Li Amerîkayê koçberî vediguhere alaveke siyasî

Li Amerîkayê problemên kocberan bi dawî nabin

Kampên li bajarê New Yorkê ji ber hejmara zêde ya koçberan tije bûn

Bi hezaran koçber li bendê ne ku li kampekê bên bicîkirin

Bi zêdebûna hejmara koçberan re kapasîteya kampên New Yorkê tije bûn.

Gelek koçber, bi rojan hewl didin di kampê de ciyekî ji xwe re bibinîn.

Yek ji koçberên ji Venezûelayê Jorge, serboriya xwe ya ev çend rojên dawî wiha îfade dike:

Vê sibehê min hevalekî dît. Wî ji xwe re ciyekî peyde kiribû. Ji ber ciyekî wî tune bû, du roj ranezabû.

Tê ragihandin, Amerîka gelek koçberên li Teksasê êdî dişîne New York û bajarên li derdorê.

Rêvebiriya xweciyî ya dide zanîn, ji gulanê û vir ve 6 hezar koçber li New Yorkê bi cî bûne.

Greg Abbott. Waliyê Teksasê yê ji Partiya Komarger koçberên li ser sînorên Meksîkayê dişîne New Yorkê.

Li gorî nûçeyên di medyaya amerîkî de tên weşandin, li New Yorkê berpirsê giranbûna meseleya koçberan waliyê Texasê Greg Abbott e.

Waliyê Texasê

Abbott endamê Partiya Komarger e û ji mêj ve ye polîtîkaya koçberan a hukumeta Joe Biden rexne dike.

Li aliyekî din, şaredarê New Yorkê Eric Adams jî derbarê vê meseleyê de rexneyên giran li waliyê Texasê dike.

Adams di daxuyaniyeke xwe de gotibû, Abbott ji bo krîzê giran bike koçberan dişîne New Yorkê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …