Tag Archives: îtalya

Çanda devkî ya kurdan bi îtalyanî hat weşandin

      Li Îtalyayê pirtûkekê li ser kevneşopiya devkî ya kurdan hat çapkirin. Pirtûka bi seranavê “Siediti e Ascolta” (Rûnê û Guhdarî Bike) ku ji aliyê lêkolînerê kurd Necat Çetîn ve hatiye nivîsandin, ji kurmancî hatiye wergerandin. Pirtûk ji aliyê Antrocom Onlus ve hatiye fînansekirin û bi hevkariya Laura …

Bêtir »

Li Abruzzoyê semînera ‘Zanîna evîna serhildanê’

    Di çarçoveya Forûma Sosyal a Abruzzoyê ya li Îtalyayê semînerekê li ser şerê rizgariya gelê kurd tê lidarxistin. Nûnerê Kongreya Neteweyê Kurdistanê (KNK) ê Îtalyayê Yilmaz Orkan beşdarê vê semînera ku 11’ê mehê de tê lidarxistin dibe. Di bernameya ku bi serenavê ‘Zanîna evîna serhildanê” wê mijarên wekî …

Bêtir »

Li Îtalyayê pirtûka parastina Kobanê hat weşandin

Li Îtalyayê pirtûkêke li ser Kobanê ya bi sernavê “Di Nava Kobanê de” hat weşandin. Pirtûka ji du sed rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Agenziayê ve hat weşandin, wekî rojnivîska berxwedana parastina Kobanê ya li dijî êrîşa hovane ya 2014’an hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê Ivan Grozny Compasso di …

Bêtir »

Delegasyona Sardînyayê diçe Kobanê

  Delegasyoneke ji herêma xweser Sardînyayê ya li Îtalyayê wê biçe serdana Kobanê. Di 3’yê Tîrmehê de endamên delegasyonê ji paytext Cagliariyê tên Amedê û ji wir jî bi riya bejahiyê diçin Kobanê. Endamên konseya herêmî Luca Pizzuto (ji koma Sel), Gavino Sale (ji koma Misto) û Paolo Zedda (koma …

Bêtir »

Fîlîstîn-Kurdistan: Du Gelên ne Xwedî Maf

    Li Îtalyayê di çarçoveya Festîwala Liberazione’yê de wê bernameya “Fîlîstîn-Kurdistan: Du Gelên ne Xwedî Maf” bê lidarxistin. Bername wê di 4’ê Tîrmehê de wê li Lucayê ku bajarekî biçûk ê li herêma Toscana ya li bakurê îtalyayê bê lidarxistin. Nûnerê tevgera kurd ê Îtalyayê Yılmaz Orkan, rojnamegerê fîlîstînî …

Bêtir »

Peymana ji bo parastina zimanê frankoprovençalî

    Herêma Rhone-Alpes a Fransayê û Herêma Xweser a Aostayê ya Îtalyayê ji bo parastina zimanê frankoprovençalî peymaneke hevkariyê îmze kirin. Li gorî peymanê wê di warê perwerde, medya, veguheztina ziman a di nava malbatê de hevkarî bê kirin. Belgeya bi navê Peymana ji bo Pêşketina Zimanê Frankoprovençalî di …

Bêtir »

Di hilbijartina Venetoyê de Zaia bi ser ket

    Roja yekşemê ji bîst herêmên îtalyayê li heft herêman hilbijartina ji bo parlamentoyên herêmî hat lidarxistin. Serokê Konseya Venetoyê Luca Zaia ku doza berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê dike, di hilbijartina li Venetoyê de bi ser ket. Di vê hilbijartinê de cara pêşiyê partiyên serxwebûnxwaz jî qasî ji % …

Bêtir »

Zimanê sardî dikeve nava sîstema perwerdeya fermî

    Hemû partiyên siyasî yên li Meclîsa Herêmî ya Sardînyayê li hev kirin ku di sala bê de li dibistanan bi zimanê sardî jî perwerde bê kirin. Li gorî peymana ku partî li ser lihevkirin, li ser daxwaza malbatan wê zarok bikaribin ji pêşdibistanê heta dibistana navîn bi zimanê …

Bêtir »

Li Îtalyayê xeteraya neo-navendîkirinê didome

    Li Îtalyayê li ser mijara reforma destûra bingehîn a ji bo parvekirina hêzên di destên herêmên xweser û navendê de nîqaş dom dikin. Vê carê jî Wezîrê Reforma Destûra Bingehîn Maria Elena Boschi got ku divê statuya taybet ên xweseriyê ji holê bên rakirin. Wezîr herçiqas paşê got …

Bêtir »

Veneto referandûmên xweseriyê û serxwebûnê li dar dixe

    Li herêma Venetoyê ya li bakurê Îtalyayê pêvajoya berfirehkirina xweseriyê û serxwebûna herêmê dom dike. Konseya Herêmî ya Venetoyê du qanûnên ku destûrê didin referandûmên ji bo xweserî û serxwebûnê bê lidarxistin qebûl kir. Qanûna referandûma xweseriyeke berfireh a ji bo Venetoyê di 11’yê Hezîranê de hat qebûlkirin. …

Bêtir »

Li Îtalyayê reforma navendîkirinê di rojevê de ye

    Hikumeta Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi reforma ji bo navendîkirina hin hêzên di destê herêmên xwedî statuyên jirêzê de amade kir. Piştî vê gavê, herêmên xwedî statuyên taybet bi armanca xweseriya wan neyê bisînorkirin û Veneto û Lombardiya jî bi armanca bidestxistina statuyeke taybet ketin nava hewldanan. Piştî damezrandina …

Bêtir »

Li Venetoyê daxwaza ji bo statuyeke taybet

    Konseya Herêmî ya Venetoyê daxwazên ji bo nîqaşkirina serxwebûn an berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê qebûl kir. Serokê Venetoyê Luca Zaia bi armanca bilêvkirina statuyeke taybet a ji bo herêma xwe, çû Romayê. Konseya Herêmî ya Venetoyê biryara nîqaşkirina li ser du pêşniyazqanûnên di derbarê …

Bêtir »

Kampanyaya hişmendiya ziman a ji bo zimanê frîulî

    Li herêma Friuli-Venezia-Giulia ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê, ji bo bikaranîna zimanê friuli (furlan)  kampanyaya hişmendiya ziman hat destpêkirin. Di kampanyaya ku ji aliyê Ajansa Herêmî ya Zimanê Frîulî (ARLEF) tê lidarxistin de, li ser awantajên veguheztina vî zimanî bi zarokan tê sekinandin. Kampanyaya hişmendiyê di 21 Sibatê de …

Bêtir »

Li Îtalyayê xweserîparêz ji hikumetê nerazîne

Senatorê herêma xweser a Newala Aostayê  ya li bakurê Îtalyayê Albert Laniece hewldanên demên dawî yên li hember herêmên xweser ên xwedî statuya taybet rexne kir. Laniece’yê ji Yekitiya Aostayê (UV) got ku di demên dawî de ji aliyê hin partiyên neteweyî pêşniyazên tengkirina xweseriya van herêman hatine kirin. Senatorê …

Bêtir »

Konseya Venetoyê dengdayina referandûma serxwebûnê taloq kir

Konseya herêmî ya Venetoyê ku wezîfeya parlamentoyê hildaye xwe, careke din biryara referandûma ji bo serxwebûna herêma Venetoyê taloq kir. Bi vê encamê, cara duyemîn partiyên li hemberê serxwebûna herêmê nehiştîn dengdayina ji bo referandûmê di konseyê de bê li dar xistin. Stefano Valdegamberiyê endamê Konseya Herêmî ya Venetoyê û …

Bêtir »

Li Venetoyê tevgera serxwebûnxwaz çalak dibe

Meclîsa Herêma Xweser a Venetoya li Îtalyayê biryar da ku bi armanca referandûma li ser serxwebûna herêmê biryarê bide, di 17’yê Îlonê de dengdayinekê li dar bixe. Heta niha ji % 10’ê şaredariyên li herêmê piştevaniya xwe ya ji bo referandûmê anîne ziman. Rêxistinên serxwebûnxwaz ên li Venetoyê li ser …

Bêtir »

Welatiyên Triesteyê daxwaza statuya kevn dikin

Komeke welatî bi armanca carekê din Trieste statuya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bidest xistibû lê bê vegerandin, ketine navê tevgerê. Li gorî wan, heta bajarê Triesteyê ji Îtalyayê veneqete, ew ê nikaribe bigihîje dema xwe ya xweş a demên borî. Çîroka Triesteya azad bi peymana aştiyê ya li …

Bêtir »

Sardînya dixwaze zimanê xwe bike fermî

Konseya Herêmî ya Sardînyayê ji Îtalyayê daxwaz kir ku zimanê sardînî ligel zimanê îtalyanî li Sardînyayê bibe fermî. Konseyê, pêşniyaza ji bo vê armancê hatibû amadekirin qebûl kir ku tê de ji bilî sardînî, daxwaza fermîbûna zimanên din ên li giravê jî dihat kirin. Partiya Çalakiyê ya Sardînyayê (PSd’Az) di …

Bêtir »