Kampanyaya ji bo îstifaya Leyenê dest pê kir

Ji bo îstifaya seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin.

Heta niha 26,000 kes îmzeya xwe avêtin binê metna daxwaznameya îstîfayê.

Leyen bi desteka yekalî ya ji bo Îsraîlê tê sûcdarkirin.

MERA25 Deutchland ji bo îstifaya seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin.

Heta niha 26,000 kes îmzeya xwe avêtin binê metna daxwaznameya îstîfayê.

Tevgera Demokrasiya li Ewrûpayê 2025’e (DIEM25) jî destekê da kampanyayê.

Wezîrê Fînansê yê Yûnanistanê yê berê Yanis Varoufakis bi awayekî aktîf tevlî vê kampanyayê dibe.

Di daxwaznameyê de ji bo îstîfaya Leyen bang li Konseya Ewrûpayê, Parlamentoya Ewrûpayê û welatiyên Yekitiya Ewrûpayê tê kirin.

Sebeba daxwaza îstîfayê xwe dispêrê desteka Leyen a ji bo Îsraîlê.

Leyen di bin van xalan de tên sûcdarkirin:

  1. Sekna wê ya yekalî ya ji bo meseleya Xezayê
  2. Binpêkirina hiqûqa navneteweyî (Xala 33 a Konvansiyona Genevê ku cezakirina kolektîf qedexe dike)
  3. Bêqîmetkirina proseya rêxistinî ya Yekitiya Ewrûpayê (Tê gotin, polîtîkaya derve ne karê Komîsyona Ewrûpayê ye)

Daxwazname diyar dike, eger Leyen ji kar îstifa neke, wê demê divê hukumeta Almanyayê wekî komîsera Yekitiya Ewrûpayê dawî li karê wê bîne.

Çi ye MERA25?

MERA25 wekî partiyeke polîtîk a çepgir di 2018’an de li Yûnanistanê ji aliyê Yanis Varoufakis ve hat damezrandin.

Partiyê di hilbijartina 2019’an a Yûnanistanê de 3.4 ji % dengan wergirt û bû xwediyê 9 kursiyan.

MERA25 navê xwe ji Yûnaniya Eniya Bêîteatê ya Realîst a Ewrûpayê digire.

Partî endamê Tevgera Demokrasiya li Ewrûpayê 2025’e (DIEM25).

Ev rêxistin, wekî partiyeke polîtîk a çepgir di 2018’an de li Yûnanistanê ji aliyê Yanis Varoufakis ve hat damezrandin.

Yanis Varoufakis di kampanyayê de rolekê aktîf pêk tîne.

MERA25 di 2019’an de tevlî hilbijartina Parlamentoya Ewrûpayê bû û bi ferqeke biçûk kursiyekê winda kir.

Partiyê di hilbijartina 2019’an a Yûnanistanê de 3.4 ji % dengan wergirt û bû xwediyê 9 kursiyan.

MERA25 ligel Yûnanistanê, li Almanyayê jî wekî partiyeke polîtîk hatiye damezrandin.

Foto: Seroka Komîsyona Ursula von der Leyen / Medyaya Sosyal

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …