HPG encamên şer ên 2023an eşkere kirin

HPGê daxuyand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di 2023an de 1712 êriş pêk anîne. Di encama pevçûnên dijwar de 928 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, operasyonên artêşa tirk ên 2021-2022’an bi taktîkên nû yên gerîla hatine têkbirin. Dewleta tirk di pêşxistina konsepta şer a 2023’an de ket nava zehmetiyê.

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxwiyaniyeke berfireh amarên şer ên sala 2023’an eşkere kirin. HPGê diyar kir, gerîlayên azadiya Kurdistanê di seranserê salê de 1712 êriş pêk anîne. Di encama pevçûnên dijwar de 928 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin. Dewleta tirk, 2969 caran êriş birine ser gerîlayan û 179 gerîla canê xwe ji dest dane. 104 gerîla li Herêmên Parastina Medyayê (Başûr) û 75 jî li Bakur canê xwe ji dest dane. Artêşa tirk di hin ji van êrişan de çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne.

Erdhej û bêçalakîtiya gerîla

HPGê da zanîn, Komara Tirkiyeyê di çarçoveya “Plana Hilweşandinê” ya sala 2015an de hemû derfetên xwe seferber dike û lewma jî agirbesta wan a ji ber erdhejê qebûl nekiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî erdheja li Bazarcixê, HPGê di 9ê sibatê de ketiye pozîsyona bêtevgeriyê.

HPGê destnîşan kir, dewleta tirk tevî vê jî êrişên xwe domandine û di encam de 32 gerîla canê xwe ji dest dan. Ev jî bûye sebeb ku HPG di 13ê hezîranê de proseya bêtevgeriyê bi dawî bike. Bi dûv vê re, şerê dewleta tirk û gerîla derketiye asteke herî bilind.

Armanc: Dagirkirina başûrê Kurdistanê ye

HPGê ragihand, operasyonên artêşa tirk ên “salên 2021-2022’an bi taktîkên nû yên gerîla hatine têkbirin”.

Daxuyanî wiha dom kir:

“Planên dagirkeriyê negihiştin armanca xwe û dijmin di qada taktîkê de xitimî. Rejîma faşîst di rêjeyeke mezin de rewatiya xwe winda kir û bêhêz bû. Lewma rejîma faşîst ji bo pêşxistina konsepta êrîşa sala 2023’an a li dijî gelê Kurd, ket nava zehmetiyê.”

Hat ragihandin ku dewleta tirk 14ê tîrmehê de li Kuro Jahro, 19ê tîrmehê li Girê Ortê ya Metînayê û 20 tîrmehê li Girê Cûdî ya herêma rojavayê Zapê ta Şehîd Delîl êrişên nû daye de daye destpêkirin.

HPG da xuyakirin, dewleta tirk “xeta hevkariya kurd û hemû derfetên Tirkiyeyê li ser hev bi kar anî û kir mijara bazarê û hewl da ku ji hêzên derve piştgiriyê bigire.”

Bi taybetî hat ragihandin, êrişên li Metîna û rojavayê Zapê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine li dar xistin. HPGê got, “artêşa dagirker ji bo ku vê têkçûn û xitimînaxwe derbas bike, fermandariya tevgera dagirkeriyê ji wezîfeyê girt.”

Paşê jî artêşa tirk di 9ê îlonê de hewl daye êrişa xwe ji Girê Amediyê belavî Metînayê bike û di 7ê cotmehê de jî ketiye ciyên stratejîk ên herêma Barzanê.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin, li Barzanê gerîla tune ne û ev jî nîşan dide armanca dewleta tirk “dagirkirina hemî başûrê Kurdistanê ye.”

“Dewleta tirk mehkûmî têkçûnê ye”

Di daxuyaniyê de asta amadekariya gerîlayên azadiya Kurdistanê bi van gotinan cî girt:

“Di meha Cotmehê de hêzên me astekê şer a pir cidî nîşan dan. Bi ketina pêvajoya zivistanê re Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêyî ku bibêje havîn-zivistan, di her demsalê de û li her derê ji bo pratîkkirina gerîlatiya demê nû di mehên Mijdar û Kanûnê de li Zap, Xakurkê û Metînayê operasyonên şoreşgerî yên serketî lidar xistin.”

Hat ragihandin, gerîla “Stratejiya Şoreşgerî û taktîkên demê pêk anî ye” û lewma jî ji bilî têkçûnê tu riyeke din li pêşiya artêşa tirk tune ye.

Li gorî daxuyaniyê, operasyonên artêşa tirk ên 2021- 2022’an bi taktîkên nû yên gerîla hatine têkbirin. Dewleta tirk di pêşxistina konsepta şer a 2023’an de ket nava zehmetiyê.

Êncamên şer ên 2023an

Êrîşa balafirên şer: 1580

Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî: 1038

Êrîşa bi dronên bombebarkirî: 342

Êrîşa bi bombeyên nukleerên taktîkî: 9

Windahiyên gerîla

Gerîlayên hatine qetilkirin: 179

Gerîlayên dîl hatine girtin: 2

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên kemînê: 4

Çalakiyên êrîşê: 6

Operasyonên şoreşgerî: 6

Çalakiyên înfiltrasyonê (sizma): 7

Çalakiyên gerîla yên koordîneyî:31

Çalakiyên sabotajê: 39

Çalakiyên sekvaniyê: 246

Çalakiyên çekên giran: 766

Çalakiyên şer-derblêdanê-mudaxeleyê: 607

Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine pêkanîn: 1712

Windahiyên dewleta tirk

Hejmara leşkerên hatine kuştin: 919

Hejmara leşkerên payebilind ên hatine kuştin: 7

Hejmara kontrayên hatine kuştin: 2

Hejmara leşkerên birîndar bûne: 128

Doktrîna şer ê HPGê 

Fermandarê biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Karayilan doktrîna şer wiha îzeh kiribû:

“Doktrîna me ya şer çi ye? Em şerê tunelan û gerîlatiyê dikin yek. Em bi hev re dimeşînin. Herdu jî wek mirovek ku li ser du lingan dimeşin. Hevûdin xwedî dikin, xurt dikin, ji ber vê yekê li hember her cure êrîş û çekan li ber xwe didin. Bê şik gerîla ne gerîlayekî klasîk e, gerîlayekî tîmê ye, pispor e û xwe li herêmê vedişêre. Mîna xeyalet e. Kengî bixwaze derdikeve, kengî bixwaze wenda dibe. Tîmên qadê bi vî rengî şer dikin.”

Fermandarê Kurd tunelan wekî “kelehên binerdê” pênase kiribû.

Infowelat

Foto: Ala HPGê

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand. VVJ di …