Wekîleke Greenlandê di rûniştina Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axivî. Nûnera Greenlandê daxwaza wergera Denmarkî ya naveroka axaftina xwe red kir. Ev jî bû sebeba nerazîbûna hin wekîlên di Parlamentoya Denmarkê de. Parlamentereke Greenlandê ya di Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axaftina xwe kir. Aki-Matilda Høegh-Dam di rûniştina …
Bêtir »Kurdistan dengên xwe da YSP’ê
Hilbijartin sehneyeke pêşbaziyê bû di navbera du bloqên siyaseta tirk, Tifaqa Komarê ya AKP-MHP û Tifaqa Milet a di bin pêşengiya CHP’ê de. Partiya Çepên Kesk (YSP) ku gelê Kurd temsîl dikir, bi hêviya têkçûna rejîma Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de destekê da namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu. Hilbijartina Giştî û …
Bêtir »Tirkiye ket riyeke ne bi xêr
Ji ber manîpulasyona AKP’ê ya di dema jimartina dengan de, encamên hilbijartinê bi derengî hatin eşkerekirin. Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand, Recep Tayyîp Erdogan % 49.51 û Kemal Kiliçdaroglu % 44.88’ê dengan wergirtine. Lewma jî hat ragihandin, di 28’ê Gulanê de tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê bê lidarxistin. Hilbijartina Giştî …
Bêtir »Rotaya Tirkiye-Îtalyayê eşkere bû
Îtalya li dijî komeke kaçaxçiyan ku ji Tirkiyeyê penaberan danî Ewrûpayê, operasyonekê li dar xist. Îtalya ragihand, berpirsên koma kaçaxçiyan ji welatên Rojhilata Navîn in û piraniya wan Kurdên Iraqê ne. Ji bo rêwîtiya ji Tirkiyeyê heta Ewrûpayê serê her mirovî di navbera 7,000 an 15,000 euro hatiye girtin. Îtalya …
Bêtir »Serxwebûnxwaz û otonomîst li EFA’yê ne
Més per Menorca, Siciliani Liberi û Union Valdôtaine bûn endamên nû yên EFA’yê. Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA tevneke siyasî ye ku di bin banê wê de 41 partiyên serxwebûnxwaz, herêmparêz û otonomîst cî digirin. Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA bi endamên nû tevna xwe ya siyasî berfireh dike. Rêxistin …
Bêtir »Le Monde: Komar rastî serhildana herêman tê
Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Ev gotar derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye. Rojnameya Fransî Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Gotara ji aliyê Benoît Floc’h ve hate nivîsandin, bi …
Bêtir »Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt
Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir. Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt. Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine. Fransa destûrê nade di …
Bêtir »Ziman parçeyeke nasnameya Maltayê ye
Hukumeta Maltayê ji bo parastina zimanê ku wekî Maltese tê pênasekirin, kampanya da destpêkirin. Rêvebirî û aktîvîst herî zêde li ser girîngiya ziman a ji bo nasnameya welêt disekinin. Digel zanîna berfireh a zimanê Maltese, bandora Îngîlîzî ya li welêt gelekî xurt e. Malta ji bo bikaranîna zimanê giravê teşwîq …
Bêtir »Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide penaberan
Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide koçber û penaberên ji derveyî Ewrûpayê hatine. 1.315.300 ji dewletê alîkariyê werdigirin û 123.000 ji vê hejmarê kesên ji derveyî Ewrûpayê ne. Lêkolînek dawî derxist holê, Belçîka parçeyeke mezin a alîkariya sosyal dide penaberan. Ev lêkolîn ji aliyê Zanîngeha Gentê ve ya li …
Bêtir »Asturias daxwaza fermîbûna ziman kir
Komîteya Parastina Zimanê Astûrî bi boneya Hefteya Edebiyata Astûrî çalakiyeke girseyî li dar xist. Bi hezaran dildarên ziman li paytexta herêmê Oviedo ji bo fermîbûna ziman meşiyan. Li Îspanyaya daxwazên ji bo wekheviya di navbera zimanan de li herêman berbelav dibin. Vê carê, navenda çalakiyên parastina zimanê dayikê herêma otonom …
Bêtir »Çawa zimanekî mirî tê vejandin?
Bi mirina Dolly re ya di 26’ê Kanûna 1777’an de, zimanê herêma Cornwallê jî êdî nema hatiye axaftin. Niha li seranserê Cornwallê 10,000 xwendekar di 50 dibistanan de fêrî zimanê Kernewek dibin. Gundê Mouseholê ya li Brîtanyayê ciyê dawî ye ku zimanê Cornwallî ango Kernewek lê hatiye axaftin. Ev der …
Bêtir »Mesrefên mîlîtarîzma global giran dibe
Di navbera salên 2021-2022’an de cîhan 2240 milyar dolar ji bo lêçûyinên mîlîter xerc kiriye. Li gorî raporê dewleta herî zêde pereyê xwe daye çekan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Di navbera salekê de tam 877 milyar dolarên Amerîkayê li artêşa wê çû ye. Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî …
Bêtir »Federalîzma Kesk û parastina jîngehê
Forûma Federasyonan li ser têkiliya parastina ekolojiyê û xwerêvebirinê jî berheman diweşîne. Di vê meseleyê de berhema Forûmê ya naskirî, di bin sernivîsa Federalîzma Kesk: Tecrûbe û Pratîk de hatiye weşandin. Forûma Federasyonan (Forum of Federations) ku li ser federalîzmê xebatan dike, li ser têkiliya parastina ekolojiyê û xwerêvebirinê jî …
Bêtir »Polînezya dengê xwe da serxwebûnê
Piştî Kaledonyaya Nû, di hilbijartinên Polînezyaya Fransî de jî serxwebûnxwaz bi ser ketin. Di tûra duyemîn a hilbijartina gişytî de partiya Tavini ku dixwaze Polînezya ji Fransayê veqete, bû yekemîn. Pêla serxwebûnê ya li Okyanûsa Pasîfîkê di demên dawî de bilind dibe. Piştî Kaledonyaya Nû, di hilbijartinên Polînezyaya Fransî de …
Bêtir »Guherandina Navendê: Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de
Ngugi li Kenyayê, ji ber xebatên xwe yên şanogerî bi zimanê Gikuyu tevî gundiyên Kenyayê, di sala 1977ê de hat girtin. Navê şanoyê ku hat qedexekirin Ngaahika Ndenda [Dilê min Kengî Bixwaze Ez ê Hingî Bizewicim] bu. Konferansa Berlînê di navbera 1884-1885an de bi armanca dabeşkirina Afrîkayê civiya û di …
Bêtir »Island ziman bi GPT-4 diparêze
Island ji bo parastina zimanê giravê niha li ser projeyeke pêşxistina softwareê dixebite. Ev proje, bi riya însîyatîfa serokê Islandê HE Guðni Th. Jóhannesson dest pê kir. Şîrketa OpenAI ku hevparê vê projeyê ye, ji bo zimanê îslandî wê bernameya GPT-4 amade bike. Welatê çiya û volkanan Island ji bo parastina …
Bêtir »Xelata bajarên pirreng hate eşkerekirin
Xelata Bajarên Ewrûpayê yên Tevlîbûna Civakî û Pirrengiyê ji sala 2022’an û vir ve ji aliyê Komîsyona Ewrûpayê ve tê dayîn. Bajarên Ewrûpayê yên nifûsa di ser 50.000’î re ye ji bo xelatê dikevin nava pêşbirkê. Xelata Bajarên Ewrûpayê yên Tevlîbûna Civakî û Pirengiyê ya îsal hatin dayîn. Bajarê Terrassa …
Bêtir »Çîn li Montenegroyê hebûna xwe xurt dike
Çînê di 2014’an de ji bo çêkirina riyeke din a behajiyê 1 milyar dolar pere dabû vî welatî. Ev pere dike ji çaran yekê hemû butçeya salane Montenegroyê. Montenegroya aboriya wê lawaz e, heta niha nikaribûye deynê berê yê Çînê bide. Çîn hebûna xwe ya li welate Balkanan Montenegroyê sal …
Bêtir »Valencia daxwaza otonomiyeke berfireh kir
Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye ku berfirehbûna erdên wê 23 255 km² ye. Nifûsa vê herêma li kêleka Derya Spî dirêj dibe, di ser 5 milyonî re ye. Valencia piştî demeke dirêj a bindestiyê, di 1982’an de statuya otonomiyê wergirt. Li Valenciayê ji bo parastina mafên herêmî çalakiyeke girseyî …
Bêtir »Otonomiya Qerebaxê di xetereyê de ye
Alîyev got, an wê Qerebaxî kontrola Azerbaycanê qebûl bikin û bibin welatiyên wê an jî divê Ermenî terka herêmê bikin. Lîderê Azerî diyar kir, ew ê ne otonomiyê muzakere bike ne jî mafeke taybet bide Ermeniyên li herêmê. Hebûna Qerebaxa Çiyayî ya Ermenî lê dijîn di xetereyê de ye. Lîderê …
Bêtir »Sirbên Kosovayê neçûn ser sindoqan
Sirbên Kosovayê hilbijartina ji bo çar belediyeyên boykot kirin. Boykot bi daxwaza partiya Srpska Lista (Lîsteya Sirban) pêk hat. Lewma jî bi tenê 3.5 % hilbijêrên li herêmê tevlî hilbijartinê bûn. Li Kosovayê aloziya di navbera welatiyên Sirb û hukumetê de kûr dibe. Sirbên li bakurê welêt hilbijartina ji bo …
Bêtir »