Katalonya destekê dide dibistanên li Fransayê

Katalonya ji bo katalanî di nava sînorên Fransayê de zindî bimîne polîtîkaya piştgirîyê dimeşîne.

Hukumeta katalan biryarê da, 650,000 euro ji bo dibistanên katalanî yên bi navê La Bressola terxan kir.

Katalonya ji bo katalanî di nava sînorên Fransayê de zindî bimîne polîtîkaya piştgirîyê dimeşîne.

Polîtîkaya hukumeta katalanî bi taybetî ji desteka ji bo dibistanên katalanî pêk tê.

Hukumeta Barcelonayê biryarê da, 650,000 euro ji bo dibistanên katalanî yên bi navê La Bressola terxan kir.

Ev pere wê bi rêya Associació d’Amics de la Bressola (Komeleya Dostên Bressolayê) bigihîje dibistanan.

Alîkarîya fînansî wê ji bo mesrefên mamosteyên van dibistanan bê bikaranîn.

Komeleya Dostên Bressolayê di 1986an de ji aliyê sîyasetvan û dîrokzan Francesc Ferrer i Gironès û nivîskar Enric Larreula i Vidal ve hat damezrandin.

La Bressolaya ewil di 1976’an de li bajarê Perpignanê hat avakirin.

Rêveberîya van dibistanan dixwazin ji pêşdibistanan heta zanîngehê perwerdeya bi katalanî pêş bixin.

Li bakurê Katalonyayê li 11 dibistanên La Bressolayê 1100 xwendekar bi katalanî perwerde dibin.

Ku der e bakurê Katalonyayê?

Bakurê Katalonyayê herêmeke li başûrê Fransayê ye ku li ser sînorên Katalonyayê ye.

Hin beledîyeyên li vê herêmê par bi rêya guherandina  rêziknameyên xwe destûrê dabûn katalanî di civînan de bê bikaranîn.

Bakurê Katalonyayê herêmeke li başûrê Fransayê ye ku li ser sînorên Katalonyayê ye.

Nifûsa vê herêma ku paytexta wê Perpignan e, 450,000 e.

Hin beledîyeyên li vê herêmê par bi rêya guherandina  rêziknameyên xwe destûrê dabûn katalanî di civînan de bê bikaranîn.

Bakurê Katalonyayê herêmeke di nava sînorên Fransayê de ye/Terra Nostra

Lêbelê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê biryara beledîyeyan betal kiribû.

Di biryarê de hatibû gotin, Destûra Bingehîn fransî wekî “zimanê komarê” pênase dike û lewma jî di karûbarên gelemperî de zimanekî din nikare bê bikaranîn.

——————————–

Foto: Tabeleya La Bressolayeka li bakurê Katalonyayê/Wikidata

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina …