Wan ji bo kurdî meşîya

Duh li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakîyên ji bo zimanê kurdî hatin lidarxistin.

Daxwaza hevpar a çalakîyan perwerdeya bi zimanê kurdî ya li dibistanên fermî bû.

Bi minasebeta destpêka sala perwerdeyê, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakîyên ji bo zimanê kurdî hatin lidarxistin.

Daxwaza hevpar a çalakîyan perwerdeya bi zimanê kurdî ya li dibistanên fermî bû.

Ji dewletê statuya ji bo kurdî û rêlibervekirina perwerdeya bi kurdî hat daxwazkirin.

Çalakîya li Wanê bi beşdarî û coşa gel îsal herî zêde balê kişand ser xwe.

Çalakîya li vî bajarê bakur di  17:30 de li kolana hunerê bi daxuyaniyê destpêkir.

Paşê, meşeke ku bi sedan kes tevlî bûn hat lidarxistin.

Meş heta sazîya ziman Arsîsayê berdewam kir û 25 sazîyên kurd tevlî vê çalakîyê bûn.

Çend parlamenter û hevşaredarên DEM Partîyê di meşê de cîyê xwe girtin.

Bila zimanê Kurdi bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” slogana sereke ya çalakîyê bû.

Daxuyanîya ku ji daxwazên ji bo ziman pêk dihat, ji alîyê aktîvîsta TJAyê Rojbîn Bor ve hat xwendin.

Di daxuyanîyê de daxwaza statu û perwerdeya bi zimanê kurdî hat kirin.

Di çalakîya li Wanê pankartan wekî “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê min welatê min e” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin hilgirtin.

—————————————-

Foto: Dîmeneke ji çalakîya ziman a li Wanê/ANF

Infowelat

Sempozyûma Zimanê Kurdî ya Wanê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Civîna guherîna avhewayê li Brazîlê dest pê kir

Nuqteyên giring Lîderên li Brazîlê ji bo germahîya global gotûbêj bikin li Brazîlê hatin cem …