Li Rojavayê Kurdistanê êdî Kurmanciyeke standard heye

Saziya Zimanê Kurdî (SZK), piştî xebateka berfireh a sê salan, berhema “Rêzimana Kurmancî” derxist.

Berhem bi xebateka berfireh a her du endamên SZKyê Ferhad Mûsa û Viyan Hesenê hate amadekirin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a ku navenda wê li Qamişloyê ye û saziya zimanî ya bilind û biryarder e li Rojavayê Kurdistanê, ji 2019an ve mijûlî xebatên zimannasiyê ye.

Pirtûka “Rêzimana Kurmancî” piştî xebateka berfireh a her du endamên SZKyê Ferhad Mûsa û Viyan Hesenê çap bû.

“Pêdivîya Rojava bi standardên rastnivîsînê hebû”

Di pêşgotina berhemê da hatiye nivîsîn:

Viyan Hesen

“Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû.

Loma SZKyê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike. ”

Berhema “Rêzimana Kurmancî” ji şeş beşan pêk tê: dengnasî, morfolojî, ristesazî, watanasî, rastnivîsîn û xalbendî.

Hevseroka SZKyê Viyan Hesen beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa pirtûkê kir.

Armanca Rêzimana Kurmancî

Li Rojavayê Kurdistanê ev 2-3 sal bûn nîqaşên standartkirina nivîsandina Kurdî hebûn.

Ji ber ku Saziya Zimanê Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê lêvegera zimanî ye, wekî erka xwe dît berhemeke wiha amade bike û yekkirinekê di nav dezgehan de çêbike.”

Viyan Hesenê derbarê armanca amadekirina pirtûkê de got:

“Armanca me di vê dema niha de, ewil yekkirina zimanê nivîskî li dezgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev 12 salên zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî heta zanîngehan derbasî qada perwerdeyê bûye.

Wekî din jî bi dehan dezgehên ragihandin û weşangeriyê hene bi zimanê Kurdî weşanê dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê ev 2-3 sal bûn nîqaşên standartkirina nivîsandina Kurdî hebûn.

Ji ber ku Saziya Zimanê Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê lêvegera zimanî ye, wekî erka xwe dît berhemeke wiha amade bike û yekkirinekê di nav dezgehan de çêbike.”

“Berhemên rêziman ên heta niha piranî takekesî bûn”

“Rêzimana me amade kiriye li ser bingeha bi dehan rêzimanên din hatiye amadekirin û di gelek mijaran de pişta xwe daye wan berhemên berê.

Têkildarî pêvajoya amadekirina Rêzimana Kurmancî jî Viyan Hesenê wiha got:

“Rêzimana me amade kiriye li ser bingeha bi dehan rêzimanên din hatiye amadekirin û di gelek mijaran de pişta xwe daye wan berhemên berê.

Berhemên rêziman ên heta niha piranî yên takekesî bûn, lewma nekarine yekkirina nivîskî çêbikin.

Nimûne me mijarên rastnivîsê ji du awayên heyî yek hilbijart. Me got bila dezgehên me yên fermî yên li Rojavayê Kurdistanê vê hilbijêrin û me sedemên wê jî rêz kirin.

Di destpêkê de du endamên SZKyê berhem amade kir û paşê jî mijar bi mijar di komîsyona saziyê de hat nîqaşkirin û nirxandin.

Piştî ku berhem qediya, hem ji sazî û keseyatên li Rojava û hem ji yên li perçeyên din ên Kurdistanê re û hem jî ji yên li derveyî welat re hat şandin.

Em nêzîkî 3 mehan li benda nirxandin û bersiva wan jî man. Piştî bersiv û nirxandinên wan zimanzan û dezgehên bi ziman ve eleqeder dibin, me li gorî nirxandinên wan hinek tişt sererast kirin.”

“Çavkaniya standardkirinê dê ev berhem be”

Pirtûkên fêrkirinê yên li Rojavayê Kurdistanê dê ji nû vê li gorî Rêzimana Kurmancî bêne amadekirin.

Viyan Hesenê eşkere kir ku niyeta wan heye ku li Kurdistanê komxebatên berfirehtir li ser wê berhama xwe ya nû pêk bînin û wiha pê de çû:

“Dibe ku hinek mijar pêwistiya ya wan bi serastkirinê hebe, wê demê di çapên nû de ew dê bêne sererastkirin.

Rast e berhem îro derket lê paşê me dê çapên din jî derbixin. Ev dê çavkaniya me ya standardkirina ziman ev be.”

Hevseroka SZKyê herwiha da zanîn ku pirtûkên fêrkirinê yên li Rojavayê Kurdistanê dê ji nû vê li gorî Rêzimana Kurmancî bêne amadekirin.

————–

Ev gotar cara ewil di Rûdawê de hatiye çapkirin.

Ji bo temaşekirina hevpeyvînê vê lînkê bitikînin. 

Foto: Ronahî tv

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …