Li Moldovayê aloziya siyasî kûr dibe

Li Moldovayê 40 hezar kes bi pankart û afîşên li hemberê hukumeta Sandu meşiyan

Ligel buhayê enerjiyê, polîtîkayên hukumetê hatin protestokirin 

Li Moldovayê protestoyên gulanê destpêkiribûn êdî heftane tên lidarxistin.

Di çalakiyan de polîtîkayên siyasî û aborî yê hukumeta Maia Sandu tê protestokirin.

Navenda çalakiya dawî dîsa paytexta welêt Kishinov bû.

Li derdora 40 hezar kes bi pankart û afîşên li hemberê hukumet Sandu meşiyan.

Di protestoyê de daxwaza îstifaya hukumetê hate kirin.

Protestoyên li Moldovayê ligel krîza enerjiyê, xwe dispêrin paşxaneyeke siyasî.

Maia Sandu. Yekemîn seroka Moldovayê ku alîgiriya Yekitiya Ewrûpa û Amerîkayê dike ji 2020’an û vir ve li ser kar e.

Paşxaneya aloziya siyasî 

Di hilbijartina 2020’an de Maia Sandu alîgirên Rûsyayê têk kiribû û bûbû seroka welêt.

Lêbelê Sandu ji ber encamên şerê Ûkraynayê û alîgiriya NATO û Yekitiya Ewrûpayê niha rastî reaksiyonên dijwar tên.

Serokê berê Igor Dodon bi hinceta gendeliyê û îxaneta di meha gulanê de hate girtin.

Ev bûyer ji aliyê alîgirên Rûsyayê ve wekî derbeyeke siyasî tê qebûlkirin û lewma jî li Moldovayê bêaramiya civakî hîn bêtir belav dibe.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …