Beledîyeya Peyasê li Amedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist.
Zêdetirî 2.000 kes tevlî çalakîyê bûn.
Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê li Eywana ÇandAmedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist.
Beledîye ji bo lidarxistina vê çalakîyê bi Sanatça Organîzasyon, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şanoya Bajêr a Amedê re hevkarîyê kir.
Hat ragihandin, zêdetirî 2.000 kes tevlî çalakîyê bûn.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar, Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl tevlî şahiyê bûn.
“Ziman nasname ye”
Cîgirê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş di axaftina xwe de wiha got:
“Çi dibe bila bibe û çi qedexe hebin bila hebe wê gelê me xwedî li çand, huner, ziman û hebûna xwe xwedî derkeve. Zimanê me nasnameya me û hebûna me ye. Em ê hemû qadên jiyanê ji bo zimanê xwe bikin qadên berxwedanê. Rêveberiyên me yên xwecihî rol û misyona wan sereke ew e ku çand û ziman ji xwe re wek nexşerêyek bibînin. Lê gelê me nexşerêya me diyar dike.”
Naveroka bernameyê wiha bû:
- Skêça Şanoya Bajêr a Amedê
- Stranbêj Rûken derket ser dikû strî
- Skêça “Tîmarxane”
- Koma Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
- Stranbêj Jehrmar derket ser dikê û stranên ji hev xweştir strî
Foto: Ajansa Welat