Li Kanadayê 500 hezar penaber bê kaxiz in

Hukumeta Kanadayê biryar da di meseleya penaberên bê kaxiz de gav bavêje

Texmîn ev e, li vî welatî 500 hezar penaber bê kaxiz in

Ji sala 1980’an û vir ve zêdetirî milyonek penaber koçî Kanadayê kirine

Bi sedan penaber û piştevanên wan li bajarê li Quebecê çalakî li dar xistin.

Di çalakiya li bajarê Montrealê de bang li hukumetê hate kirin,penaberiya kesên bê kaxiz qebûl bike.

Li gorî texmînan li Kanadayê nêzîkî 500 hezar penaber bê kaxiz in.

Hukumeta federal niha hewl dide di vî warî de hin gavan bavêje.

Saziyan sivîl jî ji bo destekê bide vê plana hukumetê, biryar da li seranserê Kanadayê çalakiyan li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye, di dema şewba koronayê de, hukumeta Kanadayê ji bo penaberên di sektora tendurustiyê de dixebitîn, bernameyek dabû destpêkirin.

Paşê, serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau diyar kiribû, ew dixwaze çarçoveya biryara hukumetê berfireh bike.

Milyonek penaber

Kanada her ku diçe zêdetir ji penaberan re malovaniyê dike. Di sala 2021’an de 130 hezar kes li vî welatî serî li mafê penaberiyê dan. Ev rêje li gorî % 20 ji sala 2020’an zêdetir e.

Sala 2019’an hejmara kesên serî li penaberiyê dabûn bi qasî 101 hezar bû.

UNHCR radigihîne, ji sala 1980’an û vir ve zêdetirî milyonek penaber koçî Kanadayê kirine.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …