Fatoş Demirtaş Swîsre nikare ji bo sektora kar têra xwe xebatkaran peyde bike.
Sektorên IT (Teknolojiyên Enformasyonê), avahîsazî û xizmetê pêdiviyê bi xebatkarên nû dibînin
Li Swîsreyê kêmbûna karmendan giran dibe.
Hejmara karkerên li Swîsreyê têra vî welatî nakin.
Li seranserê welêt, pêdivî herî kêm bi 250.000 karkerên nû heye.
Ev agahî bi lêkolîna Radara Kar a Swîsreyê derket holê.
Lêkolîn nîşan dide, sektora IT (Teknolojiyên Enformasyonê), avahîsaziyê û sektora xizmetê de pêdiviyê bi xebatkarên nû dibîne.
Hukumeta Swîsreyê jî kêmbûna karkeran qebûl dike û daneyên lêkolînê piştrast dike.
Li gorî hukumetê, piştî 20 salan cara ewilî ye problema kêmbûna karkeran ewqas giran dibe.
Hukumet federal diyar dike, êdî febrîqe û kargeh nikarin têra xwe xebatkaran peyde bikin.
Yek ji şîrketa xwe maxdûrê vê rewşê dibîne Migros e ku nêzîkî 100.000 xebatkarên wê heye.
Tê ragihandin, yek ji sebeba rewşa dawî hejmara karkerên teqawidbûyî ne.
Bi zêdebûna hejmara kesên teqawid dibin, meseleya kêmbûna karkeran jî ewqas giran dibe.
Yek ji şîrketa xwe maxdûrê vê rewşê dibîne Migros e ku nêzîkî 100.000 xebatkarên wê heye.
Rêvebiriya Migrosê diyar dike, ew êdî nikarin dewsa kesên teqawid dibin tije bikin.
Lewma jî Migros bawer dike, di dema bê de meseleya peydekirina karkeran wê girantir bibe.
Li Swîsreyê rêjeya bêkariyê
Swîsre di warê kêmbûna rêjeya bêkariyê de li dûv Norwêcê welatê duyemîn ê Ewrûpayê ye.
Swisre di warê kêmbûna rêjeya bêkariyê de di serê lîsteya welatên Ewrûpayê de cî digire.

Hukumet rêjeya bêkariyê ya 3 mehan dawî wekî 2,1 ji % ragihand.
Ev jî nîşan dide, Swîsre di vê mijarê de li dûv Norwêcê welatê duyemîn ê Ewrûpayê ye.
Li aliyekî din, heqdestên karkeran jî li Swîsreyê her ku diçe zêde dibe.
Credit Suisse texmîn dike, heqdestên karkeran wê di 2023’an de 2.3 ji % zêdetir bibe.