YE wê katalanî bike zimanê fermî?

Meseleya fermîbûna katalanî ya li YEyê van rojan piçekî jî li ber çîroka fermîbûna zimanê îrlandî (galîkî) tê gotûbêjkirin.

Îrlandî 17 sal li bende ma ku bibe zimanê fermi yê YEyê.

Katalanî wê bikaribe bibe zimanê fermî yê Yekitîya Ewrûpayê (YE)?

Ev mesele ji sala 2023an û vir ve li Katalonya û Brukselê tê nîqaşkirin.

Meseleya fermîbûna katalanî ya li YEyê van rojan piçekî jî li ber çîroka fermîbûna zimanê îrlandî (galîkî) tê gotûbêjkirin.

Îrlandî 17 sal li bende ma ku bibe zimanê fermi yê YEyê.

Tevî vê jî, Bruksel bi awayekî qismî fermîbûna vî zimanî qebûl kir.

Niha di rûniştinên giştî yên Parlamentoya Ewrûpayê de wergera îrlandî tê kirin.

Lêbelê dokumanên yekîtîyê bi îrlandî nayên weşandin û di daxuyanîyên çapemenîyê de xizmeta wergera bi îrlandî nayê dayîn.

Îrlanda di 2005an de daxwaza fermîbûna zimên ji Konseya Ewrûpayê kir. Konseyê encax di 2022an de vê daxwazê qebûl kir.

Ev jî nîşan dide rêya fermîbûna zimanên kêm tê axaftin a li YEyê dijwar e.

Cudahîyên katalanî û Îrlandî

Katalan di vê mijarê de xwedî avantajekê ne.

Li Îspanyayê li derdora 10 milyon kes bi katalanî diaxivin.

Îrlandî bi tenê jî aliyê 195,000 kesî ve tê axaftin.

Li alîyekî din, berevajîya îrlandî, ji bo katalanî meseleya peydekirina wergêran tune ye.

Mijara fermîbûna zimanan bi lihevkirina 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê tê girtin.

24 zimanên welatên endam zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê ne.

Infowelat

—————————————-

Foto: Xizmeta wergerê ya di civînên giştî yên Parlamentoya Ewrûpayê de/Catalannews

Ewrûpa ji bo Katalanî bêbiryar e

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …