku Musteşarê wê demê yê MÎT’ê Hakan Fîdan dixwaze di pêvajoya çareseriyê de pê re hevdîtinê bike. Yê vê peyamê ji Demîrtaş re tîne jî Sırrı Süreyya Önder e. Dema Demîrtaş sedema vê hevdîtinê dipirse, Sırrı Süreyya Önder dibêje dewlet dixwaze Ocalan tasfiye bike û te muhatab bigrin.
Demîrtaşê ev banga wî nehat bihîstin di heman rojan de di derbarê vê mijarê de ev peyam ji televizyona Halk TVyê re şand; “Pêşniyara ji bo şûna Ocalan ez bigrim ji min re hat dayîn. Hewl dan ji min Ocalanekî biçûk çêkin. Em em in, Ocalan Ocalan e. Ocalan xwedî hêz û mîsyonek girînge ku kane bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike. Em hew weke nûnerên siyasî yên gel li parlamentoyê aktorên çareseriyê ne.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye dema Demîrtaş ev bang kir bernamzetên parlementeriyê ya
hilbijartinên 14ê Gulana 2023an dihatin zelal kirin. Navê Sırrı Süreyya Önder jî wek bernamzet derketibû holê.
Demîrtaşê ev bang kir bi hawakî hêsan û zelal ji rêvebir û siyasetmedarên gelê Kurd re ev digot; Sırrı Süreyya Önder ji dewletê re kar dike û rê nedinê da ku têkeve nav rehên siyaseta Kurd. Lê hevkarên wî yên heman projeyan nehîşt ev bang bê bihîstin. Sırrı Süreyya Önderê bi ked û xwîdana Kurdan bû parlamenter nuha li Enqerê bûye cebarê moralên tirkan yê xerab dibe û wan dikenîne. Tu bigrî Kurdo…
Demirtaş Ocalan baş dixwîne
Dema em vegerin ser parastina Demîrtaş û ev serîrakirina wî ya dawiyê, hewceye em Kurd hîn berfireh li vê mijarê binêrin. Hewceye neyê jibîrkirin ku Demîrtaş wek siyasetmedarekî bihêz di pêvajoya aştiyê ya di navbera birêz Ocalan û dewletê de hat meşandin de cîh girt. Ne hew di navbera dewletê û birêz Ocalan da diçû û dihat, Demîrtaş heman demê di navbera birêz Ocalan û Qendîlê da jî qasîdî dikir. Welhasil, li paş perdeyê jî çi pêk dihat, ji aliyê Demîrtaş ve baş dihat dîtin. Lewma parastina Demîrtaş giring e.
Demîrtaşê di dadgeha dagirkeran de bi navê “parastinê” diaxife, ne hew xîtabî dozgeran dike û xwe diparêze. Heman wextê li ser navê Sêyîd Rıza û Şêx Seîdan nixêma rûyê dewleta Tirk yê reş dinixême dide alî, da ku neviyên leheng û serdanên “Dahwa Kurmancêyê” rastiya dagirkeran bibîne û dîsa nên xapandin.
Demirtaş bang li gelê Kurd dike, bang li ciwanên kurd, ciwanên ku bi nûtikên “Şoreşa cîhanê” ji bingeha têkoşîna rizgariya neteweyî tên dûrxistin dike… Bang li kurdan dike Demîrtaş…
Di heman demê de Demîrtaş di vê dema ewqas xeter da, ev tecrîda li ser birêz Ocalan jî baş dixwîne… Di hevdîtinên Îmraliyê de Ocalan digot “Min gotina xwe ya dawiyê nekiriye…” Demîrtaşê bi birêz Ocalan re rûniştiye baş digihêje wateya vê gotina birêz Ocalan. Û hîs dike ku derî ne hew li ser Ocalan hatiye jidandin, herî zêde derî li ser gotina Ocalan ya dawiyê hatiye girtin. Wer xwuyaye Demîrtaş vê tecrîdê wûsa dixwîne. Asta gelê Kurd a niha gîhayê, rewşa Rojhilata Navîn, bi taybet destkeftiyên gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê û tecrîd bi hev ve girêdayî ne.
Dema Demîrtaş di derbarê sûcên rejîma tirk de diaxivî vê digot:
“Dema mirovê birçî nan didize mehkûm dibe. Lê we olka me, welatê me dizî. We nanê me, tenûra me dizî.”
Ev rastiya dagirkeriya tirk ji hêla gelek kesan ve di bin navê “xwişk û biratiyê û wekheviyê” de ser tê girtin Demîrtaş dîsa tazî dike. Dagirkerbûna Tirk û dagirbûna Kurdistan… Dagirker û yê dagirbûye “wekhev” nabin. Ev rastî di tu mêzînan de wekhev nabe, wekhev nayê! Yên ji dagirkeran “Wekheviyê” bixwazin koletiyê qebûl dikin.
Faşîzma AKP-MHPê yan dagirkerî?
Demîrtaş demek dirêj bi çepên tirk re, çepên dixwazin berê kurdan bide ba û bahozan re bask li hev dixist. Lê bi vê parastina xwe ne hew ji dozger û dadgehên dagirkeran re got hûn dagirker in, Kurdistan dagirbûyî ye û ez dîl girtî me, her wiha ji wan mîr û mîrîdên dixwazin rastiya kurd, Kurdistan û dagirkeriyê bi gotinên AKP-MHP Faşizmi erzan û sergirtî bikin re jî got, “Bi ser xwe ve werin û rastiya gelê kurd bibînin!”
Demîrtaş bi vê sekna xwe balê dikşîne ser mîr û mirîdên bandorê li ser çek û qelema Kurd dikin. Demîrtaş balê dikişîne ser yên pêvajoya aştiyê baş fam kirin lê bi zanebûn ji rê derxistin û li gorî xewn û xeyalên xwe şaş meşandin.
Selahaddinê bi navê Kurd û Kurdistanê gotina xwe ya dawiyê kir, gelo dibe ku bûye hawara dengê birêz Ocalan û gotina wî ya dawiyê, ya derî li ser hatiye girtin?
——————-