Etîmolojîya katalanî di înternetê de hat weşandin

Ferhenga Etîmolojîkî ya Temamker a Zimanê Katalanî (DECLC) li ser înternetê hat weşandin.

Ev ferheng, bi tevahî ji 10 cîldan pêk tê û ji aliyê fîlolog Joan Coromines ve hatiye amadekirin.

Hemû cîldên ferhengê di navbera salên 1980 û 1991’an de hatine weşandin.

Xebateke giranbuha di ya li ser etîmolojiya zimanê katalanî di înternetê de hat weşandin.

Ferhenga Etîmolojîkî ya Temamker a Zimanê Katalanî (DECLC) berhemeke Enstîtuya Xebatên Katalanî ye.

Ev ferheng, bi tevahî ji 10 cîldan pêk tê û ji aliyê fîlolog Joan Coromines ve hatiye amadekirin.

Hemû cîldên ferhengê di navbera salên 1980 û 1991’an de hatine weşandin.

Kesên eleqeder wê bikaribin bi riya motorên lêgerînê, PDFyên înformasyona li ser etîmolojiya katalanî bi dest bixin.

Xên ji agahiyên etîmolojîyê, bîblîyografyaya çavkaniyên ji bo her peyvê hatine bikaranîn û fonetîka peyvê li ser înternetê berdestbar e.

Herwiha, di derbarê peyvan de agahiyên dîrokî û guherîna peyvê di demên cuda yên dîrokî de jî cî digirin.

Dema bi ferhengên etîmolojiya îspanyolî ve tê hevrûkirin, ferhenga katalanî bêtir agahiyên li ser zimanê axaftinê di hundirê xwe de dihewîne.

Li aliyekî din, di vê ferhengê de gelek metnên edebî wekî referans hatine bikaranîn.

Kî ye Joan Coromines?

Joan Coromines/https: Biografiasyvidas.com
Corominesê amadekarê vê ferhenga giranbuha, li Fakulteya Felsefe û Wêjeyê ya Barselonayê ya Zanîngeha Xebatên Katalan perwerde bûye. Piştî perwerdeya hîn bilindtir a li Montpelier, Madrîd, Zurich û Parîsê, di 1939’an de bûye profesorê Fîlolojiya Latînî ya Zanîngeha Barselonayê. Fîlologê katalanî, piştî têkçûna Şoreşa Îspanyayê çûye Parîs û Arjantînê. Di 1948’an de Coromines îcar li Zanîngeha Chicagoyê dest bi xebatê kiriye û heta teqawid bûye li wir maye. Joan Coromines ji 1950 û vir ve endamê Enstîtuya Xebatên Katalanî ye.

Infowelat

——————-

Fotoyê sereke: Ferhenga Etîmolojîkî ya Temamker a Zimanê Katalanî/Vilaweb 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …