7,000 Filistînî hatin kuştin

Ji duh êvarê ve, Îsraîl êrişkariya xwe ya li dijî Xezayê derxist asteke bilindir.

Tank û topên Îsraîlê Şerîda Xezayê bi giranî bombebaran kirin.

Herwiha, artêşa Îsraîlê di nava Xezayê de operasyonek bisînor lidarxistin.

Îsraîl digel daxwazên ji bo aştiyekê, êrişên xwe yên li dijî Xezayê girantir dike.

Ji duh êvarê ve, Îsraîl êrişkariya xwe ya li dijî Xezayê derxist asteke bilindir.

Tank û topên Îsraîlê Şerîda Xezayê bi giranî bombebaran kirin.

Herwiha, artêşa Îsraîlê li dijî Hamasê di nava Xezayê de operasyonek bisînor lidarxistin.

Çavkaniyên Îsraîlê radigihînin, bombebarana dawî ji bo  “amadekariya gavên li pêş ên şer” tê kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi zimanekî êrişkar got, Îsraîl “agirê dojehê” li ser Xezayê dibarîne.

Di vê davberê de, bi deheran leşkerên Îsraîlê li bende fermana êrişeke dagirkirinê yên hukumetê ne.

Encama bombebaranê

40 ji % hemû avahiyên li Xezayê hilweşiyan û 6500 Filistînî hatin kuştin

Ji ber bombebarana giran a Îsraîlê, roj bi roj windahiyên Filistîniyan girantir dibe.

Bi kurtahî, encama karesata humanîter a li Xezayê wiha ye:

  • 40 ji % hemû avahiyên li Xezayê hilweşiyan
  • 7,000 kes hatin kuştin
  • 1.4 milyon kes terka bajarê Xezayê kirin
  • Perwerdeya 625,000 zarokan sekinî

Îsraîl agirbestê red kir

Hukumeta Îsraîlê banga sekteretê-giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û çend welatên din bi eşkereyî red kir.

Îsraîl bi desteka Amerîka û çend welatên Ewrûpayê bangên ji bo agirbestê qebûl nake.

Hukumeta Îsraîlê banga sekteretê-giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û çend welatên din bi eşkereyî red kir.

Saziya penaberiyê ya ji bo Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî UNRWA jî di daxuyaniya xwe de banga agirbestê kiribû.

Saziyê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû, ji ber kêmasiya sotemeniyê ew ê neçar bimînin operasyonên xwe yên humanîter bi dawî bikin.

Foto: Dîmenek ji bombebarana Xezayê. /Medyaya Sosyal 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …