Li Rûsyayê welatî ji seferberiya Putin direvin

Li Rûsyayê kesên naxwazin tevlî artêşê bibin ji welat direvin

Ji ber ku deriyên Ewrûpayê girtî ne, piraniya kesên terka welat dikin berê xwe didin Gurcistanê

Rêvebiriya Gurcistanê ragihand, ji 17’yê îlonê û vir ve 78,000 welatiyên Rûs derbasî nava Gurcistanê bûne

Biryara seferberiya leşkerî ya Kremlînê, gav bi gav zexta xwe ya li ser civakê zêde dike.

Hejmarake zêde kesên divê li gorî biryarê tevlî artêşê bibin, dixwazin terka welêt bikin.

Lewma jî bi dehezaran mirov hewl didin rojek beriya rojekê terka ji Rûsyayê derkevin.

Lê belê ji ber şerê Ûkraynayê, deriyên piraniya welatên Ewrûpayê li Rûsyayê hatine girtin.

Ev jî dibe sebeb, kesên ji şer direvin berê xwe bidin welatê cîran Gurcistanê.

Welatiyên Rûs hewl didin bi riya deriyê Kazbegî ya li ser sînor terka welatê xwe bikin.

Kesên ne xwedî wesayîtekê ne, bi meşê an bi bisiklêtan derbasî aliyê Gurcistanê dibin.

Rêvebiriya Gurcistanê ragihand, ji 17’yê îlonê û vir ve 78,000 welatiyên Rûs derbasî nava Gurcistanê bûne.

Ev daneyên balkêş, asta reva ji biryara seferberiya rêvebiriya Moskowê li ber çavan radixe.

Seferberiya Putin

Bi seferberiya Putin re, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ketibû nava hereketê û ragihandibû wê 300 hezar leşkerên berê tevlî artêşê bibin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çend roj berê ji nişkave biryara seferberiyeke qismî dabû.

Pûtin ji bo biryara xwe şerê Ûkraynayê û kiryarên NATO’yê yên li başûrê Rûsyayê wekî sebeb nîşan dabû.

Riya herî kurt a di navbera Rûsya û Gurcistanê di Deriyê Kazbegî ya li ser sînor derbas dibe. Bi xebera seferberiyê bi dehezaran welatiyên rûs berê xwe dan vê nuqteyê

Piştî Putin, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ketibû nava hereketê û ragihandibû wê 300 hezar leşkerên berê tevlî artêşê bibin.

Biryar li hin aliyên Rûsyayê rastî reaksiyonan hatibûn û bi taybetî kêmarên li welêt bertek nîşan dabûn.

Aciziya li dijî seferberiyê, li Daxistanê gihîştibû asta aloziyê û li herêmê protesto hatibûn li da xistin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …