Zarokên afgan di kanên zêr de dixebitin

Nîvê nifûsa Afganîstanê di bin xeta xizaniyeke dijwar de dijîn

Zarokên afgan jî ji vê xizaniyê para xwe werdigirin

Li herêma Badaxşanê 70 hezar zarok di kanên zêr de dixebitin

Li Afganîstanê zarok ji ber xizaniya malbatan neçarin di karên giran de bixebitin.

Li herêma Badaxşanê, zarokên di çaxê dibistanê de, ji dêvla ku biçin dibistanê diçin karên xetere.

Zarok ji bo heqdestekî hindik kanên zêr ên kaçax de dixebitin.

Karkerên biçûk bê tedbîr û ewlekariyê dadikevin bîrên nêzî 70 metroyan.

Karê li van bîrên tarî bi saetan didomin.

Gelekên caran ev tunel hildiweşin û zarokên karker yan dimirin an birîndar dibin.

Xortekî xebatkarekî kanê wiha diaxive:

“Em 20 kes di vê tunelekê de dixebitin. Me nêzîkî 70 mêtroyan tunelê kola. Eger tunel birûxe, jiyana me hemûyan dikeve nava xetereyê.”

70 hezar zarok 

Badaxşan. Ev parêzgeh yek ji ciyê herî xizan ê li Afganistanê ye.

Karkerekî biçûk jî wiha dipeyive:

“Ji ber xizaniyê, min di pola 8. de dev ji dibistanê berda. Ez hatim li vir bixebitim. Mehane 58 dolar dikeve destê min. Şensekî min î din tune ye. Ji bo man û nemanê, ez mecbûr, di van kanan de dixebitim.”

Li gorî raporan, li herêma Badaxşanê, 70 hezar zarok, ji bo karibin xwarinê bi dest bixin û piştevaniyê bidin malbatên xwe, dev ji dibistanan berdane û di karên giran de dixebitin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …