Necat Ayaz
Siyaseta bakur tevlî Egitim-Senê, belediye û saziyên din, mafê bikaranîna reforma Kurdî boykot kir. Eniya boykotê nehîşt mijar têkeve rojeva civakê û dêûbav ji bo vekirina polên kurdî xwe çalak bikin.
Parastina ziman meseleyeke aloz e ku di 15-20 salên dawî de car bi car dikeve rojeva raya giştî ya kurd. Di demên dawî de li hemberê helwesta aktorên kurd a di vê qadê de asta rexneyan zêde dibe. Bang û hişyariyên ji bo pêdiviya polîtîkayeke ziman, rastî bersivên standard ên siyasetê tê. Aktorên siyasî di dewsa polîtîkaya xwe ya heyî binirxînin û guh bidin daxwazên ji bo parastina ziman, dixwazin bi soz û daxuyaniyên hercar ser mijarê bigirin.
Dersa Kurdî aliyekî giring ê vê meseleyê ye ku ev deh sal in di navbera siyaseta kurd, sendîkalîstên kurd û aktîvîstên kurdî de bûye mijareke pevçûnê. Parazvanên kurdî ji destpêkê ve daxwaza bikaranîna vî mafî ji siyaset, sendîka û civakê dikin. Tirkiye reforma Dersa Kurdî di 2012’an de di çarçoveya muzakereyên bi endamtiya yekitiya Ewrûpayê de qebûl kiribû. Bi vê reformê, mafê dersa hilbijarî ya ji bo kurdî di dibistanên navîn de hatibû naskirin. Bi riya serîlêdana dêûbavan, dibistanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji hefteyê du saetan dikarin perwerdeya dersa kurdî bikin. Lêbelê derfetên vê reforma dikaribû di warê perwerdeya kurdî de derî li pêşketinên din vekiribûna, ji aliyê tevgera kurd ve hat redkirin.
Eniya boykotê berfireh e
Siyaseta bakur tevlî sendîkaya Egitim-Senê, belediye û hemû saziyên heyî yên li ser xeta tevgerê bikaranîna vî mafî boykot kirin. Eniya boykotê nehîşt mijar têkeve rojeva civakê û dêûbav ji bo vekirina polên kurdî xwe çalak bikin. Di vê atmosfera negatîf a li dijî reforma dewletê, li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê sala ewil bi tenê 20,000 zarok Dersa Kurdî hilbijartin. Ev jî derfetê da dewletê da ku bikaribe bêje, “bingeha daxwaza civakî ya ji bo perwerdeya kurdî lawaz e”.
Infowelat beriya sala nû ya ji bo serîlêdana Dersa Kurdî dest pê bike, vê mijarê bi aktîvîstên Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Bariş Celalî û Suphî Ozgen re axivî. Berdevkê HezKurdê Barij Celalî dibêje, boykota ev 11 sal in berdewam dike sebeba esasî ye ka çima daxwazên ji bo Dersa Kurdî ewqas kêm e. Celalî dibêje, qet nebe her sal 50 hezar zarok Dersa Kurdî hilbijartana, niha hejmara giştî ya zarokên perwerdeyê dikir 500 hezar. Ev jî zextê li dewlet bikirana ji bo perwerdekirina mamosteyên kurdî fakulteyên perwerdeyê veke. Li gorî Celalî, bi israr berdewambûna daxwazên civakê ya di qada perwerdeyê de wê derî li statuya kurdî ya li Tirkiyeyê vekirana.
Celalî dide zanîn, “Egitim-Sen wekî prensîb li dijî Dersa Hilbijarî disekine” lê a rast, ew vê yekî wekî hinceta ji bo meşrûkirina vê helwestê qebûl dike. Celalî dibêje, HezKurd ji sala borî û vir ve bi vê sendîkaya ku piraniya mamosteyên kurd di bin banê wê de hatine cem hev, hevdîtinan dike. Hereketa ziman di serî de Amed, ji şaxên vê sendîkayê yên Kurdistanê dixwaze bi daxuyaniyekê destekê bidin kampanyaya ji bo Dersa Kurdî. Ev kampanya ji aliyê HezKurdê di destpêka dema serîlêdana dersên hilbijarî de tê meşandin. Mixabin, heta niha tu şaxên Egitim-Senê destekeke eşkere nedane kampanyaya ji bo Dersa Kurdî.
Fikarên Beşîr Atalay
Wezîrê Karên Hundir Beşîr Beşîr Atalay ji bo daxwazên Dersa Kurdî wiha axiviye: “Em wekî dewletê bi fikar bûn. Me got belkî daxwaz ewqas zêdebin ku em nikaribin bersivê bidin.”
Meseleyeke din a Barij Celalî dixwaze bala bikişîne ser helwesta dewleta tirk e. Celalî dibêje, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Beşîr Atalay ji bo daxwazên Dersa Kurdî gotiye, “Em wekî dewlet bi fikar bûn. Me got belkî daxwaz ewqas zêdebin ku em nikaribin bersivê bidin.” Berdevkê HezKurdê diyar dike, dewlet ligel vê reformê, bi riya burokrasiya rêveberiyên perwerdeyê yên li bajaran û rêveberiyên dibistanan astengiyan jî xist meriyetê. Celalî destnîşan dike, burokrasiya perwerdeyê ya navborî li gelek dibistanan Dersa Kurdî naxin nava lîsteyên dersa hilbijarî. Lewma jî haya gelek ji dêûbavan ji hebûna mafê hilbijartina dersa kurdî çênabe.
Aktîvîstê zimanê kurdî Celalî derbarê bawerbariya îstatîstîkên Dersa Kurdî ya Wezareta Karên Perwerdeyê de jî gotinên balkêş dibêje. Celalî dide zanîn, îstatîstîk bi tenê polên hatine vekirin esas digire û lewma jî nikare fotoyeke objektîf a derbarê daxwazên ji bo vê dersê pêşkêş bike. Li gorî daneyên fermî, di 2023’an de 31,000 zarok Dersa Kurdî hilbijartine. Lê digel vê, di heman salê de ji bo vê dersê 70,000 kes daxwaza vê dersê kirine.
Boykot bi kêrî dewletê hat
Serokê Hereketa Zimanê Kurdî Suphî Ozgen jî pirsa Infowelat a derbarê asta serfiraziya xebatê HezKurdê ya ji bo bikaranîna reforma ziman dibersivîne.
Ozgen dibêje, HezKurd di warê hişyarkirin û agahdarkirina civakê ya ji bo reforma Dersa Kurdî heta qonaxekê bi ser ketiye. Aktîvîstê kurdî dide zanîn, dewlet ji bo perwerdekirinê di 2023’an de 50 mamoste girtin û di vir de rola xebatên HezKurdê diyarker e. Herwiha Ozgen dibêje, ji ber xebata HezKurdê ev 3 sal in Dersa Kurdî di formên dersên hilbijarî yên Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê de tên bicîkirin. Ozgen ji bo sala nû hêvîdariya xwe îfade dike û dibêje, ew li bende ye ku di 2024’an de zêdetir zarok Dersa Kurdî hilbijêr in.
Tevî vê jî, Suphî Ozgen di wê baweriyê de ye, meseleya agahdarkirin û çalakgirina dêûbavan karekî gelek mezin e û ji bo vê mijarê “xebatên HezKurdê têrî nakin.” Ozgen li ser pirsa infowelatê “çima HezKurd boykota siyaseta kurd û Egitim-Senê nake meseleyeke bingehîn a rojeva gelê kurd?” wiha dibêje: Dema em vê bikin meseleyeke girîng, dibe ku li ser helwesta civakê ya ji bo Dersa Kurdî bandoreke neyênî bike. Lewma jî em meseleya boykotê dernaxin pêş.
Lêbelê Ozgen dibêje, boykot gelekî bi kêrî dewletê hatiye û vê agahiyê dide me: Di despêka vê proseya dersa hilbijarî de, Kadri Yildirim ji Wezîrê Perwerdeyê Nabî Avci dixwaze reform li dibistanên seretayî û lîseyan jî pêk were. Avci dibêje, ew ê di demên paşê de ev jî pêk were. Mixabin ji ber boykota siyaseta kurd dewletê çarçoveya reformê fireh nekir û gavên me dixwestin navêtin.
Foto: Komeke zarokên perwerdeya Dersa Kurdî dibin. /Kurdistan24
———————
Ev nivîs ji hejmara duyemîn a bultena Kurdistanê ya Infowelat hatiye girtin.