Almanya pêşniyazqanûna dersînorkirinê amade kir

Hukumeta Alman pêşniyazqanûneke di derbarê kesên îltîcaya wan hatiye redkirin de qebûl kir.

Bi vê pêşniyazqanûnê, wê kesên serîlêdana wan hatiye redkirin bi hêsanî ji welêt bên dersînorkirin.

Ji bilî vê, dema desgîrkirinê (binçavkirinê) yên kesên navborî jî ji 10 rojan derdikeve 28 rojan.

Almanya polîtîkaya xwe ya penaberiyê wê hîn bêtir bişidîne.

Hukumeta Alman pêşniyazqanûneke di derbarê kesên îltîcaya wan hatiye redkirin de qebûl kir.

Bi vê pêşniyazqanûnê, wê kesên serîlêdana wan hatiye redkirin bi hêsanî ji welêt bên dersînorkirin.

Ji bilî vê, dema desgîrkirinê (binçavkirinê) yên kesên navborî jî ji 10 rojan derdikeve 28 rojan.

Tê ragihandin, ev tedbîr ji bo kesên biryara redê wergirtine nikaribin birevin welatekî din hatiye girtin.

Hukumetê diyar dike, armanca vê pêşniyazqanûnê pêşigirtina kaçaxçîtiya mirovan e.

Ji bo biryara hukumetê bibe qanûn divê ji aliyê Parlamentoya Federal ve jî bê erêkirin.

Tedbîra hiqûqî ya kabîneya Almanyayê li Parlamentoyê bû sebeba nîqaşan.

Wekîlên partiya Kesk, bi hinceta bi awayekî giran mafên bingehîn îhlal dike pêşniyazqanûnê rexne kirin.

Rêxistina sivîl a penaberiyê Pro Asyl jî di daxuyaniya xwe de pêşniyazqanûnê wekî êrişa li dijî mafên penaberiyê pênase kir û got wê bi vê yekê “populîzma rastgir xurtir bibe”.

Îsal heta dawiya meha Îlonê 12,000 kesên îltîcaya wan hatine redkirin, hatine dersînorkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Nancy Fraser bersivê da rexneyan û got, bi riya dersînorkirinê wê kapasîteya mazûêvaniyê ya Almanyayê bê xurtkirin.

Almanya radigihîne, di 6 mehên ewil ên îsal de serîlêdana penaberiyê ya 279,000 kesan hatiye redkirin.

Lêbelê 205,000 kes ji ber belgeya wan a destûra mayinê ku jê re Duldung tê gotin hene wê neyên dersînorkirin.

Wezîrê Alman da zanîn, hefteya bê pêşniyazqanûneke din ku îstîhdama penaberan hêsan dike wê were rojeva Parlamentoyê.

Îsal heta dawiya meha Îlonê 12,000 kesên îltîcaya wan hatine redkirin, hatine dersînorkirin.

3.2 milyon penaber

Almanya radigihîne, hejmara hemû penaber û koçberên li nava sînorên wê gihîştiye 3.2 milyonî.

Almanya radigihîne, hejmara hemû penaber û koçberên li nava sînorên wê gihîştiye 3.2 milyonî.

Ev hejmar, ji kesên îltîcaya wan hatine qebûlkirin, penaberên ji ber şer reviyane û penaberên din pêk tê.

Li gorî Tomara Navendî ya Biyaniyan hejmara dawî ji ya 6 meh berê bi qasî 111,000 zêdetir e.

Hukumeta Alman sebeba vê şerên Afganistan û Ukraynayê nîşan dide.

Herwiha li gorî heman daneyan, hejmara penaberên Ukraynî ji milyonekî derbastir kiriye.

Li aliyekî din, hejmara penaberên ji Afganistanê gihîştiye 400,000’î.

Foto: Die Bundesregierung (Hukumeta Almanyayê) /Wikipedia 

Infowelat

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …