Roja katalanî li Mallorcayê hat pîrozkirin

Aktîvîstên ziman roja zimanê katalanî li Mallorcayê pîroz kirin.

Di çalakîyê de polîtîkaya ziman a hikumeta Giravên Balearê hat protestokirin.

Roja zimanê katalanî ku wekî La Diada de la Llengua tê pênasekirin, her sal li Giravên Balearê tê pîrozkirin.

Aktîvîstên ziman îsal jî roja katalanî di 10ê gulanê de li Giravên Balearê bi çalakîyekê pêşwazî kirin.

Çalakîya girseyî ji alîyê Obra Cultura Balear (OCB) û Joves de Mallorca per la Llengua ve hat lidarxistin.

Bi hezaran kes tevlî vê çalakîyê bûn ku navenda wê li Mallorcayê bûn.

Di çalakîyê de polîtîkaya ziman a hikumeta Giravên Balearê hat protestokirin.

Serokê OCByê Antoni Llabrés di çalakîyê de axaftinekê kir.

Llabrés di axaftina xwe de banga parastina zimanê katalanî kir.

Hin alîyên di axaftinê de derketin pêş wiha bûn:

  • Pêdivîya xebata hemû hêzên demokratîk ji bo katalanî
  • Divê mafê civaka Mallorcayê hebe ku bikaribe bi zimanê katalani bijî
  • Hikumeta Giravên Balearê zimanê katalanî marjînal dike û hişê demokratîk a herêmê tune dike
  • Divê hikumeta Giravên Balearê bi taybetî dawî li polîtîkaya ziman a di perwerdeyê û tenduristiyê de bîne
  • Divê bi hezaran kesên koçî herêmê kirine, ji alîyê zimanî û çandî ve bên entegrekirin.

Par, di gulanê de Li Giravên Balearê di “Roja zimanê katalanî de” 40,000 aktîvîstên ziman hukumeta herêmî protesto kiribûn.

Katalanî zimanê resen ê Balearê ye

Giravên Balearê di 1982an de bi statuyekê bû herêmeke otonom a Îspanyayê.

Katalan Balearê ji aliyê dîrokî û zimanî ve wekî parçeyeka “Welatên Katalan (Els Paisos Catalans)” qebûl dikin.

Îspanyolî û katalanî du zimanên fermî yên Giravên Balearê ne.

Tevlî vê jî, rêjeya axaftina katalanî sal bi sal li herêmê kêm dibe.

Li gorî Enstîtuya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) katalanî zimanê dayikê ya % 33.7 ê welatiyan e.

Temenê vê koma civakê ku bi katalanî diaxive di navbera 18 û 69an de ye.

Di 2016an de 43 ji % welatiyên Balearê katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn.

63 ji % welatiyan diyar dikin, ew dikarin ki katalanî biaxivin.

Infowelat

—————————————

Foto: Çalakîya roja katalanî ya li Mallorcayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …