Li Ewrûpayê reaksiyonên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava berdewam dikin.
Kurdistaniyên li Swîsreyê li bajarên Belînzona, Solothurn, Friboûrg, Bern û Winterthûrê daketin kolanan.
Li Ewrûpayê reaksiyonên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava berdewam dikin.
Kurdistaniyên li Swîsreyê li bajarên Belînzona, Solothurn, Friboûrg, Bern û Winterthûrê daketin kolanan.
Çalakiya Solothurnê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Navenda Civaka Kurd a Aaraûyê hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li ber îstesyona trenê hatin cem hev.
Di çalakiyê de sloganên “Bijî berxwedana Rojava“ û “Qatîl Erdogan“ hatin berzkirin.
Di çalakiyê de alên YPG û YPJê û posterên lîderê PKK’ê Abdulah Ocalan hatin hildan.
Winterthur, Bern, Bellinzona û Fribourg
Li bajarê Winterthûr û Bernê jî çalakiya ji bo Rojava ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a hatin lidarxistin.
Di çalakiyê de alên YPGê û YPJê hatin hilgirtin û bi sloganan dewleta tirk hate protestokirin.
Di çalakiyan de daxuyaniyên bi almanî jî hatin xwendin û bername bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bûn.
Çalakiyên li Bellinzona û Fribourgê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin lidarxistin.
Li Fribourgê piştî xwendina daxuyaniya bi zimanê fransî, çakger dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Infowelat