Qada siyasî divê ji bo danpejirandina van polîtîkayan û plansaziya ku ji aliyê Kurdan ve hatî destnîşankirin, bi tevahiya hêza xwe bixebite. Heke bi vî awayî nebe, zimanê ku em wek ‘hîma bingehîn a netewîbûnê’ pênase dikin û peywir û barekî ev qas giran datînin ser piştê, dê bi tenê …
Bêtir »Kevirê mezin elameta neavêtinê ye
Receb Dildar Mirov hinek tiştan gav bi gav bi dest dixe. Di nav şert û mercên îro de, hêz û qeweta me tune ye ku em di carekê de zimanê xwe bikin fermî û xwedî statu; lê em dikarin her derfetê bi kar bînin û pêlikek bi jor bikevin. Gotineke …
Bêtir »Mirov parçe parçe rizgar dibe
Samî Hêzil Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke …
Bêtir »Dersa Kurdî prestîja ziman bilind dike
Netîce Altûn Bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e. Di serî de …
Bêtir »Di pratîkê de xwedî li ziman derkevin
Îrfan Amîda Gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.” Di vê mijarê de dive armanca …
Bêtir »Dersa Kurdî ya li dibistanan yek ji derfetan e
Yaqop Tilermenî Sazîyên weke Egitim-Senê -ku min jî bi salan tê de ked da-, dikarin ji hêla pedagojîkî ve meseleyê li gora armancên zindîhiştina zimanê kurdî pêşwazî bikin û hîleyên pergalparêzan bi avê de bibin. Dema ku zarok heftêyê du saetan li dibistanan fêrî Kurdî bibin, bi bandorwergirtinekê belkî bi …
Bêtir »Siyaseta berxwedêr berê gel nade ziman
Dîlawer Zeraq Dibetî ev e; „gava qad û çepera zimanê kurdî ji destê sekuleran were girtin, gelo gengaz e qada siyaseta kurdan ya ku ji 1925an û bi vir ve ye li ser kevneşopîyeke berxwedêr hatiye avakirin, were qelskirin?“ Ez tenê wekî AKP-Huda-Par berê xwe nadim meseleyê. Ji ber ku …
Bêtir »Bi rêya kurdî guneh nayên şûştin
Rewşa statuya zimanê me dişibe kesekî ku bedena wî/ê hatiye zeftkirin. Ev mirov ji bo xilasbûnê dibe bibêje ku “divê ez temamê bedena xwe xilas bikim”, an jî dikare bibêje “ka ez pêşiyê tiliya xwe, pê re destê xwe, piştre milê xwe û hwd rizgar bikim.” Ji hêla prensîbê ve …
Bêtir »Kampanyaya ji bo Dersa Kurdî berdewam dike
Kampanyaya ji bo Dersa Kurdî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dike. Serîlêdanên ku di 30ê kanûna paşîn de dest pê kir, di 12ê sibatê de bi dawî dibin. Aktîvîstên Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) û Komeleya HezKurdê ji bo serîlêdanan kampanyayê dimeşînin. Kampanyaya ji bo Dersa Kurdî ya li …
Bêtir »Hejmara 5. a LEWergerê hat weşandin
LEWerger kovareke wergerê ye ku ji 4 mehan carekê tê weşandin. Zimanê kovarê bi giranî kurmancî ye lê wergerên bi zazakî û soranî jî di kovarê de tên weşandin. Heta niha ji 15 zimanên cîhanê 250 tekst hatine wergerandin ku piraniya wan helbest in. Hejmara 5.an a kovara LEWergerê hat …
Bêtir »Hejmara sibatê ya Kurdistanê hat weşandin
Hejmara sibatê ya Kurdistanê li ser înternetê hat weşandin. Bi meha sibatê re ev dibe sê hejmarên Kurdistanê tên weşandin. Kurdistan wekî bulteneke Infowelatê tê amadekirin û tevî ku bingeha xwe ji nûçeyên malperê digire, cî dide nivîsên li derveyî malperê jî. Di serî de serxwebûn, mijarên di warê self-determînasyonê …
Bêtir »Radyoya Swêdê weşana kurdî radiwestîne
Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê weşana xwe di 1ê nîsanê de bi dawî dike. Rêvebiriya Radyoyê ji bo vê biryarê mesrefên zêde hincet nîşan da. Bawerî ev e, sebeba esasî bazara ji bo NATOyê ya bi Tirkiyeyê re ye. Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê weşana xwe di 1ê nîsanê de …
Bêtir »Armanc parastina nasnameya Hezoyê ye
Ciyên ku qeyûm hatine tev jî ji aliyê aboriyê ve têk çûne. Tiştên dûrî me, dûrî edet û çanda me dixwazin bi cî bikin. Mînakek ez bidim. Li Hezoyê Festîwala Hemsî lidarxistin. Li vir ewqas berhemên me yên dîrokî hene, çandeka me ye xurt heye lê nabin mijara festîwalê. Hezo …
Bêtir »Namzetê DEMê yê Cizîrê bi tirkî diaxive
Namzetê DEM Partiyê yê Cizîrê Abdurrahim Durmuş di kampanyaya hilbijartinê de gelek caran tirkî bi kar tîne. Durmuş bi vîdyoyeyek ku di 3ê kanûna paşîn de di Facebookê de weşand, bi tirkî xîtabî Cizîriyan kir. Rêxistina Bajarê Şirnexê ya HDPê di kampanyaya hilbijartinê de piranî tirkî-kurdî bi kar tîne. Rêxistinê …
Bêtir »Ziman karê herî lezgîn û sereke ye
Destserkirina şaredariyên me tê wateya destdanîna ser nirxên me, çand û coxrafyaya me. Em ji vê derê ne. Ew hêz, hiş û zanîna me heye em xwe bi rê ve bibin. Ne tenê xelkên herêmê, dar û berên vê herêmê jî qeyûm qebûl nakin. Partiya DEM’ê ku di hilbijartinên giştî …
Bêtir »Baro qedexeya Şanoya Kurdî şermezar kirin
Baroyên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar qedexeya li ser Şanoya Kurdî şermezar kirin. Daxuyanî li ser Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê ve hat dayîn. “Qral û Travis” di 16ê kanûna paşîn de li navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê hatibû qedexekirin. Nîqaşên derbarê qedexekirina lîstika şanoyê kurdî de berdewam dike. …
Bêtir »Li Amedê tirkî zimanê pêşhilbijartinê bû
Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirka pêşhilbijartinê bû. Mixabin tirkî zimanê serdest ê kampanyaya bernamzetên Amedê bû. Bi tenê 8 namzet tevahiya kampanyaya xwe bi kurdî meşandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên li Kurdistanê …
Bêtir »Par 343 pirtûkên bi kurdî hatin weşandin
Me sala 2022’yan bi 351 pirtûkî temam kiribû. Sala 2023’yan bi 343 pirtûkî temam bû. Me sala 2022’yan bi 351 pirtûkî temam kiribû. Sala 2023’yan bi 343 pirtûkî temam bû. Di serdema ku qeyrana aborî heye, di serdema ku her ku diçe xwendina pirtûkan kêmtir dibe de li gor salek …
Bêtir »Kurd boykot dikin dewlet asteng dike
Necat Ayaz Siyaseta bakur tevlî Egitim-Senê, belediye û saziyên din, mafê bikaranîna reforma Kurdî boykot kir. Eniya boykotê nehîşt mijar têkeve rojeva civakê û dêûbav ji bo vekirina polên kurdî xwe çalak bikin. Parastina ziman meseleyeke aloz e ku di 15-20 salên dawî de car bi car dikeve rojeva raya …
Bêtir »Rêzimana Kurmancî normatîfa rojavayê Kurdistanê ye
Ji bo ku pirsgirêkên rastnivîsîn û rêzimanê yên dezgehên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya rojavayê Kurdistanê bi berhemeka wiha hebû. Lewma Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojavayê lêvegera zimanî ye, biryar da ku berhema Rêzimana Kurmancî, amade bike. Rêzimana Kurmancî …
Bêtir »Salvegera PKKê û self-asîmîlasyona dîjîtal
Serfiraziyên partiyê, pêdiviya wê ya ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê ligel propagandayeke mezin, di çalakiyan de derket pêş. Herwiha kanalên televîzyonan bi propagandayeke standard bernameyên xwe weşandin. PKK 45. salvegera damezrandina xwe bi bernameyên wekî kampanyayekê pîroz kir. Bername wekî salên berê bi rojeveke fermî yê navendî …
Bêtir »