Jinên Islandê bi armanca wekheviya zayendî, li seranserê welêt neçûn kar.
90 ji % jinên giravê tevlî vê çalakiya dîrokî bûn.
Dibistan, banke û hemû navendên kirînê ji ber çalakiyê hatin girtin.
Island duh bi grevekê ket rojeva medyaya cîhanê.
Jinên Islandê bi armanca wekheviya zayendî, li seranserê welêt neçûn kar.
90 ji % jinên giravê tevlî vê çalakiya dîrokî bûn.
Dibistan, banke û hemû navendên kirînê ji ber çalakiyê hatin girtin.
Serokwezîra Islandê Katrin Jakobsdóttir jî destekê da çalakiyê û neçû ser kar.
Jinên Islandê bi vê grevê cudahiya di navbera heqdestên mêr û jinê de protesto kirin.
Şîdeta zayendî ya li kar jî mijareke din a jinên çalakger bû.
Greva dawî, di dîroka Islandê de çalakiya duyemîn mezin a jinê ye.
Di 1975’an de ji bo berfirehkirina mafên jinê çalakiyeke din a girseyî hatibû lidarxistin.
25,000 kes tevlî vê çalakiya girseyî bûbûn.
Lîsteya wekheviya zayendî
Island piştî vê çalakiyê, di ware mafên jinê de gavên mezin avêtibûn û di vê mijarê de bûbû lîderê cîhanê.

Li gorî daneyên Forûma Aboriyê ya Cîhanê, Island di 14 salên dawî de di serê lîsteya wekheviya zayendî de cî digire.
Island welatekî girave ku piranî ji volkanan pêk tê.
Li vî welatê li bakurê Okyanûsa Atlantîkê, nêzîkî Xeta Arktîkê cî digire 380,000 kes dijîn.
Foto: Dîmenek ji greva 1975’an. /Arşîva Dîroka Jinê ya Islandê
Infowelat