Par 336 pirtûkên bi kurdî hatin weşandin

Di sala 2022’yan de 351 pirtûk, di sala 2023’yan de 349 pirtûk ketin ava lîsteya me. Îsal 336 pirtûkan di lîsteya me de cih girtiye. Belê me sal bi 336 pirtûkî temam kiriye.

Par (2023) 35 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtibû. Îsal me kariye xwe bigihînin 33 weşanxaneyan. Bi gotineke din 33 weşanxaneyan pirtûkên bi kurdî derxistine. Ji weşanxaneyan herî zede Peywendê pirtûk çap kirine. Peywend bi 50 pirtûkî ketiye nava lîsteya me. 

Min wê rojê nivîsek bi ser navê “Lîpyana Kosova, Farqîna Amedê” nivîsî. Li Lîpyan  a Kosovayê tenê li gundek tirk dijîn, lê tirkî wekî “zimanê di statuya fermî de” hate qebûlkirin. Bi dehan bajarên me, li gund û navçeyên me kurd dijîn lê kurdiya wan ne fermî ye, ne jî hatiye qebûlkirin. Hûnê bipirsin “Ma nûçeyeke wisa dest pê dike?” Erê nûçe wisa dest pê nake. Lê ji bo em bizanibin ev pirtûkên di sala 2024’an de hatine çapkirin di rewşeke çawa de hatine çapkirin me destpêkek wisa guncav dît.

Niha em vegerin ser lîsteya xwe. Erê carek din, salek din jî me navên hemû pirtûkên li Bakur dan hev û lîsteya Pirtûkên Bi Kurdî yên 2024’an amade kir. Kerem bikin pêşî îstatîstîk û düre jî temamê lîsteyê.

HEJMARA 2023 û 2024’YAN

Di sala 2022’yan de 351 pirtûk, di sala 2023’yan de 349 pirtûk ketin ava lîsteya me. Îsal 336 pirtûkan di lîsteya me de cih girtiye. Belê me sal bi 336 pirtûkî temam kiriye.

WEŞANXANEYA YEKEMÎN PEYWEND E

Par (2023) 35 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtibû. Îsal me kariye xwe bigihînin 33 weşanxaneyan. Bi gotineke din 33 weşanxaneyan pirtûkên bi kurdî derxistine. Ji weşanxaneyan herî zede Peywendê pirtûk çap kirine. Peywend bi 50 pirtûkî ketiye nava lîsteya me. Dûre J&J bi 43 pirtûkan hatiye û Nûbiharê jî bi 34 pirtûkan di rêza sêyemîn de cih girtiye. Hejmara pirtûkên van her sê weşanxaneyan 127 heb in ku wisa dixuye sedî dor 35’ê hemû lîsteyê aîdê van hersêyan e.

‘ROMAN’ BÛYE YEKEMÎN

Di nav cureya pirtûkan de îsal romanê ji par cudatir yekemînî ji destê helbestê girtiye. Bi temamî wekî 72 roman hatine çapkirin. Dûre helbestê bi 68 heban cihê xwe girtiye. Û wekî her gavî çîrok di rêza sêyemîn de tê ku 39 heb jê hatine weşandin. Ev her sê cure dikin 178 heb ku bi vî wayî ji sedî 50 zêdetirê lîsteyê ji van her sê cureyan pêk tê. Bi ser 20’î re pirtûkên li ser dîrokê îsal derketine. Pirtûkên li ser folklorê, li ser ziman cureyên din in ku hatine weşandin. Gere em vê jî bêjin, Peywendê îsal lîsteyeke dirêj wekî “Klasîkên Kurdî” amade kiriye.

NIVÎSKARÊN ZÊDE KED DANE

Ziya Avci nivîskar, lêkolîner, wergêrekî kurd e û bi salan e kedê dide. Îsal ev keda wî gelek xuya bûye. Tam bi temamî îsal 24 pirtûk bi cureyên cuda li ser navê wî hatine weşandin; ha wekî amadekar, ha wekî wergêr. Piranî pirtûkên ku navê Avci li ser e ji Nûbiha û Peywendê derketine. Xebata Prof. Dr. Marûf Xeznedar bi wergera Ziya Avci ji Nûbiharê derket ku gelek hêja ye. Wekî din jî gelek pirtûkên li ser dîrokê Avci gihandine ber destên xwendevanan.

Lêkolîner Hîlmî Akyol ev dor 40 salan e xebatên berhevkariyê dike. Û ev li dor 10 salan e wan parçe bi parçe, cure bi cure amede û belav dike. Îsal 17 pirtûkên wî bi vî awayî di nav lîsteya me de cih girtine ku bi vê bûye duyemîn. Bi vî awayî tene 41 pirtûk ji deste du kesan derketine ku ev yek dor sedî 12’yê temamê lîsteyê dike.

PIRTÛKÊN CAPA YEKEM

Me îsal jî kir ku “tenê pirtûkên ku CARA YEKEM hatine çap kirin bixin nav lîsteyê. Dame lîste ji bo min hatin, gelek pirtûkên di nav lîsteya weşanxaneyan de hebûn ku berê li weşanxaneyeke din çap bûbûn hebûn. Min ew neqandin û ji nav lîsteyên gihîştin ber destên me de derxistin. Îhtîmal heye hinên ez jê hay çênebûne hebin, lê piraniya lîsteyê ji pirtûkên ku li Bakur cara yekem çap bûne hatiye amadekirin.

Ji bo lîsteya pirtûkan vê lînkê bitikînin

Ev nivîs ji Dîyarnameyê hatîye girtin. Lîsteya pirtûkên bi kurdî ji alîyê edîtorê Dîyarnameyê Cemîl Ogûz ve hatîye amadekirin.

———————————

Foto: Abee5, CC BY

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …