Kevirê mezin elameta neavêtinê ye

Receb Dildar

Mirov hinek tiştan gav bi gav bi dest dixe. Di nav şert û mercên îro de, hêz û qeweta me tune ye ku em di carekê de zimanê xwe bikin fermî û xwedî statu; lê em dikarin her derfetê bi kar bînin û pêlikek bi jor bikevin.

 Gotineke me ya pêşîyan heye, dibêje, Kevirê mezin elameta neavêtinê ye. Tu dibêjî qey ev gotin ji bo sîyasetmedarên me yên ku naxwazin ji bo zimanê Kurdî gav bavêjin hatîye gotin. Dema ku bayê şoreşê li ser van erdan gurr bû û herkesî digot ez şoreşger im, kesên ku ji xwe re digotin em “çepê Tirk”in, ji me re digotin kengî me şoreşê pêk anî em ê mafê Kurdan bidin wan, niha qet hewce nake em behsa vê meselê bikin. Niha jî sîyasetmedarên me ketine heman rewşê, dibêjin kengî me Komara Tirkiyê kir “komareke demokratîk” ji xwe wê zimanê Kurdî bibe fermî û statuyeke vî zimanê hebe, niha hewce nake em serê xwe pê re biêşînin û enerjîya xwe ji bo ziman xerc bikin.

Perwerde û Utopya

Rast e, gava statuya zimanekî hebe û bi wî zimanî li dibistana perwerde hebe, ya herî baş ew e; lê niha ev rewşeke gelekî dûr e. Ji me re wek utopya xuya dike û sîyasetmedarên me, berê me didin wê utopyayê. Helbet em ê ji bo wê utopyayê têkoşînê bidin, lê ji carekê ve em ê nikaribin xwe bigihînin wê utopyayê. Niha zimanê me wek şekirê di nav avê de dihele û tirsa me ew e ku em ê nikaribin zimanê xwe bigihînin nifşên li dûv xwe. Heta serdema teknolojîyê Kurd asîmîle nedibûn, lewra zimanê Kurdî li ser vê axê şax bera erdê dabû û ti kesî zû bi zû nikaribû rehên wê ji nav vê axê hilbiqetandana. Lê teknolojîyê tiştekî wisa anî serê Kurdan ku zarokên wan rasterast bi zimanekî din mezin dibin, lewra êdî dê û bavên wan zarokan bi xwe jî bi Kurdî nizanin. Ji ber vê, derfeteke herî biçûk, ji bo lipîyamayîna zimanê me hêzeke nû ye. Ew şansê me tuneye ku em pişta xwe bidin derfetên biçûk û em bibêjin em vî parîyê nan qebûl nakin, em kebabê dixwazin.

Rast e, gava statuya zimanekî hebe û bi wî zimanî li dibistana perwerde hebe, ya herî baş ew e; lê niha ev rewşeke gelekî dûr e. Ji me re wek utopya xuya dike û sîyasetmedarên me, berê me didin wê utopyayê. Helbet em ê ji bo wê utopyayê têkoşînê bidin, lê ji carekê ve em ê nikaribin xwe bigihînin wê utopyayê.

Mirov hinek tiştan gav bi gav bi dest dixe. Di nav şert û mercên îro de, hêz û qeweta me tuneye ku em di carekê de zimanê xwe bikin fermî û xwedî statu; lê em dikarin her derfetê bi kar bînin û pêlikek bi jor bikevin. Ti kes nikare xwe hol bike û derkeve ser ban, divê pêlik bi pêlik bi jor bikeve û derkeve ser ban. Bi destxistina mafên ziman jî wisa ye, em ê her derfetê bi kar bînin û qada zimanê Kurdî fireh bikin. Dersa Kurdî ji bo parastina zimanê Kurdî derfete biçûk e, lê gava em lê xwedî derkevin, ew ê bibe sebeba gelek pêşketinan. Zarokên me wê ji zimanê xwe fedî nekin, ew ê zimanê me û zimanê serdestan di astekê de bibînin. Ew ê dê û bav mecbûr bimînin ku bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî biaxivin. Ji bo her tiştî destpêkek heye, Dersa Kurdî jî wê ji bo fermîyet û statuyê bibe destpêkek.

Ziman û siyaseta şaş 

Gava sîyasetmedar ziman di ser guhê xwe re bavêjin û hewaleyî Komara Demokratîk bikin, em ê jî vê sîyaseta şaş di ser guhê xwe re bavêjin û em ê careke din li peyvên wan ên tirkî guhdarî nekin. Em ê careke din, ji bo hinek tirkîaxêv bibin mebûs, em ê neçin ray nedin.

Gava zimanekî te tunebe, tu nikarî bibî neteweyek. Ji ber wê, meseleya ziman, meseleya man û nemanê ye. Gava sîyasetmedar ziman di ser guhê xwe re bavêjin û hewaleyî Komara Demokratîk bikin, em ê jî vê sîyaseta şaş di ser guhê xwe re bavêjin û em ê careke din li peyvên wan ên tirkî guhdarî nekin. Em ê careke din, ji bo hinek tirkîaxêv bibin mebûs, em ê neçin ray nedin. Em ê careke din raya xwe nedin şaredarekî ku bi Kurdî nizanibe. Gelê Kurd li ser vê meseleyê gelekî şiyar bûye. Heke îro li ser medyayê û di qada sîyasetê de meseleya ziman tê axaftin, bi zordayîna gel e. Herçiqas sîyasetmedarên me çav û guhên xwe ji vê meseleyê re girtibin jî, partîyên di nav sîstema komarê de cî digrin, di sîyasetê de vê valahîyê dibînin û ji bo bala Kurdan bikişînin daxuyanîyan didin. Ji AKPê bigre heta DEVAyê, ji HUDA PARê bigre heta Salim Ensarioğlu, dixwazin piştgiriyê bidin dersên Kurdî û bi vî awayî di nava Kurdan de cîyê xwe zexm bikin, lê sîyaseta ku ji sedî 99 rayên xwe ji Kurdan digre, xwe li ser vê meselê kerr û lal dike.

Di nav miletekî de, çep rast, dîndar, lîberal hemû hêl hene. Daxwaza  me ew e ku hemû hêl bi hev re li zimanê Kurdî xwedî derkevin. Divê miletê Kurd bi hemû hêlên xwe mil bidin hev û daw û doza zimanê xwe bikin. Êdî em naxwazin sîyasetmedar derkevin pêşberî me û ji me re bibêjin; “Dil bizim için amaç değil bir araçtır.” (Ziman ji bo me ne armanc e, alavek e.) Hebûn û tunebûna me girêdayî ziman e, heke ez bi Kurdî nepeyivim, ferqa min û Tirkekî namîne, ji ber wê jî rejîma Tirk zor daye asîmîlasyonê. Divê em jî li hemberî vê helwesta wan li dijî asîmîlasyonê bixebitin û zimanê xwe li pîya bihêlin.

——————————————–

Receb Dildar

Di sala 1958an de li Amedê hatîye dinyê. Dibistana seretayî û navîn li Amedê xwendîye. Paşê li Kırşehir ê dibistana mamostetiyê xelas kiriyê û qasî şeş salan li Amedê mamostetî kiriye. Piştî darbeya sala 1980î, nêzî çar salan di zîndana Amedê de maye. Niha malnişîn e û bi wêjeyê re mijûl e. Zewicî ye bavê çar zaroka ne. Heta niha berhemên nivîsîne ev in: yek helbest, du werger, çar çîrok û sê roman. Xebatên wî berdewam in.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …