Haitiya ku welatê herî aloz ê Amerîkaya Latîn e aram nabe
Ji îlonê û vir ve gelê vê giravê ji ber buhayên enerjiyê çalakiyan li dar dixin
Hukumeta welêt ji ber bêkeriya xwe ji bo mudaxeleyê bang li cîhanê kir
Li Haitiyê sebebên protestoyan naguhere.
Civak li hember buhayê zêde yê gazê, xizanî û li welêt belavbûna mafyayê çalakiyan li dar dixe.
Navenda çalakiyan paytext Port au Prince e.
Di meşa mezin a dawî ku di asta raperînê de bû, hukumet hat protestokirin.
Di encama êrişa hêzên dewletê de 4 kes birîndar bûn yek ji van kesan paşê jiyana xwe ji dest da.

Bi raperîna dawî re hukumeta Haîtiyê diyar kir êdî ew nikare pêşî li aloziya civakî bigire û banga midaxaleya leşkerî ya navneteweyî kir.
Protestoyên li Haitiyê, meha îlonê ji ber ku hukumet alîkariya enerjiyê ya ji bo welatiyan bi dawî kiribû dest pê kiribû.
Di çalakiyan de heta niha 16 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.