Tora Ziman û Çandê hat damezrandin

Civîna bi navê ‘Tora Ziman û Çanda Kurd’ ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên kurd ên mîna Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, Ferda Cemîloglu, Mehmet Emîn Aktar, Abdûllah Keskîn, Bunyamîn Şeker, Berfin Emektar, Mehmet Atli, Rûgeş Kirici, Îsmaîl Beşîkçî tê lidarxistin, li oteleke Amedê dest pê kir. Komxebet dê du rojan berdewam bike. Di civînê de gelek kesayet amade bûn.

Axaftina vekirinê ya civînê serokê Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan kirin.

Ji bo çand û ziman xebatên berfireh

Cevahîr Sadak Duzgun bi bîr xist ku di 1’ê îlonê de civînek li ser ziman hatibû lidarxistin û li wê derê hewcetiya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin û wiha got: “Li gel wê biryarê em jî tev li biryara hevala bûn û me got divê vê torê wek ‘Tora Ziman û Çand’ hinek berfireh bikin. Ji wê demê heta niha bi awayekî pratîkî em li ser vê xebatê disekinin. Di nav vê xebatê de jî gelek hevalan alîkariya me kir. Em spasiya mêvanan dikin ên ku me vexwendî û hatine vir. Em ji bo windanebûna ziman û çanda xwe hewl didin ku bixebitin. Me xebateke berfireh daye pêşiya xwe.”

Samî Tan

‘Em dikarin devok û zaravayên kurdî bi perwerdeyê bikin yek’

Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan jî diyar kir ku dixwazin nexşeyeka li ser çand û zimanê kurdî derxînin û li ser vê yekê bangê li raya giştî bikin û piştre bi sedan kesan re dixwazin komcivînekê çêbikin, atolyeyekê çê bikin û nexşeya xwe zelaltir bikin.

Tan da zanîn ku bi perwerdehiyê dikarin devok û zaravayên kurdî bikin yek û ev tişt anî ziman: “Li ser vê esasê em dixwazin niqaşekê bikin bi hişmendiyeke demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û di vê çerçoveyê de nexşeyekê derxînin holê. Hinek armanca vê kombûnê ew e ku em di vî warî de çerçoveyêkê derxînin holê û li ser vê jî dest pê bikin. Ji ber ku em bi hêza ramanê bawer in kesên ku beşdarî vê xebatê bibe wê hêzekê bide vê xebata me. Ji ber wê yekê çiqas kes beşdar bibin wê ewqas xurttir bibe.”

Bişaftina Kurdî dewam dike

Rojnemeya Ozgur Politikayê li ser mijarê bi parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier re û zimanzan Zana Farqînî re peyivî.

Taşçier got, ji damezirandina Komara Tirkiyeyê ve li dijî ziman û çanda Kurdî zext qet kêm nebûne û îroroj jî didomin. Taşçier anî ziman ku ji ber zextên li ser gelên Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd li kûçeyan hatine kuştin û wiha axivî: “Ev bişaftin û asîmîlasyon roj bi roj zêde dibe. Dema ku ez zarok bûm û diçûm dibistanê min wê demê Tirkî nedizanî. Lê mixabin ji ber zextên dewletê zarokên Kurdan îro bi Kurdî nizanin.”

Plansaziyek lazim e

Taşçier bi îhtîmam got, ji bo parastina ziman plansaziyek lazim e: “Li Kurdistan û Tirkiyê gelek rewşenbîr û saziyên Kurdan li ser ziman û çandê xebatan dikin. Me xwest bi civînekê rewşenbîr û saziyên Kurdan werin li ba hev û dawî li vê cudahiyê bînin. Dewlet, ev sed sal in, hewl dide ku rasteqîniya welat û gelê Kurd ji holê rake. Me di civîna ewil a ‘Tora Ziman û Çandan’ de minaqeşe kirn, ka plansazî wê çawa be, mijara ziman çawa penase bikin. Ziman stûna bingehîn ya neteweyî ye. Parastina ziman parastina netewe ye. Divê li ser ziman em bi hev re xebateke zêde bikin û astengiyên li hemberî ziman ji holê rakin.”

Îmam Tascier

Jiyaneke bi Kurdî

Taşçier îşaret bi girîngiya peyivîna bi Kurdî li her cihî kir û wiha peyivî: “Mesele ew e ka em Kurd bi xwe xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Divê em xebatê bi plan û bername bikin. Divê siyasetvan, rewşenbîr û saziyên Kurdan hemû bi Kurdî xebatan bikin. Divê her malbat di mala xwe de di nava zarokên xwe de bi Kurdî biaxive. Çiqas dewlet qedexe bike, em dikarin li wan sînoran bişixulin, ji wan bibihurin û bi zimanê xwe biaxivin.”

Kurdî divê bibe zimanê fermî

Taşçier got, divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî: “Li dinyayê 210 dewletên Neteweyên Yekbûyî hene û ji van li 135 dewletan jî heta bi zimanê çaran jî heye. Çima zimanê Kurdî jî nebe zimanê fermî û bi Kurdî perwerdehî neyê kirin. Divê weke Kurd û xebatkarên vî gelî em hemû astengî û qedexeyên li ser ziman bi axaftina Kurdî ji holê rakin. Divê ti Kurd qedexeya li ser ziman nepejirîne û berovajiyê vê yekê ji bo bipêşketina zimanê Kurdî bixebite. Divê di her warî de rojane, çand û siyasetê em pêş bixin. Armanca yekemîn ya ‘Tora Ziman û Çandan’ jî ev e. Divê çarçoveyê de em dixwazin bi wan kesan re ku li ser ziman xebatên dikin, di demên pêş de civîneke berfireh bikin. Fikir û ramanên cuda hene û bi vê civînê em dixwazin hemû fikir û ramanên xwe bikin yek.”

Taşçier destnîşan kir ku xebata HDP’ê ya li zer ziman li Kurdistan û Tirkiyeyê jî wê dewam bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Kurdistanê ji bo bipêşketina zimanê Kurdî û ji bo Kurdî bibe zimanê fermî wê xebat bên kirin. Her wiha li Tirkiyeyê jî ji bo zimanên tehlûke li ser wan jî xebatek wê bê meşandin. Têkoşîna me ji bo gelan e û ji bo bipêşxistina ziman jî em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”

Zana Farqînî

Zimanzan Zana Farqînî têkildarî armanca civîna ‘Tora Ziman û Çandan’ got, berî her tiştî ew dixwazin li dijî asîmîlasyonê hişyariyekê bi pêş bixin û Kurdî li warên jiyanê hemûyan serwer biki: “Em dê li ser nexşerêya xebatên ziman û çandan nîqaş bikin. Yek ji armanca civînê ji bona siberojê plan, proje û nexşerêya demkurt û demdirêj diyar bikin û li gorî wê xebatan bimeşînin.”

Farqînî, li ser rewşa heyî ya çand û ziman jî hin rexne kirin û got: “Li ser me asîmîlasyonek tê meşandin. Berî her tiştî em kesên pêşengiya vê komê dikin û kesên nûnertiya rêxistin û dezgehan dikin, bi zimanê xwe nejîn, em ê bikevin nav tehlûkeyeke mezin.” 

Jêder: E-Rojname.com, Ozgur Politika

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …