Fînland reforma samiyan nîqaş dike

Fînland dixwaze bi reformeke nû têkiliyên xwe û Parlemana Samiyan ji nû ve dîzayn bike.

Reforma hukumeta Sanna Marinê ji aliyê samiyan ve wekî midaxaleya karûbarên navxweyî tê qebûlkirin.

Pêşniyazqanûna Parlemena Samî ya li Fînlandiyayê di nava samiyên li vî welatî dibe sebeba nerazîbûnan.

Samiyên li bakurê welêt ji ber sozên xwe yên guherîna reformê pêk nayne, serokwezîra Fînlandê Sanna Marinê rexne dikin.

Serokê Parlemena Sami ya Fînlandê Tuomas Aslak Juuso dibêje, helwesta Marinê ya di vê mijarê de ew samiyan aciz dike.

Juuso wiha dipeyive:

Ciyê xemgîniyê ye ku wateya mafên mirovan ên samiyan ji bo hukumeta fînî tune ye. Sanna Marinê di Parlemena Samiyan de xweş dibêje. Soza dide lê ev sozên xwe pêk nayne. Hêza wê ya siyasî heye lê mixabin nake.

Li gorî pêşniyazqanûnê, eger kesekî ku bapîr an dapîrên wî/wê axêverê zimanê samî be, ew ê bikari be di hilbijartina Parlemena Samiyan de dengê xwe bi kar bîne.

Sanna Marin. Serokwezîra Fînlandê.

Reforma Parlemena Samiyan

Ev reform bi giranî di derbarê têkiliyên hukumeta Fînlandiyayê ya bi Parlemena Samiyan re ye.

Li gorî pêşniyazqanûnê, eger kesekî ku bapîr an dapîrên wî/wê axêverê zimanê samî be, ew ê bikari be di hilbijartina Parlemena Samiyan de dengê xwe bi kar bîne.

Lêbelê gelek samî di wê baweriyê de ne ev reform wê destûrê bide kesên asîmîlebûyî bibin endamên civaka samî û bi vî awayî di siyaseta samî de bibin xwedî gotin.

Sami ev koma asîmîlebûyî wekî kemi sami pênase dikin û naxwazin ev kes tevlî xebatên civaka samî bibin.

Hêjayî gotinê ye çendekî berê, biryara dadgeheke Fînlandê ya di vê meseleyê de di nava samiyan de bûbû sebeba nîqaşê.

Sami ev koma asîmîlebûyî wekî kemi sami pênase dikin û naxwazin ev kes tevlî xebatên civaka samî bibin.

Dadgehê biryar dabû, 100 welatiyên Fînlandê divê bikaribin di hilbijartinên ji bo Parlemena Samiyan de dengê xwe bi kar bînin.

Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî

Hêjayî gotinê ye, helwesta hukumeta Fînlandê ya di meseleya mafên samiyan de di salên dawî de li platformên navneteweyî jî dibe meseleya nîqaş û rexneyan.

Komîteyeke Neteweyên Yekbûyî di hezîranê de dabû xuyakirin, Fînland di mijara mafên polîtîk ên samiyan de konvansiyona mafên mirovan a li ser cihêxwaziya nîjadî îhlal kiriye.

Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî bandorê li prestîja Fînland kiribû û bûbû sebeb bala rêxistinên mafên kêmaran bizîvire ser hukumeta Sanna Marinê.

Li Fînlandê mafên samiyan cara ewil di 1995’an de di Destûra Bibgehîn de cî girt.

Di 1996’an de Fînland mafê siyasî ya vî gelî qebûl kir û Parlemena Sami hate damezrandin.

Samiyên Fînlandê

Samî li bakurê Skandînavyayê, di nava sînorên Fînland, Swêd û Norwêcê de dijîn.

Ligel vê herêma berfireh, qismek nîvgirava Kola ya li bakurêrojavayê Rûsyayê jî erdên sami tê qebûlkirin.

Hejmara samiyên li Fînlandê li derdora 10,700’î ye.

Yek ji sê para vê nifûsê li erdên samiyan yên li bakurê welêt ku wekî Sapmi tê binavkirin, dijîn.

Li Fînlandê mafên samiyan cara ewil di 1995’an de di Destûra Bibgehîn de cî girt.

Welatê Sapmi. Erdên samiyan nia di bin kontrola 4 dewletan de ye.

Ji bilî vê qanûneke ji bo mafê bikaranîna zimanê samî hate qebûlkirin.

Di 1996’an de Fînland mafê siyasî ya vî gelî qebûl kir û Parlemena Sami hate damezrandin.

Parlemena Sami saziya herî bilind a samiyan e û dikare derbarê gelek meseleyên endamên civaka samî de biryaran bide.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …