Komploya li hember Ocalan ket sala 25an

Îsal di 15ê sibatê de ji bo protestokirina girtina Ocalan ku wekî “komploya navneteweyî” tê pênasekirin, protestoyên girseyî hatin lidarxistin.

Navenda çalakiyên girseyî bajarên Rojavayê Kurdistanê bû.

Li 4 kantonên Rojava 7 meşên navendî pêk hatin û bi dehezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Îsal komploya li hember Ocalan ket sala xwe ya 25an.

Lîderê PKKê di 15ê sibata 1999an de li paytexta Kenya Nairobiyê ji aliyê Wezaretxaneya Yûnanistanê ve radestê Tirkiyeyê hatibû kirin.

Ocalan li girava Îmralîyê ya bi ser parêzgeha Bûrsayê ya li Tirkiyeyê hatibû mehkemekirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Paşê, cezayê îdamê hatibû taloqkirin û veguherîbû cezayê heta hetayê.

Îsal ji bo protestokirina girtina Ocalan ku wekî “komploya navneteweyî” tê pênasekirin, protesto hatin lidarxistin.

Navenda çalakiyên girseyî bajarên Rojavayê Kurdistanê bû.

Li 4 kantonên Rojava 7 meşên navendî pêk hatin û bi dehezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Meşên herî mezin ên li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê û ya li Kobanê ya kantona Firatê bû.

Xên ji vê, li kantona Reqayê, li Şehbayê û taxa Şexmeqsûd a Helebê jî meşên mezin hatin lidarxistin.

Xelk di meşan de  êlekên wêneyên Ocalan li ser bûn li xwe kirin û pankart û fotoyên Ocalan hilgirtin.

Di çalakiyan de ligel protestokirina tecrîda wî ya 3 salan, rizgarkirina fîzîkî ya Ocalan jî daxwaz kirin.

Ji bilî Rojava, li gelek welatên Ewrûpayê jî meş û çalakiyên din ên bi mexseda azadiya Ocalan hatin lidarxistin.

Meşa ji bo azadiya Ocalan a DEM Partiyê/ANF

Meşa DEM Partiyê

Meşa DEM Partiyê ku 1ê sibatê de bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dest pê kiribû, di 15ê sibatê de bi dawî bû.

Meşa DEM Partiyê ya bi navê Meşa Mezin a Azadiyê ku wekîl û siyasetmedarên partiyê tevlî bûbûn, bi dawî bû.

Çalakî di 1ê sibatê de bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dest pê kiribû.

Her du baskên meşê li Amedê gihîştibûn hev û paşê berê xwe dabûn Rihayê.

Piştî daxuyaniya li Riha û Sirûcê (Pirsûs), çalakger xwestibûn biçin gundê Ocalan Amarayê.

Lêbelê hêzên dewletê pêşîya çalakgeran birîbû û destûra ketina gund nedabûn.

Konferansa EUTCCyê

Di 25. komploya li hember Ocalan de di qada dîplomasiyê de jî hin bername hatin lidarxistin.

Yek ji van, Konferansa EUTCC Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) bû ku di 16ê sibatê de li Parlamentoya Ewrûpayê (PE) ye hat li dar xistin.

Di 25. komploya li hember Ocalan de di qada dîplomasiyê de jî hin bername hatin lidarxistin.

Yek ji van, Konferansa EUTCC Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) bû ku di 16ê sibatê de li Parlamentoya Ewrûpayê (PE) ye hat li dar xistin.

Navê vê konferansê “Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe” bû.

Parlamenterê PEyê Giuliano Pisapia ve ku endamê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan e, tê destekkirin.

Konferans ji 3 beşên bi navên “Rastiya Girtîgehên Tirkiyeyê”, “Jiyana hevgirtinê -pêdiviya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd” û “Deriyan vekin: Rêya ber bi azadî û aştiyê ve diçe” pêk hat.

Parlamenter, siyasetmedarên, akademîsyen, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl ên ji welatên cuda beşdarî konferansê bûn.

Di axaftinên bernayê de daxwazên bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan azadiya wî hat daxwazkirin

Konferansa EUTCC ya li Parlamantoya Ewrûpayê/ANF

Konferansa Kurd a li  Londonê

Îsal di salvegera 15ê sibatê de 3.Konferansa Kurd a li Brîtanyayê jî hat lidarxistin.

Ciyê vê konferansa ku pêşengiya wê ji aliyê Meclîsa Gel a Brîtanya ve hat kirin, Zanîngeha SOASê bû.

Îsal di salvegera 15ê sibatê de 3.Konferansa Kurd a li Brîtanyayê jî hat lidarxistin.

Ciyê vê konferansa ku pêşengiya wê ji aliyê Meclîsa Gel a Brîtanya ve hat kirin, Zanîngeha SOASê bû.

Hin mijarên konferansê ev bûn:

Rastiya Krîza li Rojhilata Navîn, Nirxandinên li ser Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û Nirxandinên Giştî yên li ser Herêmê, Jin Jiyan Azadî; Di Riya Azadiya Jinê de Avakirina Aştiyê û Çareseriya Aştiyane ya Meseleya Kurd; Ocalan û Polîtîkaya Tecrîdê.

Ji siyaseta kurd a Tirkiyeyê, ji Rojava û ji Brîtanyayê beşdarî pêk hat.

Di dawiya bernameyê de ji hukumeta Brîtanî hat daxwazkirin li ser dewletên Kurdistanê dagir kirine zextên dîplomatîk bike û destekê bide kampanyaya azadiya Ocalan.

Abdullah Ocalan

Abdullah Ocalan lîderekî Kurd e ku li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan alîgirên wî hene. Ocalan tevlî çend hevalên xwe, di 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir. PKK di 1984’an de ji bo rizgariya Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê dest bi şerê gerîla kir.
Abdullah Ocalan/Berga pirtûka Building Free Life
Ocalan ji ber zexta şer a dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê, di 1998’an de neçar ma terka vî welatî bike. Yûnanistan bû welatê yekemîn ku Ocalan xwest îltîca bike. Ji ber ku hukumeta Yûnan vê red kir, Ocalan çû Îtalya û Rûsyayê. Lêbelê her du welat jî daxwazên Ocalan red kirin û lîderê PKK’ê neçar ma biçe Kenyayê. Ocalan di Sibata 1999’an de bi operasyoneke navneteweyî li Kenyayê teslîmî dewleta Tirk hat kirin.
Tirkiye bi dadgeheke neadil Ocalan mehkeme kir û cezayê îdamê lê birî. Paşê ceza nehat înfazkirin û veguherî cezayê girtîgehê yê heta hetayê. Ocalan niha di bin tecrîdeke giran de tê girtin û ji 2020’an û vir ve bi wî re hevdîtin nikare bê kirin.

Fotoyê sereke: Çalakiyeke ji bo azadiya Ocalan ya li Rojava/ANF

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …