Rûsya testeke mezin a çekên nukleer kir

Rûsya testeke mezin a çekên nukleerî li dar xist.

Fuzeyên balîstîk, cruise hatin ceribandin û balafir û noqavên xwedî çekên nukleer barkirî tevlî minawreyan bûn.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi taybetî vê tetbîqata leşkerî temaşe kir.

Rûsya testeke mezin a çekên nukleerî li dar xist.

Di tetbîqata roja Çarşemê de her sê beşên hêzên nukleerî yên Federasyona Rûsyayê cî girtin.

Bi gotineke din, fuzeyên balîstîk, cruise hatin ceribandin û balafir û noqavên xwedî çekên nukleer barkirî tevlî minawreyan bûn.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi taybetî vê tetbîqata leşkerî temaşe kir.

Di çarçoveya vê şova nukleerî de, ji navenda çekên nukleer Plesetskê ya li bakur fuzeyeke balîstîk ber bi rojhilata welêt ve hate avêtin.

Fuze piştî firîna 5,800 km, gihîşt hedefa xwe ya li Nîvgirava Kamçatkayê.

Fuzeyeke din a balîstîk jî ji noqaveke li Deryaya Barentsê hate avêtin.

Herwiha, balafirên bomberana nukleerî yên stratejîk Tu-95 bi fuzeyên xwe yên Cruise tevlî tetbîqatê bûn.

Di testa dawî de fuzeyeke 5800 km firiya û ji bakurê welêt gihîşt rojhilatê Rûsyayê. /FAS (Federasyona Zanyarên Amerîkayê)

Rûsya ji peymana nukleerê vekişiya

Rûsya ji Peymana Dorfireh a Qedexekirina Testên Nukleerî ku bi îngilîzî wekî CTBT tê binavkirin, vekişiyabû.

Roja Sêşemê Konseya Federasyona Rûsyayê pêşniyazqanûneke li ser testên mezin ên nukleerî qebûl  kiribû.

Berî niha, pêşniyazqanûn ji aliyê parlamantoya Rûsya Dumayê ve hatibû qebûlkirin.

Bi vê gava dawî, Rûsya ji Peymana Dorfireh a Qedexekirina Testên Nukleerî ku bi îngilîzî wekî CTBT tê binavkirin, vekişiyabû.

Peymana navborî di sala 2000’î de ji aliyê hukumeta Rûs hatibû erêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji bo Peymana Dorfireh a Qedexekirina Testên Nukleerî têkeve meriyetê, divê ji aliyê çend dewletên ve din jî bê erêkirin.

Di nava van dewletan de Amerîka jî cî digire.

Foto: TASS 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …