Em bernadin vê dîlanê

Hogir BERBIR

Û bi vî awayî mîrateya hûnermendê leheng Hemîdo, ku di destekî wî de tembûr û di destê din de mîkrofon hebû, wek awazeke her heyî cihê xwe di bîra civakê de girt û civak li dor Hemîdoyên nû, nûha şahî, govend û dîlanê digerînin.

Dema ku roj wek guliyek zêrê ji asimên li asoyê xuya bû, bejna Hemîdo ku dadiket ser rêyên bejahî yên li welêt diyar dibû. Bi tembûra di destekî de ku mikrofon jî di destê din de soza şahiyên bê hempa pê re bû, dida. Rûyê wî di nav qermîçokên kûr de veşartibû ku westandina salan hilgirtibû, lê çavên wî dîsa jî bi agirê geş û biryardayîn dişewitî. Şelwerê wî, cil û bergên kevneşopî yên rengîn ku ji bo şahiyan pêwîst bû û li bejnê bû, bi her gava ku diavêt, mîna sembola azadiyê dihejiya.

Şahiyên li welêt bi hebûna Hemîdo wateyên nû girtibû. Dema ku ji bûk û zava re bextewarî dixwest, rastî şopa têkoşîneke mezin dihat û bûk û zava ji dêvla zêr û zîvan li bejna xwe dakin, çek û rext li bejna xwe digirtin û berên xwe didan wan çiyayên bedew. Di wan kêliyan de peyamên di stranên wî de mîna meşaleyeke ronahiyê ku tariya welêt dibiriqand û ronî dikir, belav dibû. Têlên saza wî, mîna rehên dara çinarê, bi kûrahî hatibûn xêzkirin; melodiya wî êş, hêvî û berxwedana gel hilgirtibû û bi qîr dihate vegotin.

Hemîdo di bin siya zextên giran ên siyasî yên serdemê de mîna dara çinarê bilind rawestiya bû. Rehên darên çinaran bi axê ve girêdayî bûn, lê yên Hemîdo bi hêzeke din hatibû çandin û girêdan; ew bi baweriya xwe ya bêdawî bi azadiya gel re ku hatibû girêdan, li qadan bû. Her awaza amûra wî banga serhildanekê bû, xeyala azadiyê bû ku mohra xwe li pêvajoya wê deme dixist. Di stranbêjiya wî de her şahî dibû sembola berxwedanê, têkoşîna meşa azadiyê û gel pê re diherikî, dibû lehiyeke bêdawî û bêsekin. Bi dirûşim qîr û olan dida wê serdemê.

Çefiya li ser bejn û balê, li navê û li dora stûyê wî serkêşiya sembola berxedanê dikir. Bi vê sembolê ji me re digot ku ew ne tenê ji bo şahiya wan, lê ji bo hêviyên wan jî bûye dengê dîlana li welêt ku bigere. Her gav, di her dîlan û govendan de, dema keç û xortan dora wî digirtin û li ber stranên wî direqisîn, di çavên wan de çirûsk vedibûn. Ew şewq hêvî û baweriya wan ya ji bo pêşeroja gel û welêt nîşan dida.

Serdem wek bayekî dijwar û zalim dihat û diçû. Zextên siyasî û leşkerî roj bi roj zêde dibûn û dengê wêrek yê Hemîdo weke gef dihate dîtin. Rojekê, di êvareke sar û gemar de, qêrînek nizm li welat deng veda. Dengê “Elahû Ekber”an li her qadan olan dida. Di wan kêliyan de ku Hemîdo sembola govend û dîlana berxwedanê dihat dîtin, bedena wî bi guleyên van hovan hejiya bû. Xwîna wî bi axa welata re tevlihev bûbû û dengê şahiya govend û dîlana wî mîna qêrînekê ji nişka ve hatibû birîn.

Lê çîroka berxwedana Hemîdo bi dawî nebûbû. Stran û awazên wî di kûrahiya şahiyên li welat de hatibûn xêzkirin û ber bi pêşerojê ve çûbû, hîn hebû. Her şahî û dawetên ku navê wî zindî dihiştin dihatin lidar xistin, stranên wî dihatin gotin û awaza wî zindî dihişt, li qadan bû. Çîroka Hemîdo wek dara çinarê xwe girtibû û bûbû sembola berxwedan, azadî û hêviya ku bi nifşên nû berdewam bike.

Û bi vî awayî mîrateya hûnermendê leheng Hemîdo, ku di destekî wî de tembûr û di destê din de mîkrofon hebû, wek awazeke her heyî cihê xwe di bîra civakê de girt û civak li dor Hemîdoyên nû, nûha şahî, govend û dîlanê digerînin.

Ev govend, dîlan û şahî her didome û wê bidome…

Nîşe: Hemîdo, hûnermendekî ji qoserê ye ku li tevahî şahî û dawetên li welêt digeriya cih digirt û her şahî û dawet li gor rûhê berxwedana sala 1990’an mîna serhildanekê bi rê ve dibir. Dengê wî, saza wî û bedena wî bi êrîşa hîzbûlkontrayan re bêmirin bû.

Foto: Hozan Hemîdo/Youtube

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump gefa “qiyametê” li Hamasê xwar

Rojhilata Navîn bi gefa Trump dike careke din derî li alozîyê veke. Donald Trumpê ku …