Peykerê Kralê Filistînê li Belçîkayê ye

Peykerê Kralê Filistînê Godefroid de Bouillon li meydaneke li Brukselê hatiye danîn.

Bouillon di sefera Xristiyanan a di 1099’an de bi dûv dorpêçekê, bajarê Qudsê dagir kiribû.

Peykerê Kralê Filistînê Godefroid de Bouillon li meydaneke li Brukselê hatiye danîn.

Ev berhema navdarê Godefroid de Bouillon ku yek ji lîderekî Xrîstiyanan bû, ev 200 sal in li Brukselê hatiye bicîkirin.

Bouillon di sefera Xristiyanan a di 1099’an de bi dûv dorpêçekê, bajarê Qudsê dagir kiribû.

Piştî vê serkeftina xwe, Godefroid de Bouillon payeya “Kralê Qudsê” wergirtibû.

Paşê ji bo bîranîna vê bûyerê, peykereke vî hukumdarê Ewrûpî paytexta Belçîka Brukselê hatibû danîn.

Dema artêşa Napolyon Brukselê dagir kir, peyker ji ciyê wî rakir û di dewsa wê de wekî sembola azadiyê darekê danî.

Di 1848’an de peykereke din ku ji bronz hatibû çêkirin, careke din li heman meydana bi navê Place Royal (Meydana Qraliyetê) a Brukselê ciyê xwe girt.

Ev peyker ji aliyê hunermend Eugene Simonis ve hatibû çêkirin.

Dukê herêma Lotharingiayê

Godefroid de Bouillon beriya biçe Filistînê Dukê herêma Lotharingiaya Jêr (Lorraine) bû.

Godefroid de Bouillon di 1060’î de hat dinyê û 1100’î de li Qudsê jiyana xwe ji dest da.

Godefroid de Bouillon beriya biçe Filistînê Dukê herêma Lotharingiaya Jêr bû.

Sefera Godefroy de Bouillon/Bibliothèque Municipale de Boulogne-sur-Mer (Fransa)

Bakurêrojhilatê Fransayê, piraniya erdên Walonyayê, qismeke rojavayê Almanyaya îro û hemû erdên niha yên Hollandayê bi ser vê herêma mezin bû.

Godefroid de Bouillon di 1060’î de hat dinyê û 1100’î de li Qudsê jiyana xwe ji dest da.

Hukumdarê Xristiyan li dêra pîroz a Qudsê hat veşarin.

Fotoyê sereke: Equestrianstatue.org

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …