Pirtûka Hipparchus hate dîtin

Zanyarên ewrûpî dan zanîn, wan kataloga stêrkan a windayî ya ji dema Beriya Zayinê (BZ) sala 130’an dîtine.

Ev kataloga yekemîn a stêrkan ji aliyê astronomê yûnan Hipparchus ve hatibû amadekirin.

Dîroka Serdema Antîk bi kişfeke din hinek din jî ronî bû.

Zanyarên ewrûpî dan zanîn, wan kataloga stêrkan a windayî ya ji dema Beriya Zayinê (BZ) sala 130’an dîtine.

Ev kataloga yekemîn a stêrkan ji aliyê astronomê yûnan Hipparchus ve hatibû amadekirin.

Hipparchus di berhemê de kordînatên 850 stêrkan nivîsî ye.

Kişfa dawî di encama vekolîna li ser Codex Climaci Rescriptusê ve hate kirin.

Ev pirtûk, li gorî texmînan di sedsala 9. an 10. de bi xetên destan hatiye nivîsandin û arşîva Manastira Saint Catherine a li Misrê de bûye.

Pirtûka navborî ku tîpên aramî hatiye nivîsandin niha di arşîva Muzeya Încîlê ya li Washingtonê cî digire.

Piştî vekolîna li ser pirtûkê derket holê ev pirtûk di eslê xwe de ya Hipparchus e.

Ji ber ku pirtûk di destpêkê de bi tîpên yûnanî hatiye nivîsandin û paşê bi zimanê aramî li ser vê berhemê pirtûkek din hatiye nivîsandin.

Codex Climaci Rescriptus. Ev pirtûk li ser kataloga stêrkan a Codex Climaci Hipparchus ve hatiye nivîsandin. Zanyar vi vekolînekê tîpên bi yûnanî derxistin holê.

Kî ye Hipparchus?

Hipparchus di sala 190 BZ de li Nicaeayê ya li bakurêrojavayê Tirkiyeyê ij dayik bû.

Lê paşê zanyarê yûnan koçî Rodosê kir û li eit xebata xwe ya li ser astronomiyê kir.

Ji bilî kataloga li ser stêrkan, Hipparchus cara pêşî mesafeya di navbera roj û heyvê de texmîn kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …