Li Şîliyê 49 sal di ser derbeyê re derbas bûn

Şîlî, di salvegera derbeya general Pinochet de li nava hev ket

Bi dehezaran kes daketin kolanan û zilma dema derbeyê protesto kirin

Li Şiliyê di 1970’an de Salvador Allende hatibû ser kar û bi reformên demokratîk pêk anîbû

Paşê 1973’an de bi rêberiya general Pinochet de derbeyeke leşkerî pêk hatibû û cûntayeke leşkerî hatibû ser kar

49. salvegera derbeya Pinochet îsal li Şîliyê bû sebeba raperîneke civakî.

Li derdora 40 hezar kes li paytext Santiagoyê li hev kom bûn û ber bi Goristana Recoleta meşiyan.

Salvador Allende. Serokê şoreşger ê Şîliyê di derbeya leşkerî ya 1973’an de hate kuştin.

Di meşê de posterên serok Salvador Allende û qurbaniyên din ên ji aliyê cûntaya leşkerî ve hatibûn kuştin hatin hilgirtin û sloganên ji bo pêkhatina edaletê hatin berzkirin.

Lêbelê piştî girse gihîşt ber goristanê, di navbera polês û hin komên di meşê de pevçûn derketin.

Polêsan bi bombeyên gazê êrişî çalakgeran kirin û çalakger jî bi molotofan bersivên dan polêsan.

Şoreşa Allende

Li Şîliyê, di hilbijartina îlona 1970’an de, platforma Eniya Gel bi ser ketibû Salvador Allende bûbû serokdewletê Şîliyê.

Hikumeta Allende bi lez dest bi reformên ji bo berjewendiya welatiyên Şîliyê kiribû.

Kanên sifir ji destên fîrmayên navneteweyî standin û reforma axê kirin.

Xizmetên perwerde û tenduristiyê ji bo hemû kesan, bû bê pere.

Augustus Pinochet. Generalê faşîst di 1973’an de derbeyeke leşkerî kir.

Rejîmên kevneperest ên li herêmê û Amerîka ji vê şoreşa demokratîk tirsiyan û ji bo hilweşandina rêvebiriyê dest bi xebatan kirin.

Di 11’ê Îlona 1973’an de, bi fermana general Augustus Pinotche, tank û balafirên şer êrîşî qesra serok kirin.

Allende di dewsa xwe radestkirinê de berxwedanê tercîh kir û tevî hevalên xwe ji aliyê derbekaran ve hate kuştin.

Di 3 salên pêşî yên derbeyê de, 200 hezar kes hatin girtin, 2 hezar kes hatin windakirin û nêzîkî 30 hezar kes hatin êşkencekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …