Civak

Şaredarê Mehê ya Hezîrana 2014’an: Daniel Termontê şaredarê Gentê

    Daniel Termont di 2007’an de bûye şaredarê bajarê Gentê yê li herêma Flanders a Belcîkayê. Termont hilbijartina 2012’an jî qezenc kir û şaredartiya xwe dom kir. Termont ku di 1977’an de bûye endamê meclîsa şaredariyê û ji wê rojê û şûn de li şaredariyê gelek wezîfeyan pêk aniye, …

Bêtir »

Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê: “Em xwe nafirojin ti hikumetekê an partiyeke siyasî”

      Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê niha tevgera herî girîng a ji bin e ku polîtîkayên hikumeta Evo Morales û Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) rexne dike ye. Ji ber vê sekna wan a mixalif, hikumet endamên Conamaqê di Kanûna derbasbûyî de bi êrîşekê ji ofîsên …

Bêtir »

Kolombiya û ELN li ser hevdîtinên aştiyê li hev kirin

    Hikumeta Kolombiyayê da xuyakirin ku pêvajoya hevdîtinan a di navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN’ê de (Artêşa Rizgariya Neteweyî) dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoya hevdîtinan a bi vê rêxistinê re li Kolombiyayê rêxistinên çekdar ên li derveyê pêvajoya aştiyê neman. Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos di 10’ê Hezîranê …

Bêtir »

Bêaramiya civakî ya li dora projeyên hîdroelektrîkê yên li Guatemalayê

    Huehuetenangoya li bakurê Guatemalayê du hefte berê dema komeke mirovan a ji 150 kesan pêk dihat a ku bi maskeyan ketin hundirê tesîsa projeya hîdroelektrîkê ya pirneteweyî ya li şaredariya San Mateo Ixtatan û hin makîne û avahiyê hilweşandin, bû ciyê serhildana gel. Ev bûyer, ji nakokiyên civakî …

Bêtir »

Xizanên kolombiyayî erdên ji bo navenda leşkerî hatiye veqetandin dagir dikin

    Domandina dagirkirinekê heta pênc mehan ne hêsan e. Tew pêkanîna vê yekê li Kolombiyayê pir dijwar e. Lê endamên civaka Hektor Alirio Martinez a li şaredariya Fortulê ku nêzîkî sînorê Venezûelayê ye, pir pêş de çûne: ew erdên di destê Wezareta Parastinê de dagir dikin. Axa qasî 100 …

Bêtir »

Brîtanya hebûna kêmara Cornwallê nas kir

    Hikumeta brîtanî diyar kir ku wê gelê kornî ku li başûrêrojavayê Brîtanyayê dijî, bi awayekî fermî wekî kêmareke neteweyî nas bike. Statuya ‘kêmara neteweyî’ heta niha ji aliyê gelên gal, skot û îrlandî yên li Brîtanyayê dihat bikaranîn. Naskirina Cornwallê (Kernow) di çarçoveya Konvansiyona Çarçove ya ji bo …

Bêtir »

Manîfestoya Strasbourgê: Nexşeriya parastina kêmarên neteweyî û zimanî

    Koma Kêmarên Kevneşopî, Civak û Zimanên Neteweyî ya Parlamentoya Ewropayê ku ji aliyê endamê parlamentoyê ya ji EFA’yê (Hevgirtina Azad a Ewropayê) Francois Alfonsi ve tê birêvebirin, manîfestoyekê weşand. Belgeya bi navê Manîsfestoya Strasbourgê di 17’yê Nîsanê de di civîna komê ya dawî ya di Parlamentoya Ewropayê (YE) …

Bêtir »