Endamên Fedasilê yên li paytexta Belçîka Brukselê ji bo protestokirina rewşa penaberan çalakiyekê li dar xistin.
Protestokar dan zanîn, ew ji ber rewşa penaberên ji neçarî li kolanan dimînin şermê dikin û di van şert û mercan de nikarin karê xwe di nava aramiyê de bimeşînin.
Kula penaberiyê ya li Belçîkayê her ku diçe girantir dibe.
Problemên di vê qadê de derdikevin holê êdî rasterast bandorê li xebatkarên belçîkî yên saziyên penaberiyê jî dike.
Endamên Fedasilê yên li paytexta Belçîka Brukselê ji bo protestokirina vê rewşê çalakiyekê li dar xistin.
Ciyê protestoya balkêş saziya mazûvaniya penaberan Petit Chateau (bi hollandî Klein Kastel) bû.
Ev demeke dirêje gelek kesên tên vê navenda serîlêdana, bêyî ku ciyekî ji xwe re bi dest bixin, paş de tên şandin.
Ev jî dibe sebeb gelek penaberên bêçare ji bo demeke nediyar li kolanan Brukselê bimînin.
Xebatkar çi dibêjin?
Xebatkarên Fedasilê di çalakiyê de diyar kirin, ew êdî nikarin ciyekî ji bo penaberxwazan re bibînin û bi vî awayî jî wezîfeya xwe pêk naynin.
Hin ji çalakgeran ragihandin, divê li gorî qanûnan, her kesê li Belçîkayê serî li penaberiyê dide li saziyeke mazûvaniyê (kampeke penaberan) bê bicîkirin.
Protestokar dan zanîn, ew ji ber rewşa penaberên ji neçarî li kolanan dimînin şermê dikin û di van şert û mercan de nikarin karê xwe di nava aramiyê de bimeşînin.

Çiqas penaber li kolanan e?
Saziya mazûvaniya penaberan a belçîkî Fedasil kurtedemek berê diyar kir, 3.000 ciyên di kampan de ên ji bo kesên îltîcaxwaz bi tevahî tije bûne û lewma jî sazî nema dikare kesên nû bişîne kampan.
Piştî rêvebiriya Belçîkayê diyar kiribû ew ji bo 1500 ciyên din amade bikin ketine nava tevgerê.
Li gorî hejmara ji aliyê saziya penaberan Vluchtelingenwerk Vlaanderen hate ragihandin, niha 150 dêbav tevlî 60 zarokên xwe li kolanan dimînin.
Tê texmînkirin, hejmara kesên tena serê xwe li penaberiyê dane û niha li kolanan dimînin