Destpêka lêkolîna li ser ziman a kovara Sciencê

Kurdistan navenda zimanên Hînd-Ewrûpayê ye

Kurdistan navenda zimanên Hînd-Ewrûpayê ye ku ji aliyê nivê nifûsa cîhanê tên axaftin.

Ev hîpoteza di çend salên dawî de nîqaş li ser dihat kirin, bi lêkolîneke dawî hat piştrastkirin.

Encamên vê lêkolîna zanistî di kovara Scienceê de hat weşandin.

Kurdistan navenda zimanên Hînd-Ewrûpayê ye ku ji aliyê nivê nifûsa cîhanê tên axaftin.

Ev hîpoteza di çend salên dawî de nîqaş li ser dihat kirin, bi lêkolîneke dawî hat piştrastkirin.

Encamên vê lêkolîna zanistî di kovara Scienceê de hat weşandin.

Lêkolîna berfireh, di bin rêberiya Paul Heggarty û Cormac Anderson ve hat kirin.

Herdu zimanzan di Enstîtuya Max Planck a li Almanyayê xebatên xwe dimeşînin.

80 zimanzanên din jî di vê lêkolîna dêwanê de ciyê xwe girtin.

Rûpela destpêkê ya lêkolîna ser ziman a Scienceê/ Jêder: Kovara Science 

Di çarçoveya lêkolînê de, ji 161 zimanan nimûneyên peyvan hatin girtin û ji bo têkiliyên di nava wan de metodeke fîlogenetîk û îstatîstîkî hat bikaranîn.

Modela hîbrîd

Zimanzan di encama lêkolînê de, ji bo diyarkirina coxrafyaya zimanên Hînd-Ewrûpî hîpotezên Kurdistanê û ya bakurê Derya Reş kirin yek.

Piştî analîza daneyên ji lêkolînê hatin bidestxistin, zimanzan ji bo coxrafyaya ewil a zimanên Hînd-Ewrûpayê modeleke hîbrîd pêşxistin.

Zimanzan di encama lêkolînê de, ji bo diyarkirina coxrafyaya zimanên Hînd-Ewrûpî hîpotezên Kurdistanê û ya bakurê Derya Reş kirin yek.

Li gorî vê, zimanên Hînd-Ewrûpî 8,000 sal berê li coxrafyaya li başûrê Qefqesyayê hatine axaftin.

Di harîteyên hatin weşandin de bi zelalî xuya dike, cografyaya mijara gotinê bakurê Kurdistanê û Ermenistan e.

Zimanzan diyar kirin, zimanê Hînd-Ewrûpî ewil ji vir belavî Yûnanistan, Albanya, Hîndistan û deşta bakurê Derya Reş bûye.

3 hezar sal piştî vê pêla ewil, îcar ziman ji bakurê Derya Reş belavî welatên din ên Ewrûpayê bûye.

Ev hîpoteza hîbrîd di heman demê de xwe dispêre lêkolînên dawî ya antropolojiya genetîk.

Zimanên endamên malbata Hînd-Ewrûpî de ji aliyê 3.2 milyar mirovan tê axaftin.

Ev jî bi tomarî dike 46 ji % hemû nifûsa cîhanê.

Zimanên Ewrûpî, Îranî û Hîndistanî wekî sê endamên sereke yên vê malbatê tên qebûlkirin.

Harîteya di encama lêkolînê de hatiye weşandin. Di harîteyê de bakurê Kurdistanê wekî navenda zimanên Hînd-Ewrûpî tê nîşandayîn. /Kovara Science 

Hîpoteza Kurdistan û Derya Reş

Li gorî hîpoteza ewilî ya arkeologê Brîtanî Colin Renfrew, ziman di dema Neolîtîkê de li bakurê Kurdistanê hatiye axaftin.

Ji bo cografyaya zimanê proto-Hînd Ewrûpî heta niha du hîpotez hatibûn pêşxistin.

Li gorî hîpoteza ewilî ya arkeologê Brîtanî Colin Renfrew, ziman di dema Neolîtîkê de li bakurê Kurdistanê hatiye axaftin.

Renfrew gotibû, ziman 9,000 sal berê bi riya çandiniyê ji vê cografyayê belavî cîhanê bûye.

Li hember vê, hîpoteza deşta li bakurê Derya Reş (Pontic Steppe) hatibû pêşxistin.

Bi vê hîpotezê hatibû îdîakirin, zimanê proto-Hînd Ewrûpî 5 an 6 hezar sal berê li vê cografyayê derketiye holê û paşê belavî cîhanê bûye.

Foto: Li cîhanê cografyaya zimanên Hînd-Ewrûpî tê axaftin. /Harîte: Wikipedia 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …