Li Îranê piraniya civakê xizan e

Li ser rewşa aboriya Îranê û bandora wê ya li ser gel, raporek hat weşandin

Lêkolîna nû nîşan dide, di 40 salên dawî de aboriya welêt her çûye xerabtir bûye û xizanî zêde bûye

Li Îranê, rojnameya Cîhana Pîşesaziyê, li ser halxweşiya gelê Îranê raporek weşand.

Li gor raporê, zêdetirê nivê gelê Îranê dibin sînorê xizaniyê de dijîn.

Hejmara van kesan, sala 2022’yan, gihîştiye ji 60 ji % civakê.

Rapor destnîşan dike, sala 1979’an, beriya ku Humeynî were ser kar, hejmara kesên di bin sînorê xizaniyê de bûn, ji 20 ji % bûye.

Piştî ku rejîma Humeynî hatiye ser kar, rewşa aboriyê her çûye xerabtir bûye.

Sala 1988’an ev rêjeya xizaniyê gihîştiye ji 40 ji %.

Û sala 2021’ê, xizanî 52 ji % derbastir kiriye.

Harîteya xizaniya li Îranê. Herêmên herî xizan ên li ser sînorên Pakistan û Afganistanê ne. 

Ev agahî ji aliyê serokê Peymangeha Lêkolînên Olî û Aborî ve jî hat piştraskirin.

3 salên dawî

Tê ragihandin, di 3 salên dawîn de, hejmara kesên ku di bin sînorê xizaniyê de dijîn gelekî zêde bûye û her diçe krîza aborî kûrtir dibe.

Kurtedemek berê, BTI Atlas jî bi rapora xwe ya 2022’an, li zêdebûna kûrbûna xizaniya li Îranê mukur hatibû.

Li gorî daneyên vê lêkolîna bi detay, li Îranê herî kê 15-20 milyon kes din ava xizaniya dijwar de dijîn.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …