MED-DER rastî êrişa polîsên tirk hat

Komeleya zimanê kurdî MED-DER û Payîz Pirtûk ku her du jî li Amedê ne, rastî êrişa polîsan hatin.

Polîsên tirk pirtûkên dersên kurdî, kovar, pirtûk û hard dîskên kompîturan desteser kirin.

Di operasyonê de gelek xebatkar û mamosteyên MED-DERê hatin binçavkirin.

Dewleta tirk zext û êrişên xwe yên li dijî xebatên parastina kurdî didomîne.

Komeleya zimanê kurdî MED-DER û Payîz Pirtûk ku her du jî li Amedê ne, rastî êrişa polîsan hatin.

Polêsan vê sibehê derîyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) şikandin û ketin hundir.

Polîsên tirk di sazîya zimanê kurdî de pirtûkên dersên kurdî, kovar, pirtûk û hard dîskên kompîturan desteser kirin.

Di heman demê de, polîsan bi ser Payiz Pirtûkê û malên gelek xebatkarên MED-DERê de jî girtin.

Hat ragihandin, di çarçoveya operasyona dawî de biryara binçavkirina gelek aktîvîstên kurdî hatîye dayîn.

Herwiha, serdozgerîya Amedê biryara “veşarî-nepeniyê” li ser dosyeyê da û hevdîtina parêzeran a bi kesên hatine destgîrkirin 24 saetan qedexe kir.

Navên xebatkar û mamosteyên MED-DERê yên hatine binçavkirin wiha ne:

Hevserokên MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn.

Rifat Ronî. Mamosteyê zimanê kurdî li Amedê hat destgîrkirin.

Lêgerîna polîsan a li Pirtûkxaneya Payîzê hîn jî berdewam dike.

Di çarçoveya operasyona dawî de rêvebera Jîn Art Huner a li Îzmîrê Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn jî li mala xwe hat binçavkirin.

———————————————

Foto: Dîmenek ji derve ya MED-DERê/Ajansa Mezopotamya

Infowelat

‘Em ê ji bo fermîkirina zimanê kurdî têbikoşin’

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …