Hejmara 10. a e-kovara Rêya Serxwebûnê hat weşandin.
Di hejmara dawî de nûçeyên derbarê Flander, Katalonya, Puerto Rico, Awusturya û Zelandaya Nû cî digirin.
Dosyeya hejmara 10. derbarê doza rizgarîya Belûcistanê de ye.

Profîla welêt, kurtedîrok, ragihandina serxwebûnê, rewşa aborî û şerê ji bo serxwebûnê di vê dosyeyê de ne.
Di hejmarên berê yê Rêya Serxwebûnê de dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr, Greenland, bakurê Îrlandayê, Giravên Alandê, Katalonya, Kaledonyaya Nû, Rojhilatê Tîmorê û Şoreşa Gîne-Bîssaûyê hatibûn weşandin.
Rêya Serxwebûnê berhemeke Infowelat e û piranî ji nivîsên malperê pêk tên.
Venasîna polîtîk û self-detemînasyon mijarên sereke yên Rêya Serxwebûnê ne.
Serxwebûn, federalîzm, otonomî û modelên self-determînasyonê bi vê perspektîfê di e-kovarê de tên weşandin.
Naveroka hejmara 10.:
- Flander bû xwedî hikumeta herêmî
- Zuhal Demir bû Wezîra Perwerde û Kar a Flanderê
- Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe
- Sembola otonomîya katalan tê nîqaşkirin
- FPO li Awusturyayê bû partîya yekemîn
- Fransa fermîbûna zimanê kreol betal kir
- Bandora kolonyalîzmê li Ewrûpayê berdewam dike
- Zelandaya Nû polîtîkaya ziman dıguherîne
- DOSYE: Doza serxwebûna Belûcistanê
Infowelat