Çîn polîtîkaya asîmîlasyonê girantir dike

Çîn li herêmeke Tîbetiyan perwerdeya zimanê dayikê qedexe kir.

Mijara gotina qedexeya ziman, li du parêzgehên Kardze û Ngaba ya li  eyalata Sichuanê pêk hat.

Li dibistanên seretayî û navîn yên li herêma ku piraniya nifûsê ji Tîbetiyan pêk tê, ji 2025’an û pê ve wê Mandarîn bibe zimanê perwerdeyê.

Çîn polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê ya li dijî zimanê Tîbetê didomîne.

Pekîn li herêmeke Sichuanê perwerdeya bi zimanê Tîbetî qedexe kir.

Mijara gotina qedexeya ziman, li du parêzgehên Kardze û Ngaba ya li  eyalata Sicuanê pêk hat.

Li dibistanên seretayî û navîn yên li herêma ku piraniya nifûsê ji Tîbetiyan pêk tê, ji 2025’an û pê ve wê Mandarîn bibe zimanê perwerdeyê.

Li gorî vê biryarê, li vê herêmê wê zimanê Tîbetî jî êdî neyê fêrkirin.

Heta niha, li dibistanên fermî yên li du parêzgehên navborî, ligel dersa Tîbetî, Matematîk, Zanist, Fîzîk, Cografya, Dîrok û Xebatên Sosyal bi Tîbetî dihatin dayîn.

Herçî Mandarîna zimanê fermî yê Çînê ye, wekî dersekê li dibistanên herêma Tîbetiyan tê fêrkirin.

Hukumeta Çînê sebeba vê biryara xwe bi hinceta “pêşxistina asta perwerdeyê ya xwendekaran” îzeh dike.

Parêzgeha xweser a Kardze ku Tîbetî lê dijîn. Ev der cîranê Herêma Otonom Tîbetê ye. /Harîte: RFA (Radyoya Azad a Asyayê)

Polîtîkaya asîmîlasyonê

Çînê bi dûv midaxaleyên xwe yên li Tirkîstana Rojhiat (Xinkiang), Hongkong û Tîbetê, di sala 2020’an de berê xwe dabû Başûrê Mongolyayê.

Li vê eyaleta ku 20 milyon zêdetir Mongol lê dijîn, Çîn ji bo li dibistanên seretayî û navîn Mandarîn bibe zimanê perwerdeyê, amadekariyeke berfireh kiribû.

Hêjayî gotinê ye, Çînê di salên dawî de asîmîlasyona xwe ya li hemberê zimanên din kûrtir dike.

Polîtîkaya asîmîlasyonê bi taybetî di dema rêvebiriya Xi Jinping de hat berfirehkirin.

Çînê bi dûv midaxaleyên xwe yên li Tirkîstana Rojhiat (Xinkiang), Hongkong û Tîbetê, di sala 2020’an de berê xwe dabû Başûrê Mongolyayê.

Li vê eyaleta ku 20 milyon zêdetir Mongol lê dijîn, Çîn ji bo li dibistanên seretayî û navîn Mandarîn bibe zimanê perwerdeyê, amadekariyeke berfireh kiribû.

Hewldanên Çînê wekî binpêkirina Qanûna Otonomiya Kêmarên Etnîk hatibû hesibandin û li Başûrê Mongolyayê çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.

Foto: Ala Çînê. /Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …