Qeymeqamîya Farqînê destûr neda navê kurdî li Qada Bajêr bê kirin.
Meclisa Şaredariya Farqînê biryar dabû ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike Rindêxan.
Qaymeqamiya Farqînê bi hinceta “Rindêxan” ne bi tirkî ye ev nav qebûl nekirî ye.
Zextên li dijî kurdî li bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Bûyera dawî li navçeya Farqînê ya Amedê pêk hat.
Qeymeqamîya Farqînê destûr neda navê kurdî li Qada Bajêr bê bikin.
Hevserokên Şaredariya Farqînê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî dan.
Hevserokan ragihandin, Meclisa Şaredariya Farqînê biryar daye ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike Rindêxan.
Qaymeqamiya Farqînê bi hinceta “Rindêxan” ne bi Tirkî ye ev nav qebûl nekirî ye.
“Navên kirêt, bêedeb û pêkenok”
Qaymeqamiya Farqînê vetoya navê kurdî wiha îzeh kirîye:
“Biryara meclisa şaredariyê ya ji bo guhertina navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn a bi navê nû Rindêxanê ji ber ku ne bi Tirkî ye û di ferhanga Saziya Ziman a Tirkî de tune û li gorî rêzimana biyanî hatiye sazkirin, di guhertinê de tu feydeyeke cemaweriyê tune, her wiha ji ber ku ne li gorî hikmên mewzûatê yên li jor hatine eşkerakirine, ji aliyê qaymeqamiya me ve nehat qebûlkirin û di pêvekê de hat vegerandin.”
Hevşaredarên kurd daxuyanîya xwe bi van gotinan bi dawî kirin:
Em vê biryara ku ji aliyê qaymeqamiyê ve li dijî zimanê Kurdî û navên Kurdî hatiye wergirtin qebûl nakin û hewaleyî wijdanê raya giştî û gelê xwe dikin!
Farqîn û parastina kurdî
Namzetê DEM Partîyê Kadri Esen ku îro Şaredarê Farqînê ye di hevpeyvîna xwe ya bi Infowelat re derbarê planên xwe yên ji bo kurdî de agahîyên berfireh dabûn.
Esen ji Infowelat re wiha axivî bû:
“Îro li Farqînê û tevahiya kolanên kurdan tabela bi tirkî ne, tv bi giranî bi tirkî ne, telefonên destan bi tirkî ne, hemû xizmetên bajarvaniyê û hwd bi tirkî ne. Ev jî bi zext û derfetên dewletê pêk tê. Lê ew derfet hene ku kurd ango Farqînê dikarin veguherînin. Em dikarin telefonên xwe bikin kurdî, televîzyonên kurdî temaşe bikin, rojnameyên bi kurdî bixwînin, tabelayên xwe bikin kurdî û rengîniya kolan û bajarên xwe bixin bin însîyatîfa xwe. Ji bo esnafên me rengê kurd û kurdistanî bidin dikan û kolanên Farqînê, em ê alîkarîyê bikin.”
————————————————
Fotoyê sereke: Bajarê Farqînê
Infowelat