Civak

Swêd mafên penaberan ji holê radike

Ombudsmanê Parlementoyê Per Lenneerbrant got, Saziya Koçê ya Swêdê di meseleya nirxandina daxwaza penaberiyê de zêde “giran û pasîf e.” Parazvanên mafên penaberiyê radigihînin, Migrationverket di navbera 12 mehan û 4 salan de bersiva daxwaza ji bo îlticayê dide. Ev jî dibe sebeb, gelek îltîcaxwaz demeke dirêj li bende bersivê …

Bêtir »

Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ji bo dîroka koledariyê ya 250 salan wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze. Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê  di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn. Holanda ji ber dîroka wê ya koledar xwe ji bo lêborînekê amade dike. …

Bêtir »

Almanya mafê penaberiyê da 100 hezar kesî

Li Almanyayê di navbera çile-cotmeh 2022’an de bi giştî 181.612 kes serî li mafê penaberiyê dane. Rêjeya biryarên pozîtîf ên ji bo tevahiya serîlêdanan 55,8 ji sedî bûye. Serîlêdanên nêzîkî 85 hezar kesî an ji ber sebebên cuda hatine redkirin. Ofîsa Koçberî û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) îstatîstîkên …

Bêtir »

Li Swîsreyê kêmbûna karkeran giran dibe

Swîsre nikare ji bo sektora kar têra xwe xebatkaran peyde bike. Sektorên IT (Teknolojiyên Enformasyonê), avahîsazî û xizmetê pêdiviyê bi xebatkarên nû dibînin Li Swîsreyê kêmbûna karmendan giran dibe. Hejmara karkerên li Swîsreyê têra vî welatî nakin. Li seranserê welêt, pêdivî herî kêm bi 250.000 karkerên nû heye. Ev agahî …

Bêtir »

Fînland reforma samiyan nîqaş dike

Fînland dixwaze bi reformeke nû têkiliyên xwe û Parlemana Samiyan ji nû ve dîzayn bike. Reforma hukumeta Sanna Marinê ji aliyê samiyan ve wekî midaxaleya karûbarên navxweyî tê qebûlkirin. Pêşniyazqanûna Parlemena Samî ya li Fînlandiyayê di nava samiyên li vî welatî dibe sebeba nerazîbûnan. Samiyên li bakurê welêt ji ber …

Bêtir »

Konferansa navneteweyî ya Asyayê dest pê kir

Welatên Asyayê di konferanseke li Kazakistanê hatin cem hev Armanca fermî ya bernameyê li vê parzemînê xurtkirina aramiyê û bihevbaweriya di navbera welatan de ye Kazakistan di salên dawî de vediguhere yek ji navendên dîplomasiya di navbera welatên Asyayê de. Êdî pirî caran bernameyên navneteweyî yên li Kazakistanê tên lidarxistin. …

Bêtir »

Li Moldovayê aloziya siyasî kûr dibe

Li Moldovayê 40 hezar kes bi pankart û afîşên li hemberê hukumeta Sandu meşiyan Ligel buhayê enerjiyê, polîtîkayên hukumetê hatin protestokirin  Li Moldovayê protestoyên gulanê destpêkiribûn êdî heftane tên lidarxistin. Di çalakiyan de polîtîkayên siyasî û aborî yê hukumeta Maia Sandu tê protestokirin. Navenda çalakiya dawî dîsa paytexta welêt Kishinov …

Bêtir »

Li Rûsyayê welatî ji seferberiya Putin direvin

Li Rûsyayê kesên naxwazin tevlî artêşê bibin ji welat direvin Ji ber ku deriyên Ewrûpayê girtî ne, piraniya kesên terka welat dikin berê xwe didin Gurcistanê Rêvebiriya Gurcistanê ragihand, ji 17’yê îlonê û vir ve 78,000 welatiyên Rûs derbasî nava Gurcistanê bûne Biryara seferberiya leşkerî ya Kremlînê, gav bi gav …

Bêtir »