Komeleya zimanê kurdî MED-DER û Payîz Pirtûk ku her du jî li Amedê ne, rastî êrişa polîsan hatin. Polîsên tirk pirtûkên dersên kurdî, kovar, pirtûk û hard dîskên kompîturan desteser kirin. Di operasyonê de gelek xebatkar û mamosteyên MED-DERê hatin binçavkirin. Dewleta tirk zext û êrişên xwe yên li dijî …
Bêtir »Nahêlin ‘Kiliçaslan’ bibe ‘Rindêxan’
Qeymeqamîya Farqînê destûr neda navê kurdî li Qada Bajêr bê kirin. Meclisa Şaredariya Farqînê biryar dabû ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike Rindêxan. Qaymeqamiya Farqînê bi hinceta “Rindêxan” ne bi tirkî ye ev nav qebûl nekirî ye. Zextên li dijî kurdî li bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Bûyera dawî …
Bêtir »Zarokistan li Amedê dest bi perwerdeyê kir
Ji bo sala perwerdehiyê ya 2024-2025an zengila ewil li Zarokistan û Malên Lênêrînê yên dê di bin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetên pirzimanî bidin, lêdan. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo sala nû ya perwerdehiyê ya Zarokistan û Malên Lênêrîna Zarokan ên ku di heyama qeyûm de hatibûn …
Bêtir »Wan ji bo kurdî meşîya
Duh li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakîyên ji bo zimanê kurdî hatin lidarxistin. Daxwaza hevpar a çalakîyan perwerdeya bi zimanê kurdî ya li dibistanên fermî bû. Bi minasebeta destpêka sala perwerdeyê, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakîyên ji bo zimanê kurdî hatin lidarxistin. Daxwaza hevpar a çalakîyan perwerdeya bi zimanê …
Bêtir »Qedexekirina zimanê kurdî û asîmîlasyon
Piştî qedexekirina Kurdî asîmîlekirina jinên Kurd hate hedefkirin. Bi vê armancê bi kampanyayên ‘Kardelenler’ û ‘Haydi Kizlar Okula’ yên bi pêşengiya Turkan Saylan hatin destpêkirin, li ser perwerdeya jinên Kurd polîtîkayên Tirkkirinê hatin meşandin. Zextên dewleta Tirk ên li ser zimanê Kurdî di demên dawiyê de zêdetir bûne û xwe …
Bêtir »‘Em ê ji bo fermîkirina zimanê kurdî têbikoşin’
Sazî û dezgehên zimanê Kurdî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê li Parka Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo xebatên ziman dê destpê bikin û dijî zextên li ser ziman, deklarasyon eşkere kirin. Sazî û dezgehên zimanê Kurdî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û …
Bêtir »Zimankujî, weşangerîya dîjîtal û hevkarên kurd
Necat AYAZ Youtubea ku derfetên zêrîn ên weşanê pêşkêş dike, bi destên weşangerên kurd de vediguhere qadeke komkujîya kurdî. Bi sedhezaran kes dibin aboneyên kanalên kesên bi tirkî weşanê dikin û bi hezaran kes rojane vîdyoyên weşanên bi tirkî temaşe dikin. Berjewendîyên şexsî û rêxistinî û her cûre populîzm bi …
Bêtir »Em bernadin vê dîlanê
Hogir BERBIR Û bi vî awayî mîrateya hûnermendê leheng Hemîdo, ku di destekî wî de tembûr û di destê din de mîkrofon hebû, wek awazeke her heyî cihê xwe di bîra civakê de girt û civak li dor Hemîdoyên nû, nûha şahî, govend û dîlanê digerînin. Dema ku roj wek …
Bêtir »Govenda bi tenê
Mizgîn RONAK Dema li derek nasnameyek bibe hevkara sûcê dagirkerên xwe her tiştên wê mehsûmiyeta xwe ji dest dide, her tiştên wê! Yanî govenda wê jî! Û çawa ku di wateya bi rûmet û xwebûnî de govend, tenê govend nîne, di wata bişaftinê de jî govend, êdî tenê govend nîne… …
Bêtir »Hişyarîyên trafîkê yên kurdî rastî êrişê hatin
Nivîsên bi kurdî yên trafîkê li Amedê jê hatin birin. Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê li ser rê nivîsên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Hefteya borî jî li Wanê hişyariyên kurdî yên trafîkê hatibûn jêbirin. Êrişên li dijî kurdî li Tirkiye û Kurdistanê dewam dikin. Nivîsên bi kurdî yên trafîkê li Amedê …
Bêtir »Bi zimanê kujer weşanê nekin!
Hogir BERBIR Hin ji van kesan li ser platformên wekî YouTubeê weşangerîyê dikin. Sebeba vê ev e, Youtube zêdetir dikare bandorê li civakê bike. Lê belê, gelek ji van kesan li şûna zimanê xwe yê zikmakî, bi zimanên dagirkerên xwe weşanê dikin. Rewşenbîr û siyasetvan fikir û ramanên xwe îro …
Bêtir »24 saetan em ji bo kê dixebitin?
Cemil OGUZ Dîsa ajansên kurdan hene; mesela çima beşên wan ên tirkî hene? A rast ez fêm dikim, ajansek wekî ANF bi tirkî hebe; ji ber ku tê fêmkirin rêxistin dixwaze bi ser wê re dîtinên xwe belav dike. Lê mesela li Başûr Rojnews heye çima beşa wê ya tirkî …
Bêtir »Medyaya Dîjîtale de Kurdî Sekenê, Se nêkenê? Sosyal Medya de Xoverdayiş
Netîce ALTÛN Wexto ke di hezarî Kurdî yew nûştox ya zî sîyasetmedarî taqîb bikerê, Tirkêk ya zî kurdêko nîm-tirk êşkeno meraq bikero, seba fahm bikero bayno google açarnayox ra û peyamî biaçarno û bi no awan Kurdkî bibo ziwanê Kurdê nîm-tirkan û rêzdariyêka ziwanê ma heq keno bideyo ci. Rojêk …
Bêtir »Mesele ne vejîna kurdî ye lê vejîna kurdbûnê ye
Îrfan AMÎDA Rastîyeke din divê em bibînin, meseleya vejîna kurdî tune ye ji ber ku kurdî zindî ye. Meseleya vejîna kurdbûnê heye. Berîya niha ew hişê kurdbûnê ya ez qal dikim piçek hebû. Fenomenolojîya kurdbûna sosyolojîk hebû. Me qîma xwe bi kurdbûnê danî. Lê nifşê niha qîma xwe bi kurdbûnê …
Bêtir »Kurdbûyîn, qada dîjîtal û têkoşîn
Jîn ARYEN Bi milyonan kesên ku ji bo xwedî li kurdbûn û nasnameya xwe derkevin têdikoşin, çima bertekên xwe dîsa bi zimanê hêzên dijber didin gelo? Di netewbûyinê de girîngiya ziman çi ye û di çi astê de tê dîtin? Xwedîlêderketinên ‘demkî’ dê çawa veguhere hişmendiyeke neteweyî û stratejîk? Asta …
Bêtir »Me kurdbûneke bi kurdî divê
Zana FARQÎNÎ Bi her awayî rê li ber zimanê me hatiye girtin, ji gelek derfetan hatiye mehrûm hiştin. Lê qada dijîtal, medyaya civakî ji bo me derfetên bêsînor pêşkêş dikin û dibin sedem ku mirov dîwarên heyî ji navbera xwe hilde û xwe bigihîne girseya xwe ya armanckirî. Ji bo …
Bêtir »Komkujî an post-komkujîya kurdî?
Dîlawer ZERAQ Heke behs ew kes bin ku qada dîjîtal bi awayekî azadtir û berfirehtir bi kar nayînin, ez dibêjim ew ne di nav çalakîyeke, pêkanîneke komkujîyê de ne; ew, bi wateya peyvê ya “piştî-paş”, di qonaxa postkomkujîyê de ne ku di rastîya xwe de zêde tiştekî ku “bikujin” jî …
Bêtir »Il manifesto: “Têkoşîna gelê kurd di qada zimên de jî tê kirin”
Il manifesto bi sernivîsa “têkoşîna gelê kurd di qada ziman de jî tê dayîn” gotarekê weşand. Gotar di derbarê Firat Cewerî de ye ku kurtedemek berê Xelata Navneteweyî ya 2024an a Ostanayê wergirtibû. Kovara il manifesto bi sernivîsa “têkoşîna gelê kurd di qada ziman de jî tê dayîn”,derbarê nivîskar Firat …
Bêtir »Rewşa perwerdeya kurdî li Swîsreyê-I
Necat AYAZ/Fatoş DEMIRTAŞ Perwerdeya zimanê kurdî cara ewil di sala 2007an de li Swîsreyê dest pê kir. Di sala 2008an de Yekîtiya Malbatên Xwendekarên Kurdî komeleyek hat damezrandin. Pişt re navê vê komelyê bû Komeleya Hîndekariya Kurdî. Di 2013an de bi navê Komeleya Hîndekariya Kurdî ji bo mafê hîndekarîya kurdî …
Bêtir »Raperîna zimanê kurdî ya li qada dijîtal
Heval DILBIHAR Sedem û armanc çi be bila bibe, di weşan, bernamesazkirin û her cureyê xebat, têkilî û danûstandinên di qada dijîtal de (çi bi deng, çi bi dîtbarî, çi bi nivîskî be) li şûna kurdî tercîhkirina bikaranîna zimanê biyanî (tirkî, erebî, farisî û hwd.) ya ji aliyê kurdan ve …
Bêtir »Qada dîjîtal û zimanê kurdî
Samî TAN Banga min ji bo hemû kurdên kurdperwer e. Divê em hemû xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin, heke derfet hebin zimanên navneteweyî fêr bibin û li şûna zimanê dagirkeran em bi wan zimanan bangeşî û propagandaya xwe bikin. Qada dîjîtal di warê danûstandin û ragihandinê de qadeke nû …
Bêtir »