4’emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî bi dawî bû

4’emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî ku bi slogana “Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweya Demokratîk di” 24’ê Tebaxê li Amedê dest pê kiribû, bi dawî bû. Di encamneyê de ji mamoste, xwendekar û gel hat xwestin ku bi riya axaftina kurdî dest bi bêîteatiya sivîl bikin û ji saziyên kurd hat xwestin saziyên dewletê yên li ser zimanê kurdî xebatê dikin, red bikin.

Konferansa ziman li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn hat lidarxistin û 200 delegeyên ji bajarên curbecur hatibûn beşdarê konferansê bûn. Herwiha, parlemanterê BDP’ê Husamedîn Zenderlîoglu, Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê, hin saziyên sivîl, komîsyona ziman a KCD, MEYA-DER, TUHAD-DER, şaxa Amedê ya Egitim-Senê û hemû şaxên KURDÎ-DER’ê di konferansê de ciyê xwe girtin.

Di destpêka konferansê de ji bo serokê dîwanê Osman Ozçelîk, ji bo endamên dîwanê Ziyan Înan û Remzî Kaya hatin hilbijartin û konferans dest bi xebata xwe kir. Rapora ziman a li ser rewşa xebatên ziman hatibû amadekirin hat xwendin paşê li ser wê nîqaş hatin meşandin.

Rexneyên hin endaman

Di beşa axaftinên serbest de hin rexne û pêşniyazên beşdarên konferansê balê kişandin. Mamosteyê KURDÎ-DER’ê Bahoz Baran rapora hatibû pêşkêşkirin rexne kir û got ku “di raporê de nakokî hene û rapor kevn e.” Baran diyar kir ku “nenivîsandina raporeke nû bêcîddiyetî ye” û ev yek bi binavkirina wekî “konferansa veguherîn û guherînê re li hev nake.” Baran di berdewamiya axaftina xwe de got ku “ne bernameya TZP’ê û ne jî ya Lîjneya Mamosteyan heye” û rexne li vê rewşê kir.

Abdurrahman Bakir ku yek ji rêvebirên KURDÎ-DER’ê ye, li ser cudahiya “perwerde” û “hîndekariyê” sekinî û da zanîn ku xebata ku TZP’ê dike ne perwerde ye lê hîndekarî ye. Bakir got ku ew bi tenê kursên hîndekariya ziman didin û heta ku dersên wekî cografya, kîmya hwd. bi kurdî neyên dayîn ew ê nikaribin qala “perwerdeyê” bikin.

Endamê şaxa Cizîrê ya KURDÎ-DER’ê Mihyedîn Doymak di axaftina xwe de da xuyakirin ku digel ku endamekî ji Cizîrê di Kordînasyona Perwerdeyê de ye, di rapora ziman a di konferansê de hat xwendin de li ser Cizîrê qet agahî nehatine dayîn. Doymak rexne li tesîra mamosteyên di sîstema perwerdeya fermî ya li ser xebatê ziman kir û got ku “mamoste hatine pişavtin” û lewma jî divê ewqas zêde di tevgera ziman de ne xwedî giraniyekê bin.

Serokê şaxa Semsûrê (Adiyaman) ya KURDÎ-DER’ê Şerîf Yilmaz li ser rewşa xebatên herêma rojavayê bakurê Kurdistanê bi kurtahî hin agahiyan da. Yilmaz got ku ji ber tunebûna xebatkaran, xebatên li van herêman pir bi dijwarî dimeşe û rewşa Enteb (Dîlok) û Meletiyê wekî mînak nîşan da. Yilmaz diyar kir ku li Entebê hemû xebat li ser kesekî tê meşandin û ji ber ku li Meletiyê jî ti kes ji bo xebatê nehatiye dîtin, wergera li dadgehan ji Semsûrê tê şandin.

konferans_ziman

Nirxandina pêvajoya siyasî

Konferansa ziman bi eşkerekirina encamnameyeke dirêj ku ji 25 xalan pêk dihat bi dawî bû. Di destpêka encamnameyê de ji nirxandinên li ser têkoşîna ziman bêtir nirxandinên dirêj ên li ser pêvajoya siyasî balê kişand. Hin tespîtên li ser pêvajoya siyasî wiha bûn:

Serkeftinên têkoşîna tevgera kurd: “Dîsa tê zanîn ku ji ber tunebûna paradîgma, bîrdozî û serokatiyeke rêk û pêk gelê kurd nebûye xwedî statû. Di sedsala 20’an de hewldanên bi destxistina azadiyê jî ji hêla mêtinger û serdestan ve bi awayekî hovane hatine pelçiqandin û di dawiyê de Kurd û Kurdistan bûne çar parçe. Dema ku em li 35 salên dawî yên têkoşîna azadiya gele kurd dinêrin em dibînin ku pêşketin û destkeftiyên bêhempa hatine bidestxistin. Ev jî berhemên rêbertî û paradîgmaya gele kurd ên rêk û pêk in. Serkeftinên ku di pêvajoya bi hezar salan de pêknehatibûn di 35 salên dawî de hatin bi destxistin.”

Damezrandina PKK’ê: “Em baş dizanin ku 27’ê Mijdara 1978’an bû mîlada jiyaneke nû. Ew roj tîra azadiya gelê kurd ji kevanê derket û ji bo ku bigihîje hedefa xwe jî diçe û teqez dê bigihîje hedefa xwe. Lê belê gihaştina tîrê ya hedefê di destê pêşeng û rêveberên ku têkoşînê birê ve di bin de ye. Divê her kes bi vê helwest û nêzîkatiyê tev bigere.”

Muzakareyên tevgera kurd û dewletê:” “Di vê têkoşîna 35 salan de sala 2012’an bû saleke tacîdarkirina serketinê. Beranberî guherîn û pêkhatinên Rojhilata Navîn, Rêberê Gelê Kurd di Newroza 2013’an de bi manîfestoya ku di Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de bibe bingeha aştî, azadî û wekheviya hemû gelan, da destpêkirin. Bi daxwaza Rêberê gelê Kurd gerîlayan şer rawestandin û dest bi meşa azadiyê kirin û gerîla derketin derveyî sînor. Dîsa bi têkoşîn û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd a 35 salan di nava Kurdên parçeyên din de jî ruhê têkoşîn û berxwedanê gihand asta herî jor. Şoreşa Rojava berhema ruhê paradîgmayê ye. Şoreşa Rojava, zelalbûna dîroka Konferansa Neteweyî baweriya yekîtî û azadiya gelê Kurd derxist asta herî jor. Konferansa me bi tevlîbûna 200 delege û bi şiyara ” Azadiya Zimên di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye” di vê pêvajoyê de hat li darxistin. Delegasyona konferansê ev pêvajo bi coşeke mezin pêşwazî kir.”

Hin xalên encamnameyê

Xalên herî balkêş ên encamnamayê yên 8,9, 15, 16, 20, 21, 22 û 23 bûn.
Di xala 8’emîn de tê gotin ku TZP-KURDÎ ji bo perwerdeya kurdî wê “modeleke nû” ava bike û di ya 9’emîn de jî tê diyarkirin ku hemû kar wê li gorî “bernameyekê” bê meşandin. Bi vî awayî tê qebûlkirin ku heta niha tevger xwedî bernameyeke xebatê û modeleke perwerdeyê nebûye.

Xalên 15 û 16 ku bi riya axaftina bi kurdî ya di “saziyên fermî û ne-fermî de” û axaftina kurdî ya mamoste û xwendekaran pir wêrek û radîkal xuya dike. Mixabin dema realîteya mamosteyan li ber çav bê girtin ku hîn di civînên sendîkayê û di cîvînên din de bi tevahî bi tirkî diaxivin, wê vê daxwazê hinek sembolîk bimîne. Dema rewşa mamosteyan wiha bibe mirov dikare çiqas ji xwendekaran helwesteke wiha hêvî bike, pirseke din e.

Wekî her du xalên li jor, xala 20’emîn jî bi banga xwe ya redkirina hemû saziyên ku “li gorî feraseta dewletê li ser zimanê kurdî kar û xebatê dikin” helwesta berê ya li hemberê beşên kurdî yên li Zanîngeha Artûklûyê û çend zanîngehên din fermî kir.

Xalên 21, 22, û 23 ku bangî şaredarî û namzetên ji bo hilbijartinê dikin heta dawiyê di cî de ye. Xala 21’emîn ji hemû şaredariyên BDP’ê dixwaze ku pêşdibistanan vekin û xala 23’emîn jî bang li şaredariyan dike ku “di danûstendinên rojane de zimanê dayikê bi kar bînin.” Xala 22’emîn di derbarê namzetên BDP’ê de ne û daxwaz dike ku kesên di hilbijartinan de dibin endam divê “teqez bi zimane kurdî bizabinin.”

Biryarên konferansê

“1-TZP KURDÎ PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ WEK MAFEKÎ JÊNEGER DIBÎNE Û NAKE MIJARA TU NÎQAŞÊ. LI SER VÊ ESASÊ AXAFTINA SEROKWEZÎRÊ TIRK BI TÛNDÎ ŞERMEZAR DIKE.

2 – DELEGASYONA KONFERANSÊ KONFERANSA NETEWEYÎ YA KU DÊ LI HEWLÊRÊ PÊK BÊ SILAV DIK.

3 – DI PÊNGAVA RIZGARIYA DEMOKRATÎK DE JI BO PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ QEBÛLKIRIN HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN DIVÊ DI NAVA GELÊ ME DE BI RUHEKÎ SEFERBERIYÊ TEV BIGERIN DA KU JI PÊVAJOYÊ RE BIBIN BERSIV.

4 – DELEGASYONA ME JI BER ŞER Û PEVÇÛNÊN KU DI NAVA GEL DE BI KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRINAN BI ENCAM DIBE XEMGÎNIYA XWE TÎNE ZIMAN.

5 – DELEGASYONA ME HELWESTA DURÛ YA DEWLETÊN EWROPAYÊ KU DI DERBARÊ ÇAPEMENIYA KURD DE NÎŞAN DIDE ŞERMEZAR DIKE.

6 – DI WARÊ XEBATÊN KURDÎ DE HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN ME BERPIRSIYAR IN, DIVÊ HEMÛ SAZÎ XWEDÎ BERNAME BIN, DELEGASYONA ME BI HIŞYARIYEKÊ VÊ BERPIRSIYARIYÊ JI WAN RE RADIGIHÎNE.

7 – TZP KURDÎ BERXWEDAN Û ŞOREŞA ROJAVA JI BO AZADIYA KURDISTANÊ WEK PÊNGAVA HERÎ GIRÎNG DIBÎNE Û JI BO PERWERDEHIYA ROJAVA XWE BERPIRSIYAR DIBÎNE Û DIKEVE NAVA AMADEKARIYAN.

8 – TZP KURDÎ JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ DIVÊ HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN KURDÎ RE NÎQAŞAN BIKE Û MODELEKE NÛ AMADE BIKE.

9 -DIVÊ TZP KURDÎ HEMÛ KAR Û BARÊN XWE LI GORÎ BERNAMEYEKÊ BIMEŞÎNE.

10 -TZP KURDÎ BI TAYBETÎ DÊ JI BO PERWERHIYA ZAROKAN KAR Û BARAN BIMEŞÎNE, BI TAYBETÎ JI BO TELEVÎZYONA ZAROKAN DÊ DI NAVA HEWLDANÊ DE BE.

11 -TZP KURDÎ JI BO PERWERDEHIYA ASTENGDARAN DÊ XEBATAN BIMEŞÎNE.

12 – DI HÎNDARIYA ZIMÊN DE DÊ JI XEYNÎ RÊZIMANÊ DERSÊN DÎROK, WÊJE, ERDNÎGARÎ Û ÇANDÊ JÎ BÊN DAYÎN

13 – DIVÊ TZP KURDÎ DI WARÊ HÎNDARIYA ZIMÊN DE MATERYALÊN CUDA Û KÊRHATÎ AMADE BIKE.

14 – SAZÎ, DEZGEH, RÊVEBER Û SIYASETMEDARÊN ME DIVÊ HEMÛ KAR Û BARÊN XWE BI ZIMANÊ XWE BIKIN.

15 – JI BO XITIMANDINA PERGALÊ, DIVÊ HEMÛ GELÊ ME DI HEMÛ SAZIYÊN FERMÎ Û NE FERMÎ DE ZIMANÊ DAYIKÊ BI KAR BÎNE. JI BO VÊ YEKÊ DI SERÎ DE DELEGASYON Û HEMÛ SAZÎ DEZGEHÊN ME LI HEMBERÎ PÊKHATINA VÊ BIRYARÊ BERPIRSIYAR IN.

16 – DIVÊ DI HEMÛ DIBISTANAN DE XWENDEKAR BERSIVÊN MAMOSTEYAN BI KURDÎ BIDIN Û MAMOSTE JÎ DI DIBISTANAN DE BI AWAYEKÎ EŞKERA BI KURDÎ BIAXIVIN.

17 – HER HEFTE DI HEMAN SAETÊ DE LI HER NAVÇE Û BAJARÎ JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ RÊZEÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN.

18 – DI 16’Ê ÎLONÊ DE LI HER DERÊ LI GORÎ DERFETAN MEŞ Û DAXWIYANÎ BÊN LIDARXISTIN.

19 – TZP KURDÎ Û HEMÛ SAZIYÊN ME DI HEMÛ XEBATÊN XWE DE DU ZARAVAYAN BI KAR BÎNIN, JI BO ZARAVAYA KIRMANCKÎ CUDAHIYA POZÎTÎF LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN.

20 -SAZÎ Û DEZGEHÊN KU LI GORÎ FERASETA DEWLETÊ LI SER ZIMANÊ KURDÎ KAR Û XEBATÊ DIKIN JI ALIYÊ DELEGASYONÊ VE HATIN REDKIRIN Û DIVÊ HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN ME LI GORÎ VÊ BIRYARÊ TEV BIGERIN.

21 – DIVÊ DI BIN BANÊ HEMÛ ŞAREDARIYÊN ME DE PÊŞDIBISTAN BÊN DAMEZRANDIN.

22 – KESÊN KU DI HILBIJARTINAN DE JI BO RÊVEBERÎ Û PARLEMENTERIYÊ DIBIN BERENDAM DIVÊ TEQEZ BI ZIMANÊ KURDÎ BIZANIN.

23 – DI HEMÛ ŞAREDARIYÊN ME DE JI SEROKŞAREDAR HETA XEBATKARAN DI DANÛSTANDINÊN ROJANE DE ZIMANÊ DAYIKÊ BI KAR BÎNIN Û HEMÛ ŞAREDARIYÊN ME XEBATÊN XWE BIKIN DU ZIMANÎ Û BI HER AWAYÎ PIŞTGIRIYA XEBATÊN DI DERBARÊ ZIMÊN DE BIKIN.

24 – DIVÊ HEMÛ KAR Û XEBATÊN TZP KURDÎ NE BI FERASETA PIŞTGIRIYA JINÊ, BI FERASETA PÊŞÎVEKIRINA LI XEBATÊN JINÊ BÊN MEŞANDIN.

25 – DELEGASYONA KONFERANSÊ, KONFERANSÊ DIYARÎ 3 JINÊN KURD ÊN SIYASETMEDAR KU LI PARÎSÊ HATIN QETILKIRIN Û HELBESTVANÊ KURD ŞÊRKO BÊKES Û HEMÛ ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ DIKE.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …